KOMÎTEYA AZADIYA RÊBER APO:
DI HEFTEYÊKÊ DE 25 HEZAR Û 821 NAME HATIN ŞANDIN
Komîteya Azadiya Rêber Apo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27’ê Adarê pêngava name şandinê da destpêkirin.
Di çarçoveya pêngavê de têkîldarî rewşa Rêber Apo bi riya E-Mailê name ji CPT’ê re tên şandin
Komîteyê herwiha bang li CPT’yê kir erka xwe bi cih bîne, serdana Îmraliyê bike, zextê li dewleta Tirk bike da ku bihêla parêzer û malbat biçin Îmraliyê.
Komîteyê wekî din bi daxuyaniyê eşkere kir di nava hefteyêkê de 25 hezar û 821 name bi riya E-Mailan ji CPT re hatine şandin.