KEŞTIYA AZADIYÊ YA JI BO AZADIYA RÊBER APO
KEŞTÎ JI BAJARÊ LAVRÎO YÊ YÛNANISTANÊ DERKET RÊ
Beriya keştî bi rê bikeve, ji kampa Lavrîo ya penaberên Kurd lê dimînin, ber bi bendera bajêr ve meşek hat lidarxistin.
Gelek Kurd û dostên xwe, her wiha rêwiyên keştiya azadiyê jî di meşê de cihê xwe girtin.
Meşê heta ber keştiyê dewam kir.
Piştî meşê li ber keştiyê daxuyaniyek hat dayîn.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê Besîme Konca li ser navê rêwiyên keştiyê daxuyanî da.
Besîme got, azadiya Rêber Apo azadiya jinan û her kesî ye û em ê jî ji bo vê yekê têkoşînê mezintir bikin.
Piştî daxuyaniyê çalakger li keştiyê siwar bûn û dest bi rêwîtiyê kirin.
Fîlozof, siyasetvan, akademîsyen, rojnamevan, nivîskar û hunermend jî di navê de 40 kes wê heta 12’ê Mijdarê perav bi perav bi keştiyê bigerin.