Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: 1’ê Gulanê li dijî kapîtalîzmê bilindkirina ala sosyalîzmê ye

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê
1’Ê GULANÊ LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ BILINDKIRINA ALA SOSYALÎZMÊ YE

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkilî 1’ê Gulanê daxuyaniyeke niviskî da.

KCK’ê 1’ê Gulanê li kedkaran hemûyan pîroz kir û destnîşan kir, ku 1’ê Gulanê roja piştevanî û têkoşînê ya yekîtî û piştevaniyê ya kedkaran e.

1’ê Gulanê li dijî modernîteya kapîtalîst, roja hildana ala sosyalîzmê ye.

Reng, dîn, ziman, zayenda xwe çi dibe bila bibe, ew roj e ku hemû daxwaza azadî û demokrasiyê berz dikin.

Em şehîdên 1’ê Gulanê û têkoşîna kedê hemûyan bi minet û hurmet bi bîr tînin.

Şehîdên vê dozê 1’ê Gulanê ji bo hemû mirovahiyê kirine roja demokrasî, azadî û civakparêziyê.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê
KURD BI PARADÎGMAYA XWE YA NÛ NIRXÊN 1’Ê GULANÊ DIPARÊZIN

KCK’ê bal kişand ser têkoşîna gelê kurd di oxira azadî û demokrasiyê de û wiha dewam kir:

Gelê Kurd ji salên 1970’yî û vir ve weke civaka ku li Rojhilata Navîn têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê li herî pêş dike ye.

Gelê Kurd şanaz e ku yek ji parêzvanê herî mezin ê nirxên 1’ê Gulanê ye.

Kurd îro bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk di rewşeke wiha de ne ku sosyalîzmê bi rengekî herî demokratîk diparêzin.

Ji ber vê sedemê faşîzma AKP-MHP’ê, êrişî ser hêzên azadiyê yên gelê Kurd dike.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê
ÊDÎ 1’Ê GULANÊ WÊ WEKE ROJA JINAN A AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ WERE PÎROZKIRIN

KCK’ê pêşengiya jinan di têkoşînê de bi bîr xist û bi taybetî jî bal kişand ser berxwedana jinên kurd:

Îro di şexsê jina Kurd de, jina demokratîk a civakparêz bûye pêşengiya jiyana azad.

8’ê Adarê û 1’ê Gulanê ku weke rojên hev temam dikin, ji bo ku hişmendiya nû ya sosyalîzmê li cîhanê hemûyî serwer bibe bi rola xwe ya dîrokî radibin.

Ev 1’ê Gulanê ji bo jinên ku 8’ê Adarê li tevahiya cîhanê rabûne ser xwe, wê bibe roja ku bi rengê civakê rabin ser xwe.

Êdî 1’ê Gulanê wê weke roja jinan a azadî, demokrasî û sosyalîzmê were pîrozkirin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê
DESTHILATDARÎ DIXWWAZE COVÎD-19 JI XWE RE BIKE HINCET DIVÊ EV NEYÊ QEBÛLKIRIN

KCK’ê destnîşan kir ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê niha jî ji bo pêşî li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bigre ji xwe re Covîd 19’ê dike bahane û wiha dewam kir:

Di vê 1’ê Gulanê de yekîtî, piştevanî û têkoşîna gelan û kedkaran divê dawiya vê dethilatê nêz bike.

Hemû qadên Kurdistan û Tirkiyê divê bibin qadên 1’ê Gulanê.

Bêyî ku Covîd were gotin, geşkirina têkoşînê ya hemû gelan peywireke dîrokî û pîroz e.

Ev desthilat dixwaze qira Kurdan bîne, divê hemû kedkar li dijî vê helwesta hewce nîşan bidin.

Gelê Kurd jî divê li dijî vê desthilatê li cem gerîla bisekine.

Hemû kedkar, gel, jin, ciwan û hêzên demokrasiyê divê mil bidin gelê Kurd, têkoşînê geş bikin û dawî li vê desthilatdariya faşîst bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv