SALVEGERA KOMPLOYA NAVNETEWÎ YA 9’Ê COTMEHÊ
KALKAN: JI BER ECEVÎT, BAHÇELÎ Û YILMAZ NEKARÎN BI SER BIKEVIN, HIKÛMETA WAN TÊK ÇÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di serî de atmosfera siyasî ya dema komployê û avakirina hukumeta Ecevît-Bahçelî-Yilmaz destnîşan kir.
Kalkan anî ziman ku Emerîkayê ji bo pêkanîna komployê û serxistina pergala êşkence û tecrîdê hukûmeta wê demê wezîfedar kiribû û got:
“Lê belê wê hukumetê nekarî pêşiya xebatên Rêber Apo bigire û PKK’ê ji hev bixe. Rêber Apo bi parêzname û têkoşîna xwe PKK mezin kir. Ji ber ku hukumeta Ecevît nekarî bi ser bikeve, parçe bû û têkçû.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
AMERÎKAYÊ JI BO KOMPLOYÊ BIGÎNE SERÎ, ERDOGAN Û AKP ANÎN SER KAR
Duran Kalkan diyar kir ku hêzên komploger ji bo serxistina komployê, hukumeta nijadperest û olperest Tayîp Erdogan jî ava kir û got:
AKP ne bi awayekî normal bi ser ket. Amerîka û sermayeye navnetewî ji bo komployê ser bixe ew anî ser kar. Lewma ne AKP partiyeke normal, ne Tayîp Erdogan şexsekî ku bi serê xwe tevdigere ye. Tayîp Erdogan û AKP, di pêvajoya komploya navnetewî de, ji aliyê hêzên navnetewî hatine wezîfedarkirin. Her çiqas dûre nakokî ketibe navbera wan jî, lê ev nikare vê rastiyê veşêre.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
PÊNGAVA KCK’Ê JI BO BI TEMAMÎ TÊKBIRINA KOMPLOYÊ FIRSETEKE MEZIN E
Endamê Komîteya Rêveber Dûran Kalkan biryardariya li dijî hişmendiya qirker û mêtînger jî destnîşan kir û got: Riya bi temamî têkbirina hişmendiya qirker, di têkbirina komployê re derbas dibe û got:
Pêngava dem dema pêkanîna azadiyê ye firsendeke mezin e. Divê gelê Kurd, jin, ciwan, karker û kedkar, û hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyê û rojhilata navîn beşdarî pêngava KCK’ê bibin. Berxwedanê esas bigirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ya teng û zayif bûye, bi berxwedanê dikare were têkbirin, pêşî li dagirkeriyê were girtin û rê li jiyaneke demokratîk, azad û wekhev were vekirin.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
EMÊ DAGIRKERIYÊ RAWESTÎNIN, FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN, RÊBER APO Û KURDISTANÊ AZAD BIKIN
Dûran Kalkan xeta têkoşînê ya demê wekî xeta berxwedana “hûn nikarin roja me tarî bikin” pênase kir û got:
Emê di 23. sala komployê de, emê li dijî tecrîd û dagirkeriyê bi rêbazên afirîner ên her awayî têkoşînê xurt bikin, dagirkeriyê û faşîzmê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Emê Kurdistana azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk ava bikin. Emê mezin şer bikin û teqez bi ser bikin.