Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: Em gerîlayên bi ruhekî xwebexşane li ber xwe didin silav dikin

 

JI KJK’Ê TÊKILDARÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK DAXUYANÎ
“EM GERÎLAYÊN BI RUHEKÎ XWEBEXŞANE LI BER XWE DIDIN SILAV DIKIN”

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Metîna, Avaşîn û Zapê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku dewleta Tirk bi êrişa ku li rasta roja qirkirina Ermenan anî, li ser tevgera me ya azadî û gelên berxwedêr qirkirinê ferz dike.

Ev konsepta tinehesibandin û tinekirinê, xwe dispêre pîlana “çokdanînê” ya 2014’an.

Em gerîlayên HPG û YJA-Starê yên li dijî vê êrişê bi ruhekî xwebexşane li ber xwe didin, silav dikin.

Gerîlayên Kurdistanê bi ruhê Garê li Avaşîn, Metîna û Zapê li ber xwe didin û bersiveke xwebexşane didin.

JI KJK’Ê TÊKILDARÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK DAXUYANÎ
“AMERÎKA Û HÊZÊN HERÊMÎ DESTEKÊ DIDIN ÊRIŞÊ”

Di daxuyaniya KJK’ê îşaret bi piştgiriya hêzên navneteweyî ya ji bo vê êrişa dagirkeriya Tirk hat kirin:

Ev êriş hem bi desteka Amerîka û hem jî bi ya hêzên herêmî pêk tê.

Wekî din ne pêkan bû, ku êriş dest pê bikin.

Êrişa berfireh a ji bo dagirkirinê ya piştî hevdîtina rêveberiya Amerîka bi rayedarên Tirk re ispata hevkariyê ye.

Amerîka li rex naskirina qirkirina li dijî Ermenan, xwe ji qirkirina Kurdan jî neda paş.

JI KJK’Ê TÊKILDARÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK DAXUYANÎ
“DAGIRKERIYA TIRK DI DEMA XWE YA HERÎ ZOR DE YE”

Di daxuyaniyê de îşaret bi lewazbûn û qelsbûna Komara Tirkiyê hat kirin û wiha hat gotin:

Di dema xwe ya herî zor de ye.

Zihniyeta faşîst a Komara Tirkiyê û pêkanînên wê bûne bela serê tevahiya cîhanê.

Pêşî jî wê hêzên herêmî û navneteweyî ji ber piştgiriya didin vê rêjîma faşîst derbê bixwin.

JI KJK’Ê TÊKILDARÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK DAXUYANÎ
“WÊ GERÎLAYÊN ME BI MAFDARBÛNA XWE DIJMIN JI HER DERÊ BIQEWITÎNIN”

Hêzên Azadiyê yên Kurd û gerîlayên wan, bi serbilindî, moral û vîneke mezin li dijî vê faşîzmê li ber xwe didin.

Gerîlayên me yên hêza xwe ji heqîqet û heqbûyîna xwe digirin, wê dijmin ji deverên dagirkirine biqewitînin.

Bawerî, vîn û moralê gerîla, xezîneya wan a herî mezin e.

Ti kes nikare bi hêsanî van xezîneyan dagir û desteser bike.

JI KJK’Ê TÊKILDARÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK DAXUYANÎ
“DIVÊ JINÊN KURD LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI HER DERÊ BI PÊŞENGIYA XWE RABIN”

KJK’ê bang li Kurdan hemûyan kir, ku êrişa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê weke xeta xwe ya sor bibînin.

Ji ber vê yekê divê nerazîbûn di asta herî jor de be.

Ji ber ku gerîla hêviya misogeriya azadiyê ya siberoja gelê Kurd û gelên herêmê ye.

Ji bo vê hêviyê û azadiyê, divê her cûre fedekarî bê kirin.

Wê serketin bibe ya gerîla, gelê me û jinên pêşengiyê ji têkoşînê re dikin.

Divê jinên Kurd li dijî dagirkeriyê bi têgîna dema azadiya Kurdistan, Rêbertî û jina azad e tevbigerin.

Bi wêrekî, biryardarî û ruhê seferberiyê bikevin tevgerê û li her derê li dijî dagirkeriyê pêşengiyê bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv