Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK’ê: Peymana ku îradeya gelê Şengalê nas neke, xeter e 11.10.2020

 

KOMÎTEYA PÊWENDIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
PEYMANA KU ÎRADEYA GELÊ ŞENGALÊ NAS NEKE, XETER E

Komîteya Pêwendiyên Derve a KCK’ê li ser peymana navbera Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.

Komîtê bi bîr xist ku aliyên peymanê 9’ê Cotmehê îdîa kirine ku wan li ser paşeroja Şengalê li hev kirine û wiha got:

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê eşkere kir ku haya wan ji vê lihevkirinê tine ye. Îradeya wan tine hatiye hesibandina ku ew li derveyî peymanê hatine hiştin.

Ji ber van sedeman Rêveberiya Xweser ragihan ku ew ê vê peymanê qebûl nekin.

Komîteya Pêwendiya a KCK’ê pêvajoya 6 salên derbasbûyî bi bîr xist û bal kişand ser vana xalan:

3’yê Tebaxa 2014’an dema ku DAIŞ’ê êriş kir, yên ku civaka me ya Êzdî di nava komkujî û fermanê de hiştin, nabe ku parêzvanên Şengalê weke hêzeke ne rewa binav bikin.

Yên ku civaka Êzdî di nava qirkirinê de bi tenê hiştin, radibin yên ku civaka Êzdî parastine weke ‘hêza divê bê derxistin’ pênase dikin.

Yên bûn sedem ku jinên Êzdî li bazarên koleyan bên firotin, nabe ku têkildarî civaka Êzdî û Şengalê biryarê bidin.

Her çi peymana ku Meclisa Xweser û îradeya gelê Şengalê tine dihesibîne, wê rê li ber felaketên mezin veke.

Hevdîtin û peymanên ku veşartî bi şêweyê ‘min kir û bû’, tê wê wateyê ku dema bê wê ferman û komkujî li ser civaka me ya Êzdî dewam bikin.

Komîteya Pêwendiyan îşaret bi zimanê çapemeniya PDK’ê jî kir û wiha got:

Çapemeniya PDK’ê mîna navenda şerê taybet propagandayê dike û dibêje ‘hêzên PKK’ê yên li herêmê wê bên derxistin’.

Bi vê propagandayê, armanca sereke a peymana mijara gotinê eşkere dibe..

Pêwîste gelê me li her cihî li dijî vê rewşê helwestê nîşan bide.

6 sal in sîstemeke parastin û rêvebirinê li Şengalê heye. Heta ku ev yek bi peymanên nû bê qebûlkirin divê bênavber têkoşîn bê meşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv