Endamê Konseya Rêveber a KCK’e Cafer Şervan jî ev peyam da û got:
Dawiya desthilata Erdogan-Bahçelî êdî xuya dike.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN:
DAWIYA DESTHILATA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê HATIYE
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan têkilî salvegera 43’an a PKK’ê ji ANF’ê re axivî.
Cafer Şervan salveger li Rêber Apo, şehîdên doza azadiyê û berxwedêran pîroz kir û got:
Ji her alî ve dîroka berxwedanê ya tevgera PKK’ê, bûye dîroka avakirina jiyana azad.
PKK bi deh hezaran şehîdên xwe û bi desteka bi milyonan xelkên me hêviya rizgariyê ya mirovahiya pêşverû ye.
Desthilatên faşîst ên mêtinger li ber berxwedana bêhempa ya partiya me û gelê me bi ser neketine û çûne sergoyê dîrokê.
Dawiya desthilata Erdogan-Bahçelî yên faşîst jî êdî xuya dike.
Cafer Şervan pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê” ya ciwanan bi bîr xist û got:
Ciwanên Kurdistanê talûkeya êrişên qirker ên li ser gelê me bi hemû rengê xwe dîtiye û xwestiye bibe bersiv.
Divê ciwan hemû êrişên dijmin pûç bikin û biherikin qadên gerîla.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN:
BI BERXWEDANÊ RE DEMA WÊ YE KU EM BI RÊBERTIYA AZAD RE BIGIHÎJIN HEV
Cafer Şervan îşaret bi pêşketina têkoşîna jinê kir û ev nirxandin kirin:
Têkoşîna berxwedana jinan jî li dijî hêzên serwer ên faşîst li gelek qadan bênavber didome.
Li Rojava, Başûr û Ewropayê jî jin di çalakiyên girseyî de tim li pêş bûn.
Jin bi rengekî herî xurt tevlî pêngava Dem Dema Azadiyê ye, ya tevgera me bûne û bi rola pêşeng rabûne.
Berxwedana hevrêyên gerîla yên jin ên li nav têkoşîna azadiyê derbên giran li hêzên dagirker dane.
Cafer Şervan bal kişande tecrîda li ser Rêber Apo jî û wiha got:
Di vê serdema têkoşînê de hedefa me ya sereke bidawîkirina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo ye.
Li çar aliyê cîhanê ji bo azadiya Rêbertiyê çalakî û kampanya tên lidarxistin.
Bi berxwedana gelê me, êdî tam dema wê ye ku em bi Rêbertiya Azad re bigihijin hev.