DADGEHA TIRK BIRYARA GIRTINA HULYA ALOKMEN UYANIK DA
DARAZA TIRK JI HEVSEROKA HDP’A AMEDÊ RE BIRYARA 10 SAL Û 6 MEH CEZAYÊ DA
Ji ber xebatên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyêya Amedê û delegebûna wê ya Kongreya Civaka Demokratîk doz li hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik hatibû vekirin.
Runiştina dozê 9. li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Li ser navê hevseroka HDP’ê ya Amed ê parêzerê wê Şexhmûs Bayhan amade bû.
Dozger, mutaalaya xwe ya di danberiya niha de pêşkeşî dadgehê kiri bû, dubare kir.
Parêzerê Alokmen Bayhan derbarê esasê de parastin kir û diyar kir ku delîlên di dosyayê de ji bo sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ nabin delîl.
Şandeya dadgeha Tirk bi ênceta endamtiya rêxistinê ye li hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî û derbarê û biryara girtina wê da.