LI DIJÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ HELWESTA NETEWÎ
KNK’Ê SERDANA HIZBA KOMUNISTA KURDISTANÊ KIR
Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK ji bo pêşxistin û rêxistinkirina helwesta neteweyî li dij dagirkeriya dewleta Tirk xebatêm xwe didomîne.
Heyeta KNK’ê ev 4 roj in li bajarê Hewlerê yê Başûrê Kurdistanê bi partî û rêxistinên civakî re hevdîtinan dike.
Heyetê herî dawî serdana Hizba Komunîsta Kurdistanê kir.
Sekretê Hizba Komunîst Kawa Mehmûd û endamên Polîtburoyê heyet pêşwazî kirin.
Piştî civînê der du alî derketin pêşberî çapemeniyê û daxuyaniyek dan.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad têkildarî naveroka hevdîtinê ev agahî dan.
Sekreterê Hizba Komunîsta Kurdistanê Kawa Mehmûd jî piştgiriya xwe ya ji bo xebatên KNK’ê diyar kir û got:
Li hemberî metirsî û gefên li dijî hebûna gelê Kurd divê em bi yekdengî xwedî helwest bin.
Heyeta KNK’ê her wiha serdana dezgehê Standart jî kir.
Di axaftinan de bang li hemû kurdan hat ku kirin ku li dijî siyaseta îmha û înkarê bibin yek.