Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koçerên Deştadarê xwe ji bo zozanan amade dikin

 

KOÇERÊN DEŞTADARÊ XWE JI BO ZOZANAN AMADE DIKIN
JINÊN DEŞTADARÊ: EM Ê DI DEMEKÎ KIN DE BIÇIN ZOZANAN

Mêrg, çiya û newal, cihê herî xweş yê ji bo koçera ye.

Ev warê bedew yê xwezayê nîvê demsalekê malovaniya mirovan dike.

Li Kurdistanê bi hatina biharê re rêwîtiya ber bi çûyîna zozan ve dest pê dike..

Yek ji deverên ku koçer zêde lê rêwîtiyê dikin jî herêma Botanê ye.

Koçerên Botanê ku di payizê de vedigerin warê xwe bi hatina biharê re dikevin nava liv û tevgerê û ji bo çûna zozan amadekariyê dikin.

Li Bajarokê Deştedarê yê navçeya Hezexa Şirnexê jî jinên koçer ku amadekariya çûnê dikin, konên ku havînê dê li zozanan bi kar bînin bi awayekî hevbeş bi destên xwe çêdikin.

Qemer Akman û Şemsiye Balica xwe ji bo çûyîna zozana amade dikin.

Qemer Akman diyar dike ku ew diçin zozanên Faraşînê, Wanê, Colemêrg û Elkê.

Kedkara jin Qemer Akman dibêje ji bo wan ku der xweş be ew li wêderê bicih dibin û got em ji jiyana xwe hez dikin.

Şemsiye Balica jî dibêje ew çar demslan bi koçeriyê re mijul dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv