Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermana 3’ê Tebaxê: Armanc tinekirina civaka Êzidî bû

 

FERMANA 3’Ê TEBAXÊ
ARMANC TINEKIRINA CIVAKA ÊZÎDÎ BÛ

Di dîrokê de şûrê xirabiyê her li ser stûyê civaka Êzidî bûye.

Ev civaka qedîm bi dehan fermanan û qedîman hat derbaskirin.

Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an jî yek ji van fermanan bû.

Ev ferman, di encama plansaziyeke kirêt a navdewletî û herêmî de pêşxistin.

Biryara vê fermanê di civîna 1’ê Hezîrana 2014’an de li Ammanê hat morkirin.

Armanc tunekirina civaka Êzidî, belavkirina stargeha pîroz a Êzidiyan Çiyayê Şengalê û tasfîyekirina Şoreşa Rojava bû.

Di çarçoveya biryara vê civînê de 3’ê Tebaxa 2014’an DAIŞê piştî Mûsilê berê xwe da Şengalê.

PDK’a ku ji hilweşîna rejîma Baas û şûn ve her xwest Şengalê bixe bin serweriya xwe li himber tehdîda DAIŞê civaka Êzîdî bêparastin hişt û ji qadê reviya.

Civaka Şengalê paşvekişîna hêzên PDK’ê wek “Îxaneta Mezin” binav kir.

Ji aliyê PDK’ê ve bê parastin hiştina Şengale ne tesaduf bû.

Li gor planên hatibûn kirin wê Şengal bihata xistin û pê re wê Şoraşa Rojava jî bihata dorpêçkirin û hedefkirin.

Mûsil teslîm bûbû, Şengal hatibû dorpêçkirin. Neyarên gelê Kurd ber bi armanca xwe ve diçûn.

FERMANA 3’Ê TEBAXÊ
RÊBER APO: DIVÊ ÊZDIYATÎ BIJÎ

Li himber van tehdîtên li ser civaka Êzîdî Rêber Apo digot “Divê Êzdiyatî bijî” û banga parastina Şengalê li gerîlayên azadiyê dikir.

Li ser bangawazî û hişyariyên Rêber Apo, gerîlayên azadiyê ketin nav liv û tevgerê.

Beriya fermanê, 12 gerîlayên HPG û YJA-Starê ku di nav de fermandarê mezin ê Şengalê Dilşêr Herekol jî hebû, wekî 12 siwarên hemdem berê xwe dan Çiyayê Şengalê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, wê demê têkildarî berxwedana hevbaş wiha digot:

“Eger hêzên Kurdistanê bersiveke erênî bidana, DAIŞê îro ewqas derfet bidest nedixist.”

Wê demê PDK’ê bi girtin û astengkirina gerîlayên dixwestin bi hawara Şengalê ve biçin eniya xwe diyar dikir.

Ji ber vê astengiyê komek biçûk bi awayek veşartî xwe gîhandin Çiyayê Şengalê.

PDK’ê 3 gerîlayên ji vê komê girtin û xist zindanê.

Çawa ku hatina 12 siwarên hemdem a Çiyayê Şengalê hêviya berxwedanê di civaka Êzidî de çêkir û rê li ber fermanê girt, hemû hesabên li ser Şengalê û herêmê jî têk birin.

Şervanên YPG-YPJ’ê jî ji aliyê Rojava bi hawara Şengalê ve çûn.

Destpêkê parastina civaka Êzidî ya ji fermanê, pişt re jî pêngava rizgarkirina Şengalê vê plana bêbext pûç kirin.

Di 7’emîn salvegera fermanê de civaka Êzidî di asta şoreşê de pêşketin bidest xist.

FERMANA 3’Ê TEBAXÊ
LI DIJÎ FERMANÊ NASKIRINA STATUYA ŞENGALÊ

Êzîdiyên hertim di bin tehîda fermanan de bûn bi têkoşîn û rêxistinbûyina xwe ve bi ronesanseke dîrokî ve gav avêtin.

Civaka Êzidî bi têkoşîn û îradeyek mezin, planên li ser wan dihat kirin vala derxist.

Tevî hemû înkarê, têkoşîna naskirina statuya Şengalê didin meşandin.

Li hemberî vîna azad a civaka Êzidî, hesab û planên nû tên kirin.

Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an, di cewherê xwe de peymana fermana siyasî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv