KOMKUJIYA NEXWEŞXANEYA SIKÊNIYÊ
KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ YA ŞENGALÊ BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR
17’ê Tebaxê di êrişa dagirkeriya Tirk de li nexweşxaneya Sikêniyê 4 xebatkarên tenduristiyê jî şehîd bûn û hin ji xebatkaran jî birîndar bûn.
Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê têkildarî komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi beşdariya endamên komîteyê li ber Nexweşxaneya Şehîdan a Xanesorê hat dayîn.
Endama komîteyê Necla Newaf daxuyanî xwend:
Di daxuyaniya komîteya tenduristiyê de hat bibîrxistin, ku hukûmeta Iraqê di warê tenduristiyê de ji bo Şengaliyan bi berpirsiyariya xwe ti carî ranedibû û wiha hat gotin;
Tevî astengî û bêderfetiyan jî xebatkarên nexweşxaneya Sikêniyê bi dil can ji bo gelê xwe kar dikirin.
Di daxuyaniyê de bang li tevahiya saziyên tenduristiyê, neteweyên yekbûyî û bijîşkên sînornenas hat kirin, ku li hemberî vî sûcê dewleta Tirk bêdeng nemînin.
BIRÎNDARÊ KOMKUJIYA NEXWEŞXANEYA SIKÊNIYÊ
“ARTÊŞA IRAQÊ BERIYA ÊRIŞÊ BI ÇEND ROJAN ŞOPA XWE JI SER ME QUT KIR”
Li aliyê din yek ji birîndarên komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê, endamê Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê Ebdî Silêman derheqê komkujiyê de axivî.
Ebdî Silêman da zanîn, ku eskerên artêşa Iraqê yên her roj dihatin nexweşxaneyê, beriya êrişê bi çend rojan şopa xwe ji ser nexweşxaneyê qut kirin.