Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevkariya li dijî gerîla: Şirîkatiya PDK`ê û dewleta Tirk

 

HEVKARIYA LI DIJÎ GERÎLA
ŞIRÎKATIYA PDK’Ê Û DEWLETA TIRK

Li dijî Başûrê Kurdistanê tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk nêzî 50 roj in dewam dike.

Girêdayî vê tevgera dagirkeriyê, PDK jî hêzên xwe sewqî herêmê dike û li dijî gerîla piştevaniya artêşa tirk dike.

Bi vê yekê re têkiliyên PDK’ê dewlata Tirk careke din ketin rojevê.

Têkiliyên her du aliyan di salên 1960’î de bi kuştina Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiyê Saîd Elçî cara ewil pêş ketin.

Bi demê re ev têkilî veguherîn tifaqa li dijî tevgara Azadiya Kurdistanê.

Têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re piştî pêngava 15’ê Tebaxê hîn xurttir bû.

Piştî vê dîrokê, PDK’ê li dijî PKK’ê dest bi antî-propagandayekê kir û bang li alîgirê xwe kir ku li dijî PKK bibin cerdevan.

Bi hevkariya PDK’ê artêşa tirk gelek êriş dan meşandin. Hin ji van tevgeran evin:

– Şêwirmendê Mesûd Barzanî Muhsîn Dîzayî, 8’ê Adara 1991’an cara ewil bi awayekî fermî çû Tirkiyê û bi Musteşarê MÎT’ê Teoman Koman û Musteşarê Karên Derve Tûrgay Ozçerî re hevdît pêk anî. Di vê hevdîtinê de li dijî PKK’ê hin biryar hatin girtin.

– Îstixbarata Tirk, di çarçoveya hevdîtinê de li gelek deverên Başûrê Kurdistanê baregehên xwe ava kirin.

– 5’ê Tîrmeha 1991’ê PDK’ê li Enqereyê buroyek vekir.

– Artêşa tirk bi piştgiriya PDK’ê 6’ê Gulana 1992’yan li qada Behdînanê bi navê “Çekîç Guç” tevgereke bejahiyê da destpêkirin.

– Bi vê tevgerê ve girêdayî Xoşyar Zabariyê PDK’yî 8’ê Hezîrana 1992’an çû Ankarayê. Piştî serdana Zebarî, Parlementoya Herêmê biryara mayina eskerên Tirk li Başûr dirêj kir.

– PDK û artêşa Tirk, 2’yê Cotmeha 1992’yan li dijî PKK’ê bi navê “Kazma Harekati” dest bi tevgerek hevpar kirin.

– Di 19’ê Adara 1995’dan jî artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî qadên gerîla dest bi tevgera “Çelîk Harekati” kir.

– Di çarçoveya peymana Dublînê de 14’ê Gulana 1997’an Tirkiye û PDK’ê bi beşdarbûna 200 hezar eskerî li herêma Kurdistanê li dijî PKK’ê bi navê “Çelîk harekati” dest bi tevgera qirkirinê kir.

– Tirkiye û PDK’ê 25’ê Îlonê û 15’ê Cotmeha 1997’an tevgera “Şafak Vaktî” dan destpêkirin.

– Di sala 1997’an de PDK bi awayekî daîmî mayina eskerên Tirk li herêma Kurdistanê erê kir. Heya niha jî nêzî 12 hezar eskerên Tirk li Herêmê dimînin.

– Tirkiye, di Gulana 1998’an de bi beşdarbûna pêşmergeyên PDK’ê li dijî PKK’ê “Mûrat Operasyonû” da destpêkirin.

– Dewleta tirk di Gulana 1999’an de li dijî PKK’ê tevî pêşmergeyên PDK’ê “Tevgera Sandivîçê” da destpêkirin.

– Artêşa tirk, 17’ê Kanûna 2007’an bi agahiyên îstixbarî yên DYA û PDK’ê, bi 54 balafirên F-16 êrîş birin ser Qendîlê.

– Paşê 21-29’ê Sibata 2008’an bi navê “Guneş Harekati” li Zapê operasyonek hat destpêkirin.

– Di Mijdara 2008’an de Tirkiye û PDK’ê peymanek îmze kirin û li deverên stratejîk eskerên taybet û pêşmerge hatin bicihkirin.

– Di sala 2012’an de bi ” Şoreşa Rojavayê” PDK û Tirkiye hîn bêtir nêzî hev bûn.

PDK’a ku ji van êrişên qirkirinê encam dernexistiye niha dîsa bi dewleta dagirker a tirk re êrişan dibe ser herêmê gerîla.

Ev hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re ji gelek aliyan ve bi zimanekî tund tê rexnekirin û şermezarkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv