ÊRIŞÊN NIJADPERESTÎ YÊN LI DIJÎ KURDAN
KCK: WÊ ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ LI DIJÎ KURDAN TI CARÎ BÊ BERSIV NEMÎNIN
Di destpêka daxuyaniyê de KCK’ê wiha got:
Rahma xwedê li Hakîm Dal ê di êrişên rojên dawî de şehîd bûyî bibe.
Em ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin.
KCK’ê destnîşan kir, ji ber ku Kurd di azadiyê de israr dikin êriş pêk tên.
Û da zanîn, ku ev êriş yekser bi polîtîkayên desthialtdariya faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî Kurdan ve girêdayî ne.
KCK’ê got, armanca van êrişan şikandina îradeya jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd e.
Bi vê yekê dixwazin ku Kurd ji xwe re nebêje “ez Kurd im” û bi Kurdî neaxive.
Ji ber vê yekê li dijî Kurdan êrişên pîlankirî û organîzekirî dikin.
KCK’ê destnîşan kir, ku êriş bi fermana desthilatdariya AKP-MHP’ê tên kirin û bal kişand ser girîngiya xweparastinê û wiha got:
Heke Kurd dixwazin hebin, divê weke her zîndiyan li dijî êrişan xwe biparêzin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, ku wê êrişên qirkrinê yên li dijî gelê Kurd ti carî bê bersiv nemînin.