Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: Dema qewitandina dehaqan hatiye 18.03.2021

 

PEYAMA KJK’Ê YA JI BO NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
‘EM NEWROZA RÊBER APO YÊ AGIRÊ NEWROZÊ DI DILÊ JINAN DE PÊ XIST PÎROZ DIKIN’

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê bi daxuyaniyekê cejna Newrozê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de Newroz weke ispata xwegihandina azadiyê ya li dijî her cûre astengiyê hat binavkirin û wiha hat gotin:

Newroz bi têkoşîna Rêber Apo pêşengiya wê dike, xwe gihand wateya xwe ya herî rast.

Bi vê têgihiştin û serbilindiya vê yekê em Newroza 2021’ê bi coş û vîneke mezin a têkoşînê û biryardariya rûxandina faşîzma ku lutkeya zilamtiyê ye pêşwazî dikin.

Em Rêber Apo yê agirê azadiyê di dilê jinan û gelan de pê xist û tevahiya dilan veguherand qadên Newrozê silav dikin.

NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KJK: DEMA QEWITANDINA DEHAQAN HATIYE

KJK’ê di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema, Fikrî, Sakîne Cansiz, Zîn Cizre, Leyla Agirî de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.

Û Newroza jinan, gelê Kurd û gelên herêmê bi van pîroz kir.

NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KJK: NEWROZA 2021’Ê XWEDÎ ERKA CEZAKIRIN Û JIHOLÊRAKIRINA DEHAQAN E

KJKê anî ziman ku bi taybetî piştî têkçûna wê ya li Gareyê dewleta tirk êrişên xwe yên li ser HDPê zêde kirine û got:

Bi vê yekê hewl dide, ne tenê Kurdan, tevahiya bingeha siyaseta demokratîk a gelên Tirkiyê ji holê rake.

Ev rewş êdî ji aliyê jinan û gelan ve zêdetir nikare were ragirtin.

Ji ber vê yekê Newroza 2021’ê bi erka bi awayekî herî giran a cezakarin û jiholêrakirina van Dehaqan re rû bi rû ye.

NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KJK: DI ÊRIŞEKE MUHTEMEL A LI DIJÎ RÊBER APO DE WÊ TEVAHIYA HÊZÊN KOMPLOGER BERPIRSIYAR BIN

Di daxuyaniya KJK’ê de bi taybetî bang li jinan hat kirin, ku hêza xwe veguherînin çalakiyê û wiha hat gotin:

Di vê Newrozê de wê çakûçê Kawa jin hilgirin û li serê zalim bidin.

KJK’ê bi taybetî li ser rewşa Rêber Apo rawestiya û ev hişyarî kirin:

Berpirsiyarê pergaleke ku berê xwe dabe jiyana Rêbertiya me, wê tenê ne dewleta Tirk a faşîst be…

Mîmarên pergala Îmraliyê hêzên komploger ên navneteweyî ne.

Ew ji rewşa heyî jî berpirsiyar in.

Em diyar dikin, ku ji êrişeke muhtemel wê ev hêz jî berpirsiyar bin û ti kesê berpirsiyar jî wê neyê efûkirin, ji ber vê yekê divê mudaxaleyî dewleta Tirk bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de KJK’ê bang li her kesî kir, li dijî zaliman li her deverê agirê Newrozê geş bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv