KONGRA GEL BANG LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ KIR
‘LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK RABIN Û STATUYA KURDAN VENASIN!’
Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:
“Dewleta Tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê du caran bi êrişên hewayî li Şengalê xist û yên ku xelkê Êzidî li dijî DAÎŞ’ê parastin kirin hedef.
Li hemberî van êrişan Neteweyên Yekbûyî, Emerîka, Yekîtiya Ewrûpa, NATO, hikumeta Iraqê û Rêveberiya Kurd a Herêmî bêdeng man.”
Kongra gel bibîr xist ku ev hêzên cîhanî dema mesele dibe êrişa li dijî kurdan durûtiyê dikin, ji ber ku li devereke din a cihanê dema nexweşxaneyek tê bombe kirin bi zimanekî tûj şermezar dikin, lê di êrişa dewleta tik a li ser nexweşxana gundekî Şengalê de bêdeng man.
Kongra gel bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, NATO û saziyên navneteweyî kir ku di êrişa li hemberî kurdan de piştgiriyê nedin dewleta trik û tam berovajî ji bo naskirina sitatuya 25 milyon kurdên Tirkiyê bikevin nava tevgerê.
Kongra Gel ji kurdan jî xwest weke wezîfeya exlaqî û wijdanî xwe li pêşberî xelkê Êzidî deyndar bibînin û li hemberî êrişên dewleta tirk û ji bo naskirina statuya Êzdîxanê bikevin nava xebatan.