Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ayten Dersim: ‘Lihevkombûna tevgerên jinan gelekî girîng e’

 

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê AYTEN DERSIM
“LIHEVKOMBÛNA TEVGERÊN JINAN GELEKÎ GIRÎNG E”

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê PAJK’ê Ayten Dersim bersiv da pirsên ANF’ê.

Ayten Dersim destpêkê bal kişand ser girîngiya hevgirtina jinan a di têkoşîna dijî faşîzmê de û wiha got.

Jin li çar aliyên cîhanê têkoşîneke girîng dimeşînin.

Lê belê xwedî sekneke parçebûyî ye.

Ya girîng ew e ku tevgerên jinan veguherin hêzeke yekgirtî.

Demokrasiya ku azadiya jinê ji xwe re kir bingeh, derbeke giran li dîktatoriya AKP-MHPê jî da.

Heke em karibin bi jina azad re azadiya civakî ava bikin, pergala zilamperest nikare li ser piyan bimîne.

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê AYTEN DERSIM
“HÊZÊN SERDEST LI SER QIRKIRINA KURDAN LI HEV KIRINE”

Mijareke din a ku Ayten Dersim bi berferehî nirxand êrişên dagirkeriya dewleta Tirk bûn.

Ayten Dersim da zanîn ku hêzên hegemon ku li ser qirkirina Kurdan li hev kirine.

Dewleta dagirker êrişî gelê me dike û hewl dide temenê xwe dirêj bike.

Li Şengalê bombeyan li nexweşxaneyê dibarîne.

Li Rojava xelkê sivîl direvîne, zarokan dikuje.

Ev yek hemû di encama li hevkirinekê de pêk tên.

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê AYTEN DERSIM
“TÊKBIRINA ÊRIŞÊN FAŞÎZMÊ BI RÊXISTINIYA GEL, CIWAN Û JINAN DIBE”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim destnîşan kir ku pûçkirina êrişan bi rêxistina gel, jin û ciwanan dibe.

Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe bi kirinên dij mirovî êrişî qadên gerîla dike.

Gerîlayên azadiyê bi lehengiya xwe nahêlin dijmin gavekê jî biavêje û destanan dinivîsin.

Lê divê gelê me jî bi gerîla re bibe yek û li her qadê li ber xwe bide.

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê AYTEN DERSIM
“PDK’Ê XWE BI DEWLETA TIRK Û HÊZÊN SERDEST VE GIRÊ DAYE”

Ayten Dersim bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya dewleta Tirk re jî ev nirxand kir.

Axa welatê me her roj, ji aliyê dagirkeran ve tê bombekirin.

Sivîl tên şehîdxistin.

Gundan vala dikin, xwezayê talan dikin.

PDK’ê hêzên xwe li qadên gerîla bi cih kirin û îstîxbaratê didin dagirkeran, êrişî me dikin.

Derdikevin dibêjin, em destûrê nadin rijandina xwîna xwişk û bira.

Gelo ev ne rijandina xwîna xwişk û bira ye?

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê AYTEN DERSIM
“BERXWEDANA XELKÊ ME YÊ BAŞÛR A LI DIJÎ XETA XIYANETÊ, SILAV DIKIM”

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê PAJK’ê Ayten Dersim berxwedana xelkê Başûr a li dijî dagirkerî û xeta xiyanetê jî silav kir û got, eger em bibin yek, emê dawî li vî şerê qirêj û xeta nokeriyê bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv