ŞAREDARIYA MÊRDÎNÊ BÛYE CIHÊ RANTÊ
QEYUMÊ MÊRDÎNÊ XIZMÊN XWE LI ŞAREDARIYÊ BI CIH DIKE
Dewleta Tirk 11’ê Hezîrana 2020’an şaredariya HDP’ê ya Mêrdînê dagirkir.
Li şuna hevşaredarên ku bi dengê gel hatibûn hilbijartin jî qeyum bicîh kirin.
Qeyumê dewleta Tirk ji Edene, Mereş û Stenbolê, xizmên xwe biriye Mêrdînê û li şardariyê erkdar kiriye.
Tê gotin ku qeyumê Tirk bi nasên xwe û hin kesên midûriyeta polîsan û miftîtiyê bajêr, şaredariyê rêve dibe.