HEWLDANA DARBEYA LI DIJÎ HDP’Ê
LI KURDISTAN, TIRKIYE Û DERVE RASTÎ NERAZÎBÛNÊN TUND HAT
Şîrikê şefê faşîst ê rêveberiya Tirk Tayîp Erdogan Devlet Bahçellî xwest, serdozgeriya Tirk jî daxwaza wî bicih anî û li dijî HDP’ê doza girtinê vekir.
Vekirina doza girtinê ya li dijî HDP’Ê wekî hewldaneke din a darbeyê tê nirxandin û şermezarkirin.
Di serî de partiyên Kurd û partiyên demokrat û çepgir ên Tirkiyê, gelek derdoran nerazîbûna tûnd nîşanê doza girtina HDP’ê da.
Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek di heman rojê de daxistina wekîltiya Omer Faruk Gergerlîoglu û vekirina doza li dijî HDP’ê, wekî xelata ji bo kongreya nijdarperest MHP’ê nirxand.
Serokê Giştî yê Herekata Azadiyê Ayetullah Aşitî jî darbeyên berê bi bîr xistin û got ku, li Tirkiyê dem biguhere jî, hişmendiya darbekar naguhere.
Partiya Karker a Tirkiyê TÎP jî bi gotina wê ne HDP, rejîma Qesrê û pêvajoya tarî were girtin, nerazîbûn nîşan da.
Serokê Giştî yê Partiya Kedê EMEP’ê Ercüment Akdeniz jî doza girtina HDP’ê wekî darbeyeke eniya faşîzma AKP-MHP’ê nirxand.
Hevserokê Partiya Ji nû ve Avabûn a Sosyalîst SYKP Cavît Ugur jî got, bersiva herî rast a li dijî doza girtinê, cihgirtina li kêleka HDP’ê ye.
Rêxistinên HDP’ê yên bajajaran, bi dehan partî û saziyên bi heman rengî doza girtinê şermezar kir û piştgiriya ji bo HDP’ê anî ziman.
Di warê navnetewî de jî Emerîka, Yekitiya Ewrûpa û gelek dewlet û saziyan doza girtinê wekî darbeyeke li dijî demokrasiyê û mafê hilbijartinê ya welatiyên Tirkiyeyê nirxand.