LI EFRÎNÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK
BI HEVKARIYA SAZIYÊN NAVNETEWÎ GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ DIDOME
Dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê li gel talan, kuştin, revandin û qirkirinê lez daye siyaseta guhertina demografiya herêmê.
Bi alîkariya hin dewletên Kendavê û komeleyên Ewrûpî ji Cerablusê heya parêzgeha Idlibê avahiyên mêtîngeriyê tên avakirin.
Dewleta tirk di van avahiyên ku tên avakirin de malbatên çeteyên ji çar aliyên cîhanê berhev kirine, bi cîh dike.
Di qada navnetewî de li himber vê siyaseta ku wek guhertina demokrafiyê û metîngeriyê tê pênasekirin bêdengî heye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye têkildarî mijarê li herêma Şehbayê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji herêmê nêzî 300 hezar Kurd bi darê zorê hatine koçber kirin…