Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: ‘Em ê desthilatdariya AKP-MHP’ê birûxînin, deverên dagirkirî azad bikin’

 

“LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ, DEMA PARASTINA JIN Û CIVAKA AZAD E”
KJK: BI MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ WÊ AZADIYA RÊBER APO YA FIZÎKÎ PÊK WERE

Koordînasyona KJK’ê ji bo sala 2’yan a Pêngava “Li Dijî qirkirina jinê, dema parastina jin û civaka azad e” daxuyaniyek da.

KJK’ê ji bo hedefên pêngavê di sala duyemîn de pêşî bal kişand ser têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo.

Me berxwedaneke mezin û bi heybet kir.

Lê Rêbertiya me hê jî li Îmraliyê ye û Kurdistan jî hê dagirkirî ye.

Pirsgirêkên jinan hê jî bi dijwariya xwe hemûyî didomin.

Me dikarî bi awayekî xurttir xwedî li Rêbertî û azadiya xwe derkevin.

Li vê derê ya divê bê kirin, israra di berxwedan û rêxistinkirinê de ye.

Em ê bi mezinkirina têkoşînê, eşqa serketinê û pêşxistina israra vê yekê rexnedayîna xwe bidin.

Em çiqasî têkoşînê mezin bikin, wê azadiya fizîkî ya Rêbertiya me jî bipêşkeve.

Koordînasyona KJK’ê rojeva sereke ya pêngavê weke şikandina tecrîda li dijî Rêber Apo û azadkirina wî û hedefa wê ya sala 2’yan jî wiha destnîşan kir:

“LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ, DEMA PARASTINA JIN Û CIVAKA AZAD E”
KJK: EM Ê DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê BIRÛXÎNIN, DEVERÊN DAGIRKIRÎ AZAD BIKIN

Çiqasî tecrîda li dijî Rêbertiya me bidome, tecrîda li dijî jinan, gelê me û mirovahiyê jî girantir dibe.

Heta pirsgirêkên jinan weke pirsgirêkên stratejîk neyên dîtin, ruhê berxwedan û azadiyê nikare bê mezinkirin.

Ji ber vê yekê biserxistina doza Kurd jî bi çareserkirina pirsgirêkên azadiya jinê mumkun e.

Ji bo vê yekê jî rûxandina desthilatdariya AKP-MHP’ê pêwîst e.

Em ê bi yekîtiya jinan, îtîfaqa kirêt a mêr, ku bi xeyalên Osmaniyên kevin dagirkirina deverên nû daniye pêşiya xwe tine bikin.

Em ê çiya, deşt, bajar û gundên ku dewleta Tirk a faşîst dagir kirine, bi pêngavên şoreşgerî azad bikin.

Di daxuyaniyê de KJK’ê got:

Em jî li ser vî bingehî dibêjin “Li Dijî Qirkirina Jinê, Dema Parastina Jin û Civaka Azad e.”

Ji bo azadkirina paşerojê, banga me li tevahiya jin, ciwan, gelê me, gelan û mirovahiyê ye;

Werin beşdarî têkoşîna me ya hêviyê dide jinan bibin.

Werin beşdarî pêngavên me yên berxwedanê û refên me bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv