Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Navendî ya PKK’ê

 

 

Sibê salvegera avabûna PKKê ye.

Ev hêza pêşeng ya gelê kurd 43 sal li pey xwe hişt.

Emê îşev piraniya bultena xwe ji vê mijarê re veqetînin, pêşî em cih bidin daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê.

KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê:
BI TÊKOŞÎNA 50 SALÎ RÊBER APO Û PKK’Ê PÊŞÎ LI QIRKIRINA GELÊ KURD GIRT

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi wesîleya salvegera xwe ya 43’emîn li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand.

Komîteyê salveger li Rêber Apo li gelê kurd û hemû berxwedêrêran pîroz kir, di şexsê Hakî Karer de hemû şehîdên dozê bi minetdarî bi bîr anîn.

Komîteyê destnîşan kir ku ew ji niha ve sala pêncemîn a danîna bingeha PKK’ê pîroz dikin.

Bi têkoşîna pêncî salan re, Rêber Apo û PKK’ê pêşiya qirkirinê girt.

Hebûna gelê Kurd û azadiya wê garantî kir, mirovayetî ji qirkirineke din rizgar kirin.

Ji xeynî hêzên ku dijminatiya PKK û gelê Kurd dikin, îro her kes vî tiştî qebûl dike.

Rêber Apo û PKK’ê mirovên Kurd û civaka wê li ser bingeha azadiyê ji nû ve afirand.

Bû ruhê azadiyê, bîr, bawerî, îrade, rêxistin û çalakiya hemû bindestan.

KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê:
PKK’Ê PÊŞVEÇÛNA HERÎ MEZIN A DÎROKÊ DI QADA AZADIYA JINAN DE AFIRAND

Komîteyê diyar kir ku Rêber Apo û PKKê pêşveçûna herî mezin a dîrokê de di qada azadiya jinan de afirand.

Bi şoreşa ekolojîk re, Şoreşa Azadiyê ya Jinan kir bingeha azadiya civakî.

Şoreşa Azadiya Jinan bi pêşengiya PAJK’ê û bi qehremaniya YJA Starê, dibe garantiya azadiya gelê Kurd.

Ji aliyê din ve jî feraset û siyaseta mêrserwer a bi hezaran salan parçe dike.

Bi vê re sedsala 21’emîn dibe sedsala jinan, jiyana wekhev, demokratîk û azad.

KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê:
FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DI SALA 44’AN WÊ HILWEŞE

Komîteyê serkeftin û encamên têkoşîna bê rawestan jî destnîşan kir:

Di sala 44’an a PKK’ê de encam li ber çavan in.

“Plana îmha û tasfiyekirinê” ya faşîzma AKP-MHP’ê ya bi desteka DYA û PDK’ê pûç bûye.

Faşîzma AKP-MHP’ê ya di sala 43’an a sala PKK’ê de şikestî di sala 44’an de wê hilweşe.

Li vir tişta ku em ji hêzên hevkar ên wek PDK’ê re bibêjin ew e ku bes bibe hevkarê siyasteta faşîst-qirker.

Di serî de DYA û YE, hêzên derve jî divê êdî zanibin hurmetê bidin vîna azad a gelê Kurd.

KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê:
EM Ê TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA SALA 44’AN TIM GEŞ BIKIN Û BIDOMÎNIN

Komîteyê destnîşan kir ku wê di sala 44’an de jî têkoşîn bi xurtî were meşandin:

Em ê nehêlin ku rejîma faşîst-qirker bi dek û dolaban xwe li ser piyan bihêle.

Ji bo ku pergala êşkence û tecrîdê bişke û azadiya Rêber Apo pêk were em ê her tiştî bikin.

Di sala 44’an a partiyê de em ê têkoşîneke wiha bi rengekî serkefttî geş bikin.

Helbet, em ê van hemûyan bi hêza xwe, bi gelê xwe yê welatparêz û ciwanan bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv