Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: ‘PDK di şerê li dijî gerîla de li cem dewleta Tirk cih digre’

 

LI XELÎFANÊ ÊRIŞA LI DIJÎ 7 GERÎLAYAN
KCK: PDK DI ŞERÊ LI DIJÎ GERÎLA DE LI CEM DEWLETA TIRK CIH DIGIRE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişa PDK’ê ya li dijî 7 gerîlayan li Xelîfanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişa li dijî 3 gerîlayan a 26’ê Tîrmehê li heman herêmê hat bibîrxistin:

Hê jî derheqê aqûbeta her sê gerîlayan de daxuyaniyek nehatiye dayîn

HPG’ê daxuyakirin, ku her 7 gerîlayên bûne hedefa êrişa PDK’ê şehîd bûne.

Her wiha hêzên dagirker li Metîna, ji dorpêça PDK’ê, firsend bi dest xistin û 7 berxwedêrên Zendûra qetil kirin.

PDK bi vê helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan da, ku li rex dewleta Tirk di şerê li dijî gerîla de cih digire.

KCK’ê daxuyaniya PDK’ê ya piştî daxuyaniya HPG’ê jî bi bîr xist:

PDK’ê bi vê daxuyaniya xwe ya dibêje “çi karê gerîla li Xelîfanê heye” êriş li xwe girt.

PDK’ê ji 2020’an ve dest bi tevgera dorgirtina li qadên gerîla kiriye, hewl dide tevahiya rêyên têkiliyê yên gerîlayan qut bike û nehêle ji qadekê derbasî qadeke din bibin.

PDK bi vê peyama xwe dixwaze êrişên xwe yên li dijî gerîla rewa bike.

LI XELÎFANÊ ÊRIŞA LI DIJÎ 7 GERÎLAYAN
KCK: JI BER KU GERÎLA XWE JI ŞER DÛRXIST, PDK’Ê DEST BI ÊRIŞÊN YEKALÎ KIR

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê helwesta HPG’ê ya xwe dûrxistina şerekî bi PDK’ê re jî bi bîr xist:

Ji ber ku gerîla armanca derxistina şer vala derxist, vê carê PDK’ê dest bi êrişên yekalî kir.

Gerîla ev 4 sal û nîv in li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo tevahiya gelê Kurd li ber xwe dide.

Ji ber vê yekê dewleta Tirk li qadên ku bi cih bûye, tengijî ye û nikare derkeve.

Ji bo xwe ji vê yekê rizgar bike, êrişî Şengal, Mexmûr, Pênciwên, Şarezûr û Rojava dike.

Di vê demê de PDK’ê jî lez daye êriş û dorgirtina li qadên gerîla.

Ev êriş bi zelalî nîşan didin, ku armanc rehetkirina dewleta Tirk û alîkariya bi êrişên dagirkeriyê re ye.

Di daxuyaniya KCK’ê de hat destnîşankirin, ku dewleta Tirk ji vê helwesta PDK’ê cesaretê digire û êriş dike.

Herî dawî jî KCK’ê ev banga girîng kir:

LI DIJÎ ÊRIŞ Û POLÎTÎKAYÊN PDK’Ê BANG
KCK: GELÊ KURD, HUNERMEND Û REWŞENBÎR XWEDÎ BERPIRSIYARIYEKE DÎROKÎ NE

Divê gelê Kurd û raya giştî ji bo vê rewşa ku hebûn, paşeroj, azadî û jiyana demokratîk eleqedar dike bibin xwedî helwesteke zelal.

Ev erk û berpirsiyariyeke dîrokî ye, ku gelê Kurd, her hunermend û rewşenbîrên xwedî wijdan rê li ber vê rewşê bigirin.

Divê tevahiya gelê Kurd bizane, ku li ser tevgera me şer û teslîmiyet tê ferzkirin.

Em bawer dikin, ku gelê Kurd, hunermend û rewşenbîr bi welatparêzî û rastiya naskirina dijmin, pêşî li her cûre polîtîka û helwestên paşeroj û hebûna gelê Kurd dixin xeteriyê bigirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv