Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: ‘Em hêzên YJA-Star û HPG’ê yên pêşengî ji pengavan re kirin silav dikin’

 

“LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ, DEMA PARASTINA JIN Û CIVAKA AZAD E”
KJK’Ê TÊKILDARÎ SALA 2’YAN A PÊNGAVÊ DAXUYANIYEK DA

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê, têkildarî salvegera destpêkirina Pêngava “Li dijî Qirkirina Jinê, Dema Parastina Jin û Civaka Azad e” daxuyaniyek da.

Ev pêngav 22’yê Îlona 2020’an piştî Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ya KCK’ê hatibû ragihandin.

KJK’ê diyar kir, ku ji bo tecrîda li dijî Rêber Apo bê şikandin û azadiya wî ya fizîkî pêk were, têkoşîneke girîng bi pêngavan derketiye holê.

Koordînasyonê destnîşan kir, ku bi pêngavê fikir û ramanên Rêber Apo zêdetir belav bûne.

Di daxuyaniyê de beşdarên li her pêngavên KJK û KCK’ê hemû hatin silavkirin.

Em tevahiya hevrê û welatparêzên xwe yên di vê pêngavê de şehîd bûn silav dikin, dilsoziya bi bîranînên wan re tînin ziman û soza serketinê didin.

Di daxuyaniya KJK’ê de beşdariya li pêngavê, ji aliyê gerîla û gel ve li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welêt bi berfirehî hat nirxandin.

Bi taybetî hat destnîşankirin, ku bi çalakiyan rewşa Rêber Apo timî di rojevê de hatiye hiştin.

Ji bo beşdariya gerîlayên HPG û YJA-Starê di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ, DEMA PARASTINA JIN Û CIVAKA AZAD E”
KJK: EM HÊZÊN YJA-STAR Û HPG’Ê YÊN PÊŞENGÎ JI PÊNGAVAN RE KIRIN SILAV DIKIN

Hêzên me yên YJA-Starê di berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk de li Zap, Metîna û Avaşînê pêşengiyê dikin.

Asta xwebexşiyê ya di şexsê gerîlayên jin de pêşket, di heman demê de dilsoziya gelê me ya bi azadiyê re nîşan dide.

Jin bi nasnameya jina azad bi îdîaya jiyana li Kurdistana azad, di nava gerîla de bi awayekî herî heybet temsîl dikin.

Hêzên YJA-Starê dikarîn bi şer û berxwedana xwe bibin çavkaniya moral, bawerî û hêviyê ji bo tevahiya jinên cîhanê, gelê me û mirovahiyê.

Em jî hêzên YJA-Star û HPG’ê yên pêşengî ji pêngavên KCK û KJK’ê re kirin, bi hurmet silav dikin.

“LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ, DEMA PARASTINA JIN Û CIVAKA AZAD E”
KJK’Ê BEŞDARIYA LI PÊNGAVÊ YA LI KURDISTANÊ Û DERVEYÎ WELÊT SILAV KIR

Di daxuyaniya KJK’ê de beşdariya li pêngavê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî hat nirxandin.

KJK’ê destnîşan kir, ku jin û ciwanan bi beşdariya xwe asteke girîng a berxwedanê derxistine holê.

Bi taybetî di warê têkoşîna li dijî êrişên li ser jinan de, rakirina peymana Stenbolê, dagirkirina şaredariyan û tine hesibandina pergala hevserokatiyê jî KJK’ê wiha got:

Dîsa jî li Bakurê Kurdistanê, di serî de girtiyên PAJK’î bi çalakiya greva birçîbûnê bersiv dan êrişan.

Em vê çalakiya milîtanên PKK û PAJK’ê silav dikin.

Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî bi platform, înîsiyatîf û kampanyayên cûda xebatên xwe dikin.

Li Kurdistanê û Tirkiyê jinan xebateke zêde ya xwedîderketina li tevgera me ya azadiyê kirin.

KJK’ê beşdariya li pêngavê ya li Rojavayê Kurdistanê, Şengalê, Mexmûrê Başûrê Kurdistanê û derveyî welêt jî silav kir.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv