Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Gerîlayan ne tenê Êzidî, rûmeta PDK’ê û Îraqê jî rizgar kirin

 

SALVEGERA FERMANA 3’YÊ TEBAXÊ
KCK: GERÎLAYAN NE TENÊ ÊZÎDÎ, RÛMETA PDK’Ê Û IRAQÊ JÎ RIZGAR KIRIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rasthatina salvegera 7’an a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku hêzên ji parastina Êzîdiyan berpirsiyar bi erka xwe ranebûn û Êzîdî bi qirkirinê re rû bi rû hiştin.

KCK’ê careke din da zanîn, ku Rêber Apo beriya êrişê perspektîfa parastina Êzîdiyan dabû.

Li ser vê yekê komeke gerîla ya ji 12 kesan pêk tê berê xwe da Şengalê.

Hin ji vê komê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin girtin.

Gerîlayên din di demeke kin de, noqteyên stratejîk ên Şengalê girtin.

Bi vê yekê rê li ber temamkirina qirkirina Êzîdiyan girtin.

Tenê Êzîdî ji qirkirinê xilas nekirin…

Rûmeta Iraqê û PDK’ê jî rizgar kirin.

SALVEGERA FERMANA 3’YÊ TEBAXÊ
KCK: MIROVAHÎ DEYNDARÊ ÊZÎDIYAN E

KCK’ê destnîşan kir, ji ber ku hêza parastinê û xwerêveberiya Êzîdiyan nebû, bi qirkirinê re rû bi rû man.

Bi vê fermanê derket holê, ji heqê Êzîdiyan e bibin xwedî xweserî û xweparastinê.

Dijderketina li ber xweserî û xweparastina Êzîdiyan, neheqî û bêwijdaniyeke mezin e.

Ji ber ku bi hezaran jinên Êzîdî li bazaran weke kole hatin firotin, mirovahî hemû deyndarê Êzîdiyan e.

Ev deyn jî naskirina xweserî û xweparastina Êzîdiyan e.

NASKIRINA QIRKIRINA ÊZÎDIYAN
KCK: DIVÊ XWESERÎ Û XWEPARASTINA WAN JÎ BÊ NASKIRIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê girîngî da biryara naskirina qirkirina Êzîdiyan a ji aliyê Belçîka, Hollanda, Portekîz û Iraqê ve.

Lê ev biryar ne bes in.

Ji bo careke din ferman li serê Êzîdiyan neyên divê çi bê kirin?

Divê pêşî bersiva vê pirsê bê dayîn.

Divê welatên ev biryar dane, ji bo xweseriya Êzîdiyan bixebitin.

KCK’ê xwest di ser Êzîdiyan re hevrikiya siyasî neyê kirin û otorîteyek li ser wan neyê ferzkirin.

Êzîdî ne dewletê dixwazin û ne jî dixwazin bibin desthilatî.

Pergaleke ku xwe dispêre rêveberiyeke demokratîk, xweseriyê dixwazin.

Êzîdxaneke xweser wê bi Başûrê Kurdistanê jî û Iraqê jî bide qezenckirin.

SALVEGERA FERMANA 3’YÊ TEBAXÊ
KCK: JI BER KU CIVAKEKE XWEDÎ WIJDAN IN, ÊZÎDÎ HEQ DIDIN RÊBER APO

KCK’ê bal kişand ser ked û hewldanên ji bo parastin û azadiya Êzîdiyan ên Rêber Apo jî.

Êzîdî ji ber vê yekê ji Rêber Apo û gerîla hez dikin.

Êzîdî ji ber vê yekê dilsozê Rêber Apo ne.

Ji ber ku civakeke xwedî wijdan in, Êzîdî heq didin Rêber Apo.

SALVEGERA FERMANA 3’YÊ TEBAXÊ
KCK: EM Ê JI HER DEMÊ ZÊDETIR XWEDÎ LI ÊZÎDIYAN DERKEVIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku niha Şengal ji aliyê ciwanên Êzîdî ve tê parastin.

Neheqî û bêwijdaniyeke dîrokî ye, ku ji ber zextên dewleta Tirk rêveberiya xweser a Êzîdiyan nayê naskirin.

Divê her kes ji vê yekê kêfxweş bûbûya.

Soza me ye, ku ji her demê zêdetir em ê xwedî li Êzîdiyan derkevin.

Baweriya me ew e, ku wê tola jinên Êzîdî bi xweseriya demokratîk a Şengalê were hilanîn.

Banga me li tevahiya mirovahiyê da xweserî û xweparastina Êzîdiyan nas bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv