Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêkhatiyên Şengalê li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê meşiyan 11.10.2020

 

PEYMANÊN LI DERVEYÎ ÎRADEYA ŞENGALÊ
PÊKHATEYÊN ŞENGALÊ LI DIJÎ PEYMANA HEWLÊR Û BEXDA MEŞIYAN

Li dijî Peymana di navbera Hewlêrê û Bexda de hatî mohrkirin, Şengalî li ser piya ne.

Pêkhateyên Şengalê, Êzidî, Ereb, Sunî, Şîa, serekeşîr, oldar, rêxistin û partiyên siyasî li navenda Şengalê kom bûn.

Bi hezaran kesî li dijî biryarên li derveyî îradeya xwe dest bi meşê kirin.

Pêkhateyên Şengalê: Em biryarên dijî îradeya Şengalê qebûl nakin

Di meşê de wêneyên şehîdên fermanê û kesên Şengal û civaka Êzidî li cih hêlan û reviyan hatin hilgirtin.

Piştî meşê li Çerxerêya Qibayil li ser navê pêkhateyan daxuyaniyek hat dayîn.

Mamoste Rîham Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ne hêzên Iraqî û ne jî hêzên herêma Kurdistanê li hemberî DAIŞ’ê tiştek nekirin.

Me li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe da û Şengal rizgar kir.

Bêyî îrade û beşdarbûna kesên di oxira rizgarkirina herêmê de şehîd dane, bêyî beşdarbûna malbatên mexdûr, derheqê rêveberina bajarê me de biryar hatine dayîn.

Ev biryar ji aliyê kê ve hatibin girtin, bila bên girtin û kî destek dide bila bide, em qebûl nakin.

Di daxuyaniyê de 2 daxwazên sereke yên Şengaliyan wiha hatin rêzkirin:

Derbarê rêvebirina bajar de çi biryar bê girtin, pêwîste Şengalî jî di nav de cîh bigirin.

Ji bo danustandinên têkildarî Şengalê û beşdarbûna gelên herêmê pêwîste lijneyek were avakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv