Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berdevkê YPG’ê: Êriş wê bêbersiv nemîne

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd êrişa dewleta Tirk a li ser Qamişloyê şermezar kir û anî ziman ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e, lê wê êriş bêbersiv nemîne.

Têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li taxa Hilêliyê ya Qamişlo li dijî sivîlên pêk anî û di encamê de kesayetê welatparêz û têkoşer Yûsif Gulo û du zarokên wî şehîd bûn, Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Careke din li pêş çavên cîhanê dewleta Tirk a dagirker nîşan dide ku ew ê gelê Kurd li her derê qir bike.

Êrişa hovane ya ku îro, (09.11.2021) li Qamişlo hate kirin, radixe pêş çavan ku armanca dewleta Tirk a turanîst qirkirina Kurdan û mirovan bê cudahî ye, tenê ji ber ku ew Kurd in.

Di encama vê êrişa hovane de kesayetê civakî Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo ku bi wî re bûn, şehîd bûn.

Em terora Tirkiyeyê şermezar dikin, sersaxiya gel û malbata Gulo dixwazin. Her wiha ji cîhanê re destnîşan dikin ku komkujiyên dewleta Tirk bandorê li me nakin û me ji rêça şehîdan û têkoşîna ber bi rizgarî û xelasiya ji nîrê vê terora hovane dûr naxe.

Şehîd Yûsif Gulo, kesayetekî civakî û rûspiyên civaka Kurd bû, bi zanîn û helwestên xwe yên welatparêzî navdar bû. Ji ciwantiya xwe de tev li xebat û têkoîna aştiyane û demokrasî bû ku xizmetî doza gelê xwe bike. Piştgirî da tevahî şoreş û serhildanên Kurdan. Dema ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê dest pê kir Yûsif Gulo bi hemû hêza piştgirî da û deriyê mala xwe ji şoreşgerên Kurdistanê re vekir, piştevaniya madî û manewî kir. Nemerdî ji şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistanê re nekir û bi kezebên piştgirî da. Her wiha zarokên xwe bi tevlêbûna li nava refên şoreşgeran teşwîq dikir û di dirêjahiya şoreşa Kurdistanê de zarok û neviyên wî gihaştin asta şehadetê.

Li Rojava û ji destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, şehîd Yûsif Gulo tevî hemû malbat, zarok û neviyên xwe piştevaniya vê şoreşê kir, zarok û neviyên xwe teşwîq kir ku tev li refên şoreşê bibin û bi awayekî çalak tev li nava refên hêzên me bûn û gelek tev li karwanên şehîdan bûn û hîna jî bi dehan zarok, nevî, bira û xizmên wî di nava hêzên me de ne.

Şehîd Gulo di oxira azadiya gel û welatê xwe de têkoşerekî rasteqîn bû, rola wê di avakirina hezkirin û bingehên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mezin bû.

Em dubare vê êrişa tirsonak şermezar dikin û piştrast dikin ku dê hêzên me ji bo armancên şehîdan wefedar bin û dê têkoşîna xwe heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina dagirkeriya Tirk berdewam bikin. Her wiha teqez dikin ku ev êrişa tirsonak bê bersiv derbas nabe.”

Ev jî hatin dîtin

Beriya girtina deriyên Sêmalka û El Welîd PDK’ê kamp ji bo koçberan ava kir

Stêrk Tv

Parêzer Gîzem Mîran: ‘Tecrîd sûc e divê were bidawîkirin’

Stêrk Tv

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo meşa ciwanan wê 6’ê Sibatê destpê bike

Stêrk Tv

‘Em HDP’ê diparêzin’: Amed ji mîtînga mezin re amadekariyê dike

Stêrk Tv

Dûran Kalkan: ‘Desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ji HDP’ê ditirse’

Stêrk Tv

Dûran Kalkan: ‘2021 bû sala têkçûna faşîzmê wê sala 2022 jî bibe sala hilweşandina wê’

Stêrk Tv