Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KNK: Heyeta aştiyê mêvanên Kurdistanê ne û dostên gelê me ne

 

ASTENGKIRINA HEYETA AŞTIYÊ
KNK: EW MÊVANÊN KURDISTANÊ NE Û DOSTÊN GELÊ ME NE

Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK’ê têkildarî astengkirina endamên heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KNK’ê destpêkê bal kişand ser êrişên Dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û wiha got;

Ji bo hevdîtin, aştî û diyalogê komek dostên Kurd berê xwe dan Başûr, lê mixabin hinek rayedarên Hewlêrê, van dostan asteng dikin û nahêlin karê xwe bikin. Bi navê wezareta navxwe daxuyanî têne dayîn ku ev daxuyanî van dostan reş dikin û wan weke çalakvanên dijî ewlehiya Herêmê nîşan didin. Bi tevahî ew daxuyanî û ew îdîa ji rastiyê dûr in û ne di xizmeta gel û berjewendiyên herêmê de ne.

KNK’ê ragihand ku ew kesên çûne Başûr, dostên gelê me ne û wiha got;

Ew kes di berxwedana Kobanê de, şerê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de û li berxwedana Şengal û gelek deverên din yên Kurdistanê, cihê xwe li cem gel û berxwedêrên Kurd girtine û bedel dane. Herweha van kesan di asta Cîhanê de doza gelê Kurd dane naskirin û weke dîplomatên Kurd xebitîne. Ew niha jî bi vê niyetê bi vê helwestê hatine Kurdistanê. Ew mêvanên ezîz yên Kurdistanê ne. Pêwîste em mêvanperweriya xwe li hember wan nîşan bidin.

KNK’ê bang li hukumet û asayîşa Herêma Kurdistanê kir ku van dostan asteng nekin, rê li ber wan xweş bikin û wan weke mêvan bibînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv