PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
CIWANAN LI BER AVAHIYA CPT’YÊ JI BO RÊBER APO ÇALAKÎ PÊK ANÎ
Ciwanê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo li seeranserê Ewropayê di nava çalakiyan de ne.
Ciwanên kurd ji bo CPT bi mijara ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo de bi erka xwe rabe li ber avahiya wê çalakiyeke li dar xist.
Ciwanên li ber avahiya CPT bi dirûşmên xwe dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re nîşan da.
Ciwanan li vir daxuyaniyek jî da û got:
Rêber Apo 22 sal in di Pergala Îmraliyê de tê ragirtin.
Esareta Rêber Apo ya li Îmraliyê esareta gelê kurd e.
CPT çavê xwe ji rewşa dermirovî ya li Îmraliyê re digire.
Em dixwazin Ewropa dev ji siyaseta xwe ya qirêjî ya li hemberî Rêber Apo berde.
POLÎSAN ÊRIŞÎ CIWANAN KIR
POLÎSAN ÊRIŞÎ CIWANÊN LI BER CPT KIR 2 CIWAN BINÇAV KIRIN
Polîsên fransî li vir êrişî ciwanên li ber CPT kir.
Di êrişa polîsan de gelek ciwan hatin derbkirin û bi kêmanî 2 ciwan jî hatin binçavkirin.
Ciwan bi dirûşman êrişa polîsan şermezar kir.