KONSEYA RÊVEBER A KNK’Ê CIVIYA
KNK BANGA TEVLÎBÛNA PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE” KIR
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, 27’ê Îlona 2020’an civîna xwe ya asayî lidar xist.
KNK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya civînê ragihand û ji bo azadiya Rêber Apo banga tevlîbûna pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ kir.
KNK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya civînê eşkere kir.
Di encamnameyê de tê gotin ku bi şêweyekî berfireh rewşa siyasî ya li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê hatiye şîrovekirin û nirxandin.
Her wiha ji bo amadekariya civata giştî ya vê salê jî bername hatiye amadekirin.
Girîngiya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” bi berfirehî hatiye nîqaşkirin û tê gotin, ji bo ku ev pêngav serbikeve, pêwîst e yekrêzî û hevdengiyek neteweyî jî hebe.
KNK, tevlîbûna sendîkayên Birîtanî yên ji bo kampanyayê bibîr dixe û bang li Kurdistaniyan dike ku li her devera lê ne piştevaniya pêngavê bikin û bi girseyî tevlî bin.
Her wiha di encamnameyê de tê gotin ku rewşa çar beşên Kurdistan, Rojhilata navîn û Cîhanê hatiye nîqaşkirin û li di encama nîqaşan de plansaziyek hatiye kirin.