Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: Êdî dema azadiyê hatiye 01.04.2021

 

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ:
ÊDÎ DEMA AZADIYÊ HATIYE

Bi rasthatina 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê daxuyaniyek da..

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku her rojeke ji dîlbûna Rêber Apo dibe sedem ku civak ji azadiyê dûr bikeve û şer û komkujî zêde bibin..

Di daxuyaniyê de tê gotin gelê Kurd û bi taybet jin 4’ê Nîsanê weke destpêka jiyana azad dibînin û wiha dewam dike:

Jiyana rêbertiya me û têkoşîna gelê Kurd hevgirtî ne û bi ti awayî ji ve cûda nabin.

Rêber Apo jiyan û têkoşîna azadiyê bi 3 qonaxan pênase dike:

A yekemîn 4’ê Nîsanê jidayîkbûna biyolojîk e.

Duyemîn bi avakirina PKK’ê re zindîkirina gelê Kurd û xelasiya ji tinebûnê ye.

A sêyemîn jî pêvajoya li Îmraliyê û pêşxistina paradîgmaya nû ye.

Paradîgmaya nû ya rêbertiya me pêşî li rêya xelasiyê vekir û bû hêviya mirovahiyê.

Koordînasyona KJK’ê bi bîr xist ku kampanya azadiya Rêber Apo veguheriye çalakiyeke gerdûnî û wiha dewam kir:

Eger îro li seranserê cîhanê girseyeke mezin daxwaza azadiya Rêber Apo dike, ev ji ber wê yekê ye ku paradîgmaya rêbertiya me weke rêya xelasiyê dibînin.

Di serî de jin, êdî gelê Kurd ji bo mirovahiyê bûye çavkaniya hêviyê. Ji ber vê çendê em dibêjin;

Êdî dem dema azadiyê ye.

Îro rêbertiya me ji ber siyasetên faşîzan ên rêjîma AKP-MHP di bin tecrîdeke giran de ye. Divê were zanîn ku bi bihîstina dengê Rêber Apo, metirsiya li ser jiyana wî ti carî ji holê ranabe. Hişyariya dawî ya Rêber Apo banga berxwedanê bû.

Divê were zanîn ku ji bilî azadiya fîzîkî ya rêbertiya me, em ê tiştekî din qebûl nekin.

Bê goman pêkanîna vê yekê bi qasî gelê Kurd, erka hêzên demokratîk e jî.

Bi biryardariya 8’ê Adar û Newrozê derketî holê, em 4’ê Nîsanê careke din nîşan bidin wê têkoşîn û berxwedana me ji bo azadiyê Rêber Apo were bihêzkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv