Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Rêveber a PKK’ê

 

 

 

 

PKK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn û ev peyam da:
Gelê Kurd wê ji berpirsyarên vê komkujiyê hesab bipirse.
Bi azadkirina Kurdistanê wê bersiva herî xurt bide kujeran.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
GELÊ KURD WÊ BERSIVA HERÎ XURT BIDE KOMKUJIYA PARÎSÊ

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 9’emîn a Komkujiya Parîsê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand.

PKK’ê di şexsê şehîdên komkujiya Parîsê de hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn.

PKK’ê di têkildarî armanca komkujiyê de ev nirxandin kirin:

Hevrê Sara ji ber ku yek ji avakarên PKK’ê û tevgera azadiyê ya jinê bû, ew kirin hedef.

Qetilkirina hevrê Sara hewldana ji bo tolhildana ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.

Qetilkirina van şoreşgerên jin ên mezin, asta dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan nîşan dide.

PKK’ê da zanîn ku dewleta Tirk gelek rîsk da ber çavên xwe û Sakîne Cansiz û hevalên wê qetil kir.

Ev yek jî mezinahiya têkoşîna hevala Sara radixe pêş çavan.

Hevrê Sara weke hêrsa gelê Kurdistanê û xelkê Dersimê tevlî nava koma Apoyî bû.

Tevlîbûna li nava koma Apoyî û cihgirtina li nava avakarên PKK’ê nîşaneya wêrekiyeke mezin e.

Der barê têkoşîn û kesayeta Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de jî PKK’ê ev nirxandin kirin:

Rojbîn hevrêyeke dilpak bû. Di nasandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û pêşvebirina têkoşîna azadkirina Rêber Apo de rola xwe hebû. Valahiya wê hîn jî dewam dike.

Hevrê Ronahî hevaleke me ya ciwan bû ku mîna Alî Çîçek êş, hesret û hêrsa gelê Kurd di dilê xwe de dihewand. Ji bo hêjayî stêrka sor a gelê Kurd Alî Çîçek bibe kete nava têkoşîneke mezin.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
DOZA KOMKUJIYA PARÎSÊ DOZA JINÊN CÎHANÊ HEMÛYAN E

PKK’ê destnîşan kir ku dewleta tirk komkujî bi tena serê xwe nekiriye û bal kişand ser rola Fransayê:

Tevî ku komkujî li navenda Parîsê hat kirin, Fransayê yên fermana vê komkujiyê dan dernexist pêşberî dadgeriyê.

Ji bo xatirê berjewendiyên aborî û siyasî edalet danî aliyekî.

Doza komkujiya Parîsê ne tenê ya demokratên Kurd û Fransayê ye, doza jinên cîhanê hemûyan e.

Em di wê baweriyê de ne ku jinên cîhanê wê ji bo darizandina sûcdaran têbikoşin.

Gelê Kurd wê ji berpirsyarên vê komkujiyê hesap bipirse.

Bi azadkirina Kurdistanê bersiva herî xurt bide vê komkujiyê.

Bêguman darizandina kujeran wê ji bo gel û jinên Kurd bibe wezîfeya herî sereke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv