REWŞA DÎPLOMATÊN KURD
3 DÎPLOMATÊN RÊVEBERIYA XWESER EV 43 ROJ IN DI DESTÊ PDK’Ê DE GIRTÎ NE
Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, girtin.
Ji wê demê de hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê, cihê endamên revandî û sedema revandina wan, diyar nekiriye.
Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di roja yekemîn ji revandina nûneran de daxuyaniyek da û tê de got:
Em dibînin ku ev tedbîr gengeşiyê zêde dike û rêya diyalogê lewaz dike. Ji ber wê jî em hêvî dikin ku tu aliyên Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de nekevin pey projeyên provokator ên ku dewleta Tirk ên derxstina şerê navxweyî.”
Her wiha daîreyê banga eşkerekirina çarenûsa endamên ku hatine revandin kir.