Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûrat Karayilan: 2 artêşên Tirk werin em ê wan têk bibin

Karayilan diyarkir gerîlatiya dema nû asteke nû bi dest xistiye, di şerê vê salê de ev derketiye holê, li ser tecrûbeyan wan xwe nûjen kiriye û got, ”Bi ya me 2 artêşên Tirk jî bi ser me de werin em ê wan têk bibin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan diyar kir heta niha dewleta Tirk 5 cure çeka kimyewî avêtine; gaza sinirê ya ku ji Tabûnê têdibe, gaza fetisandinê ya ji Klorînî çêdibe, gaza sotîner a ji Sulfur Mustantê, gaza ku mirov şeht dike û mirov ji hiş dixe û herî dawî gaza îsotê ku di xwepêşandanên civakî de têne bikaranîn.

Karayilan diyar kir li gel zêdebûna amûrên teknîk û hêza hewayî û hemû hêmanên şer û desteka PDK’ê berxwedan didome û diyar kir li dijî çekên kimyewî jî êdî tevdîran distînin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ji bo salvegera damezirandinê ya PKK’ê ji Stêrk TV ‘Bernameya Taybet” re axivî. Em beşa duyê ya gotebejê didin:

Di pêvajoya heyî ya şer de artêşa Tirk teknîkeke giran bi kar tîne û propagandaya vê dike. Li dijî vê teknîka ku tê bikaranîn, berxwedana hêzên xwe li Werxelê, Girê Sor û Zendûrayê çawa ye?

Beriya her tiştî divê bê ragihandin ku ev berxwedan bi hêsanî nebû. Ev berxwedan bi ked û xwînê dewam dike. Gerîla 4 sal in di nava pêvajoya jinûve avabûnê de ye. Di heman demê de li qadê jî dikevin çeperan. Yanî demeke dirêj e amadekarî têne kirin. Em nikarin bêjin ku her tiştên me biryar li ser dane bi temamî bi cih anîne. Lê belê vê sala dawiyê yanî sala 2021’ê di çarçoveya amadekariyên me yên li qada jinûve avabûnê de, ji bo karibe bi yekîneyên biçûk li dijî hêzên mezin şer bike; ji aliyê bidestxistina performansa leşkerî ya pispor-profesyonel, şerê li binê erdê, ser erdê û li hewayê bi ked û tecrûbeyeke mezin tê meşandin, taktîkên nû têne afirandin.

Gerîla xwedî tecrûbeyeke ji 38 salan e, partî jî xwedî tecrûbeyeke ji 43 salan e. Gerîla amadekariyên xwe li ser vê bingehê çêkir û li gel nûkirina vê taktîkê rêbazên şerê yên nû û ruhê fedayî yê Apoyî bi rengekî kes ne li bendê bû encamên mezin bi dest xist. Di serî de berxwedana Garê ya bi pêşengiya Şoreş Beytuşşebap, piştre jî berxwedana Mamreşo ya bi pêşengiya hevrê Serhat Giravî û Sarya, dûre jî berxwedana Zendûra ya li tunelan û li ser erdê ya bi pêşengiya hevrê Rêber û Hêjar, piştre jî berxwedana Girê Sor a bi pêşengiya hevrê Botan û Zinarîn, herî dawî berxwedana li quntara Werxelê ya bi pêşengiya hevrê Cûmalî û Çavrê bi rastî jî tiştên ji rêzê nebûn. Dijmin di vê pêvajoya berxwedanê de li tiştên nû rast hat. Lewma mat ma. Hesabê xwe yê li malê li sûkê nehat. Ji ber vê yekê ji bo şerekî navxweyî der bike, xwest ku PDK’ê bixe dewrê; di vê çarçoveyê de hin bûyer qewimîn. Her wiha bi gelek rê û rêbazên cuda xwestin encamê bi dest bixin, lê belê ti ji wan bi ser neket. Ya rast, pêşengiya rast a xwe dispêre sekna fedayî û rêbaza taktîkê ya nû di vê demê de heta astekê bi pêş ket.

Herî dawî bi pêşengiya hevalên Botan Başkale û Zinarîn li ser girekî 77 rojan li dijî dijmin berxwedan hate kirin ku gelek aliyên vê berxwedanê hêjayî nirxandinê ne. Bi dersan dagirtî ye. Bêguman di têkoşîn û ruhê berxwedanê yê gerîla de ev yek astekê nîşan dide. Ev dem demeke nû ye.

Berxwedana Werxelê ya piştre rû da, dîrok nivîsand. Mînak dijmin digot, ’em ê bi balafiran lê bidin; wan bidin revandin û wê têk biçin’. Bi balafiran lê dan, nebû. Piştre gotin, ‘Em ê bi kîmyasalê lê bidin, wê kes nemîne’. Ji ber ku zanîbûn sala 1988’an dema ku Saddam kîmyasal bi kar anî hema bêje temamiya Başûrê Kurdistanê vala bû. Wan jî ev anîn bîra xwe û gotin, ‘Em lê bidin, wê kes nemîne’.

Ji berxwedana Werxelê dikarim mînakekê bidim: Destpêkê li Werxelê komeke mezin a hevalan hebû. Piştî ku van hevalan demeke dirêj li wir şer kir, biryargehê dest werda û diyar kir ku ev hejmar gelekî zêde ye, divê bê kêmkirin. Hevalan hejmar kêm kirin û hema hema daxistin nîvî. Li ser vê bingehê 120 rojan li ber xwe dan. Ev heval timî derdiketin derve, li dijmin dixistin, çek ji ser dijmin radikirin, bi tonan teqemenî desteser dikirin û dixistin undir. Bêguman ev teqemenî jî piştre li dijî dijmin bi kar dianîn. Yanî ew der veguherî kelehekê ku li çar aliyên wê şer diqewimî. Li wê derê dijmin li dijî hevalan gelek çekên kîmyewî bi kar anî. Bêguman pêwîstî pê nîne ku li vir bêjim bê hevalan li dijî van êrişan tedbîrên çawa werdigirtin. Lê belê piştre, li gorî texmînên me ji welatekî cuda çekeke cuda ya kîmyewî anî û ew bi kar anî.  Piştî ew çek bi kar anîn hevrê Cûmalî û Çavrê jî di nav de 10 heval şehîd bûn.

Hevalên mayî çi kirin? Gotin, ‘Teqwiyeyê ji me re bişînin, em ê dewam bikin’. Bi taybetî ji ber pirsgirêkên erzaqê hebû, tiştên bi wî rengî dixwestin. Têkiliya xwe bi hevalan re hebû. Van hevalan negotin, ‘fermandarê me, hevalên me şehîd ketin; em jî biçin’. Xwestin dewam bikin. Hevalan jî xwestin teqwiyeyê bikin, welhesil nebû, lê van hevalan 15 rojan li ber xwe dan û berxwedanê bi giştî 135 rojan dewam kir. Piştre jî biryargeha wê derê dest werda û got, ‘ew der bi rola xwe rabû, ji wir vekişin’, fermaneke bi vî rengî da. Yanî heta wê demê ji xwe derfet hebû ku ji wir derkevin, lê belê hevalên li wê derê piştî wê fermandarê derketin. Her wiha hinek hevalan zerar dîtin, lê belê heval hemû bi selametî derketin.

Yanî di vir de biryardarî û ruhekî bi vî rengî heye. Sekneke bi biryar heye. Nizanim ku mirov çawa vê vebêje. Mirov çiqasî qalê bike wê kêm bimîne. Heval raporên xwe pêşkêş dikin, mirov dikevin bin bandora wan raporan.

Hevalê Cûmalî hevalekî li Çorûmê mezin bûbû. Çûbû zanîngehê. Mirovekî têgihiştî bû. Mesela niha hin nivîsên wî hene; mirov dibîne ku mirovekî çiqasî kûr e. Yekî entellektuel bû. 19 salan di nava kar de bû. Endamekî Hêzên Taybet bû, yanî fedaî bû. Di temamiya berxwedana li eyaleta Avaşînê de rola wî hebû. Piştre jî ji berxwedana li Werxelê re pêşengî kir, meşand. Beriya ku şehîd bikeve hevalên li biryargehê bi hevalê Cûmalî re diaxivin, jê re dibêjin, ‘Rewşa we çi ye; însiyatîf a we ye, hûn bixwazin pozîsyonê biguherînin, vekişin’. Hevalê Cûmalî dibêje, “Na, me dewleta Tirk li vir xistiye qefesê, em dest jê bernadin; em ê wan li vir têk bibin’. Bi vê biryardariyê xwe digihîne heval û hevrêyên xwe. Yanî bi ruhekî mezin û li ser bingeha sekneke bedew li wir lehengî çêdibe. Bi vî rengî li ber xwe didin.

Niha dema tê gotin ‘dijmin têk çû’ dibe ku bi mirov gelekî hêsan tê, lê çawa têk çû! Bi zor û zehmetiyên gelekî mezin, bi kedeke mezin li wir bi salan amadekarî hatin kirin. Li ser vê bingehê dijmin fêhm kir ku PKK pariyekî biçûk nîne. Yanî ne hêsan e ku hema yekser biçin cihê PKK’iyan. Ji bo çepereke PKK’ê bê bidestxistin herî kêm salek divê. Bi kîjan çekan êriş dike bila bike. Ji xwe di vê pêvajoya şer de her cûre çek bi kar anîn. Hêzên xwe yên herî şerker anîn. Wan nekarîn bikin, çûn vê carê çete anîn. Bi rêya çeteyan xwestin encamê bi dest bixin. Efû bikin; kûçikên xwe yên herî bi tecrûbe anîn û kamera bi serê wan ve xistin û xwestin encamê bigirin. Her rêbaz ceribandin, lê nekarîn bikin. Me heval vekişand, lê tevî vê jî nêzî mehekê li wir li qadeke vala şer kirin.

Li van cihên ku me şer kirin, windahiyên me yên mezin çênebû. Mînak, li Werxelê heta roja 120’î me windahiyekî bi tenê jî neda, lê belê ji dijmin gelek hatin kuştin. Ji ber vê yekê em ê şer bikin; ji bo vê hêza me heye. Em dikarin vî dijminî têk bibin. Em ê li herêma Zagros-Behdînan-Botanê vî dijminî têk bibin. Nîşaneya vê yekê jî pratîka me ya vê salê ye. Em belasebep neaxivin. Em ji qada şer vê yekê dibêjin.

Me destê xwe xistine binê kevir û bi vî rengî em diaxivin. Me niha şikand, ji niha û pê ve jî em ê bişikînin. Ji ber ku hin encam me jê derxistine. Ev berxwedana me ji bo me nû bû. Her ku rêbazeke nû bi pêş ket, me dersên nû wergirt, me fêhm kir ku em çi bikin em ê çawa bi ser bikevin. Mînak, dijmin rêbaza ku hevalê Cûmalî ew pê şehîd xist gelek caran bi ikar bîne jî em ê windahiyan nedin. Me li dijî wê jî tedbîr wergirtine. Yanî em bi xwe jî dikarin hin tedbîran werbigirin. Bi kurtasî ji şerê îsal tecrûbeyên gelekî mezin hatin bidestxistin. Niha em dixwazin van tecrûbeyan bidin hevrêyan hemûyan. Ji bo vê jî karê pêwîst em dikin, em timî xwe nû dikin. Bi dîtina me 2 heb artêşa Tirk jî bê em dikarin têk bibin. Ewqasî em ji xwe bawer dikin.

Di vir de bêguman rola kesayetên mîna hevalê Cûmalî û Botan gelekî mezin e. Li ku derê fermandar pêşengiya rast kiribe, bi hevalan re bi ruhê hevrêtiyê meşiya be, me dît ku her hevaleke-î li wir mîna generalekî ye. Bi vî rengî ye. Li Girê Sor jî bi vî rengî bû, li Werxelê jî, li Zendûrayê jî. Bêguman ev berxwedanên demdirêj bûn. Yanî ev dilsozî, çarçoveya taktîkî ya nû ku li qadê belav dibe, dûr dibe, qadê bi berfirehî bi kar tîne û dijmin têk dibe, ev çarçove têk naçe. Mesela niha li Avaşînê dîsa em hene. Dijmin bêbandor e. Bêguman dibe ku hin dever bi dest xistibe, lê belê li van deveran nikare xwe bilivîne. Yanî bi vî rengî ye; em dest ji serweriya li qadê bernadin. Ev yek rêbazeke nû ye. Dibe ku kes ne li bendê bû ku bi vî rengî bibe, lê belê rastiyeke bi vî rengî eşkere bû.

Di vir de dixwazim balê bikişînim ser çend tiştan:

Beriya her tiştî dixwazim balê bikişînim ser berxwedana hevalên jin. Ya rast niha 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ye. Lê belê berxwedana jinê ya balkêş, girîng û dîrokî îro li nava refên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê pêk tê. Mînak li berxwedanên Girê Sor û Werxelê ku bi pêşengiay hevrê Çavrê û Zinarîn hatin kirin, hevalên jin bi roleke gelekî girîng rabûn. Berxwedana ku ji her alî ve hev temam dikir, pêşengî dikir, bi ruhê fedayî jiyanê geş û xurt dikir û li ser vê bingehê li ber xwe didan, asteke bilind nîşan dide. Tiştên gelekî hêja ne. Yanî têkoşîna esasî ev e. Bêguman em her cûre têkoşîna li dijî tundiay li jinê silav dikin, lê belê têkoşîna li çiyê tê meşandin gelekî balkêş e. Eşkere bû ku îradeya jinê çawa bilind dibe, bi ti awayî ne kêmî mêr e, ji gelek aliyan ve hîn xurt e û bi roleke mezin tevdigere. Yanî di vê têkoşînê de hevalên jin bi roleke dîrokî û girîng rabûn. Ev rol piştrast dike azadiya jinê û xeta azadiyê ya jinê bi fikrên Rêber Apo bi pêş ketine.

Di vê pêvajoya şer de gelek lehengî jî derketin holê. Mînak li Girê Kartal şerek qewimî. Ya rast biryara hevalan a li ser wê yekê ew bû ku şerê li wir dirêj neke, piştî şerê rojek, du rojan li qadê belav bibe, rêbaza bi tevger a gerîla ji xwe re bike esas. Lê belê dîsa jî hevalên li wê derê demdirêj şer kirin; 5 rojan şer dewam kir. Ne şaş bim dijmin di roja duyemîn de kîmyasala ku mirovan ji ser hiş dixe bi kar anî. Li eniyekê hevalê Yilmaz Sêwereg dikeve. Kesê ku di van êrişan de dikeve dikare dest û lingê xwe bilivîne lê nikare bimeşe, nikare tevbigere. Her wiha nikare çekê bi kar bîne. Bêhal dibe, ji ser hişê xwe diçe. Hevalê Yilmaz wê kêliyê dibîne ku dijmin nêzîk dibe, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bi çeka xwe xwe şehîd dixe. Ev yek sekneke.

Yilmaz Sêwerek kî ye? Navê rastî yê vî hevalî Mîkaîl Şenateş e. Kesekî ji eşîra Bûcak e. Eşîra Bûcak tê naskirin. Eşîreke ku gelek welatparêzên xwe hene. Lê belê bi serkêşiya serekeşîrê li dijî me gelekî şer kirin. Ev heval jî ji nava malbateke bi vî rengî tê. Lê belê ew li Mûşê li zanîngehê dixwîne, beşa Mamostetiya Zanistên Civakî diqedîne û piştre tevlî şoreşê dibe. Dema ku dijmin ji bo dîlgirtina wî nêzîkî wî dibe, ji bo dîl nekeve destê dijmin xwe şehîd dixîne. Ev yek sekneke gelekî bi rûmet e. Ev yek lehengiyeke. Zanîngeh xwend, qedand, bû mamoste û hat serê çiyê. Hevalê Yilmaz beriya 3 salan hate çiyê, sala 2018’an tevlî bû. Yanî tiştên bi vî rengî weke seknên gelekî bi rûmet û hêja dibe malê dîroka têkoşînê. Ji vê derê dixwazim bang li eşîra Bûcak û ciwanên eşîrê bikim: Divê hevalê Yilmaz Sêwereg ji bo xwe bikin mînak. Hevalê Yilmaz mirovekî nezan nebû; mirovekî zane bû, mirovekî bi wijdan bû. Ji ber ku wijdanê wî tehemûl nekir hate nava refên gerîla, tevlî nava refên gerîla bû, sekneke bi şeref û bi rûmet nîşan da, bi vî rengî şehîd bû. Bi kurtasî ev berxwedan bi ked û lehengiyên bi vî rengî pêk hat.

 

Artêşa dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi navê tevgerê we bang jî kir, lê belê tevî vê yekê jî çima cîhan li hemberî vê yekê bêdenge?

 

Rast e; di asta hêzên navneteweyî de bêdengî heye, lê belê hêzên parêzvanên mafên mirovan û derdorên demokratîk xistin rojevê. Hewldanek heye. Lewma bikaranîna çekên kîmyewî heta astekê kete rojevê. Lê belê berpirsyar xwedî lê derneketin. Mînak hêzên berpirsyar hene. Dewleta Tirk endamê NATO’yê ye, xwe dispêre NATO’yê û ewqas sûcan dike. Lê belê li hemberî vê bêdeng in. Her wiha ji ber ku ev sûc li Başûrê Kurdistanê tê kirin divê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê û Parlamenta Başûr jî nerazîbûnê nîşan bidin, bendewariyeke me ya bi vî rengî hebû. Yanî yekî derketibûya û bigota, ‘Ev der xaka me ye; hûn li vir kîmyasalê bi kar tînin’. Bi rastî jî di vê mijarê de bendewariya me hebû, lê belê tenê dikarim tiştekî bêjim: Di mijara bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk de, saziyên Başûrê Kurdistanê bêkêr man. Dengek jî dernexistin.

Em baş nizanin, lê belê tê gotin ku kîmyasalê bandor li ser hin mirovên ji gel jî kiriye û ew rakirine nexweşxaneyan. Bêguman me ev tenê ji çapemeniyê bihîst. Lê belê bi taybetî li qada Hirorê ya herêma Metînayê gelekî êrişî derdora gund kirin. Wextekê ji Ewropayê agahî ji me re hat û gotin, ‘gelê herêmê diayr kiriye ku heval li derdora gund in lewma li derdora gund xistine’. Me agahî dan hevalan û got, ‘Eger hûn nêzî wê derê bin ji wir dûr bikevin, xelkê herêmê bi vî rengî gotiye’. Hevalan jî gotin ‘temam’ û diyar kirin ku wê tedbîrê bigirin. Lê belê piştî ku tedbîra pêwîst hate girtin jî dijmin careke din li derdora gundê Hirorê xist. Me fêhm kir ku djimin ne ji ber hevalan êriş dike; dijmin dixwaze gundiyên li wir bitirsîne û bide koçberkirin. Lewma me bihîst ku gundî ketine bin bandora gazê, em baş nizanin lê belê dijmin li dijî me yekser gaza kîmyewî bi kar tîne. Diaveje nava tunelan, diaveje nava geliyan, diavêje nava qadên girtî; li her derê bi kar tîne, lê belê weke ku min got kesî nerazîbûneke berçav nîşan neda.

Niha dikarim agahiyê bidim bê çekên dijmin bi kar tînin çawa ne: Bi qasî ku me heta niha tespît kir, dijmin heta niha li dijî me 5 cûreyên çekên kîmyewî bi kar tîne:

Ji van ya destpêkê gaza sinir e. Yanî hucreyên sinir ê mirov ditevizîne, dike ku mirov bêbandor bimîne û piştî demeke kurt mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji madeya sereke ya vê gazê ra Tabûn tê gotin. Dema ku ev çek tê bikaranîn bi giranî bêhna fêkî tê, lê belê car carna qet bêhn nayê.

Çeka duyemîn a ku bi kar tînin mirovan difetisîne. Di nava vê çekê de gaza Kloropin heye. Ji vê gazê re Green Cross jî tê gotin. Formulasyona vê yekê destpêkê Elmanan di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de çêkirin. Ji hingî ve di destê Tirkan de heye. Dibe ku Tirk niha bi serê xwe jî vê çêdike, lê dibe ku bi Elmanan re jî çêdike. Lê belê çavkaniya esasî ya vê çekê Elman e. Ev çek dema tê bikaranîn li qadê mirovan difetisîne.

Gaza din jî gaza şewitandinê ye. Ev gaz mirovan dişewitîne û ziwa dike. Diavêje ku derê agir bi wê derê dikeve. Navê kîmyewî yê vê yekê jî Sulfur Mustant e. Ev jî ji aliyê Elmanan ve hatiye çêkirin. Navê xwe yê din jî Yellow Corss e. Dema ku ev tê bikaranîn car carna rengê kesk dide. Lê belê agir bi devera ku lê tê bikaranîn dixe.

Gazeke din a ku bi kar tînin jî mirovan bêhal dixîne, ji hiş dixîne. Mirov bê hal dibe, bi demkî felç dibe. Weke ku li Girê Kartal kirin ev gaz li gelek deveran bi kar anîn, bi kar tînin.

Ya pêncemîn jî gaza îsotê ye. Yanî gaza ku niha di xwepêşandanan de bi kar tînin. Bêguman dema ku ev li cihekî teng an jî li tunelekê hate bikaranîn, hingî şert û mercên jiyanê nahêle. Yanî ev jî gazeke kuştinê ye.

Hûlûsî Akar red dike ku van gazan bi kar tîne û dibêje ku ‘tenê gaza îsotê bi kar tîne’. Lê belê derewan dike. Ev pênc madeyên ku me heta niha tespît kriine li dijî me bi kar tînin.

 

Dewleta Tirk a mêtinger gefa dagirkirinê li Rojava dixwe. Herî dawî li Qamişloyê welatparêzek Yûsûf Gulo û 2 neviyên wî qetil kir. Têkildarî armanca dewleta Tirk û pêvajoya berxwedanê ya li Rojava hûn dikarin çi bêjin?

 

Beriya her tiştî mirovê hêja, welatparêzê mezin Yûsûf Gulo û neviyên wî Mazlûm û Mûhammed bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ji malbata me ya hêja, ji xelkê Qamişlo-Hilêliyê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Bila rehma Xwedê lê be. Mirovek bû ku kedeke mezin da gelê Kurd. Ji temenê xwe yê 82 salî 60 sal bi xizmeta ji bo gelê xwe derbas kir. Mirovekî tevahiya gelê Kurdistanê bû. Ji bo gelek tevgerên Kurdistanî kar kiribû. Lê belê piştî ku fikrên Rêber Apo nas kir ji nêrînên Rêber Apo bawer kir, pê re dilsoz bû û bû dostekî gelekî xurt.

Mîna Yûsûf Gulo li Kurdistanê mirovên welatparêz hene ku piştî ji fikrekî bawer kir her tiştên xwe, mala xwe, zarokên xwe, xizmên xwe, xwe pêşkêşî xizmetê kir, lê belê mirovên bi vî rengî kêm hene. Mînak 2 kurên wî şehîd bûn. Bi taybetî hevalê Mûstafa (Bavê hevalê Mazlûm ê bi Yûsûf Gulo re şehîd bû) yek ji kesên destpêkê ji Rojava tevlî tevgerê bûbû. Lê belê dema ku tevlî bû negot ‘ez xwedî mal im, zarokên min hene’; çû Garzanê, li wir şer kir û şehîd bû. Piştî vê şehadetê hevalê Yûsûf malbat hîn bêhtir teşwîq kir; destê xwe hîn bêhtir xiste binê kevir. Yanî kesayetekî bi vî rengî mezin bû. Bi rastî jî welatparêziyeke bi vî rengî ya bi rûmet çêkir. Bi têr û tijî jiya. Hem pêşengî ji malbatê re kir; hem li Hileliyê, li Qamişlo û tevahiya Rojava bi welatparêziya xwe dihate naskirin.

Bêguman ji bo me windahiyeke mezin e. Ya rast, dema ku mirovên me yên bêçek bi vî rengî di wesayitan de şehîd dikevin, gelekî bi zora mirovan diçe. Dema ku em li qada şer şehîdan didin ewqasî bi zora me naçe, lê şehadetên ku bi rêbazên nemerdane tên dayin gelekî bi zora me diçe. Çawa ku li Parîsê hevala Sakîne û hevalên pê re bi rêbazên welê nemerdane şehîd hatin xistin bi zora me ve çû, niha jî şehîdxistina mirovekî 82 salî li Qamişloyê di wesayitekê de bi rêbazeke nemerdane, bi zora mirovan diçe. Ev yek di heman demê de rastiya dewleta Tirk radixe pêş çavan. Dewleteke terorîst e. Bi vî karê xwe li ser sûc hatiye zevtkirin. Lê belê ewqasî tirsoneke ku hîn jî berpirsyarî li xwe negirtiye. Binerin her roj dibêjin ku ewqas Kurdan dikuje, lê madem bi wî rengî ye çima ya li Hileliyê li xwe nagire! Ji ber ku ew jî zane ku ev sûc e, ev karekî terorîstî ye. Em zanin ku bi rêya van êrişan, bi êrişên li ser welatparêzên mîna Yûsûf Gulo re dixwazin ku Kurdên azad ji holê rakin.

Dixwazin li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê bimeşînin. Ev êriş vê raxistiyê radixe pêş çavan. Divê gelê me yê welatparêz û siyaseta Kurd encamê ji vê yekê derxîne. Divê were dîtin ku dijminê li hemberî me çiqasî tirsonek û komploger e û çawa dixwaze koka me tune bike. Ev dijmin dijminekî bi vî rengî ye. Bi van kiryaran dixwazin tirsê bixin nava civaka Kurd. Na; em cesaretê ji van digirin. Ji bo tolhildanê tevdigerin. Divê herkes vê bûyerê û vê şehadeta giran bi vî rengî binirxîne. Divê em êşa xwe bikin kîna li dijî dijmin, bikin hêza têkoşînê. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me jî wê bi vî rengî nêzî vê mijarê bibe, wê bi vî rengî tevbigere. Yanî çalakî çalakiyeke terorîstî ye û di şexsê Yûsûf Gulo û neviyên wî de li dijî gelê Kurd, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hatiye kirin. Em bi vê zanin û ji ber vê ykeê jî ev bûyer wê li erdê nemîne, bêguman wê hesabê wê bê pirsîn.

Di vê bûyerê de bêguman berpirsyariya dewletên mîna DYE û Rûsyayê jî heye ku li wê derê xwe weke hêza garantor nîşan didin. Tirk lê dinihêrin ku ev hêz tiştekî nakin, qada hewayî ji xwe li Tirkan vekiriye û ew jî li dijî Kurdan bi her awayî êrişan dike. Bêguman berpirsyariya wan jî heye, lê belê divê em jî berpirsyariya xwe bibînin û hîn bêhtir tedbîran bigirin. EM çawa dikarin pêşî li van êrişên hovane bigirin, çawa dikarin xwe bi rêxistin bikin; çawa dikarin têkoşînê mezin bikin û hesabê van bipirsin. Ji bo êrişên bi vî rengî nebin û ji bo bîranîna Yûsûf, Mazlûm û Mûhammedan divê em van tedbîran bigirin.

Niha em li pirsa we vegerin; li gorî agahiyên li ber destê me, hêzên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heta astekê xwe kûr kirine. Eger kûrbûneke wan a bi vî rengî hebe hingî bûyerên Efrîn, Serêkaniyê û Tİl Ebyadê wê careke din dubare nebin. Vê carê wê bersiva pêwîst ji destwerdana Tirkan re bê dayin. Ji bo vê jî divê şervan û gel ji xwe bawer bikin, dev ji hev bernedin û hev bi tenê nehêlin. Li Rojava divê hem şervan hem jî gel, vekişînê ji rojeva xwe derxîne. Divê kûrbûnê û belavbûnê ji xwe re bikin esas û bi vî rengî li ber xwe bidin. Eger bi rêbazeke wiha tevbigerin, her wiha bi tecrûbeyên ji Avaşîn, Zap û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê sûdê werbigirin, wê karibin encamê bi dest bixin. Bêguman cografya ne weke hev e; rêbaz cuda ne lê belê diyar e ku êrişên hewayî yên vê dewletê çawa dikarin bêne pûçkirin û çawa dikare bê xitimandin. Ji bo vê, eger sûd ji tecrûbeyan ê wergirtin, em di wê baweriyê de ne ku wê karibin bi ser bikevin.

Hêzên Rojava û hêzên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê divê vê rastiyê bibînin: Ji bo karibin çareseriyê pêk bînin û bibin xwedî îrade, divê karibin li dijî destwerdanên Tirkiyeyê xwe biparêzin. Yanî hêzeke ku nikaribe xwe biparêze û ji dewletan re bêje ‘werin min biparêzin’, hingî kes mafekî nade wê hêzê. Eger li dijî destwerdanên Tirkiyeyê şer bike û xwe biparêze, wê demê wê bi Şamê re jî çareserî pêk were. Yanî ji bo karibin xwe bikin îradeya çareseriyê, divê karibin xwe ji êrişên dewletên dagirker biparêzin. Ji bo vê jî hêza leşkerî, tecrûbe û gelên welatparêz hene. Di vir de yekane tişta pêwîstî pê heye ew e ku Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û gelên din mil bi mil tevbigerin, dev ji hev bernedin û sekneke bi îrade nîşan bidin. Eger bi vî rengî bibe wê bi ser bikevin û em hêvîdarin ku tiştên berê qewimîn wê dubare nebin.

Dewleta Tirk çima berê xwe da wê derê; divê qala vê jî bikim. Bala xwe bidinê, niha sekiniye. Ji ber ku divê derfetên siyasî jî bêne afirandin. Yanî divê ji Rûsyayê yan jî ji DYE’yê destûrê werbigire. Xuya ye Erdogan di vê mijarê de niha tengav bûye. Ji ber ku rewşa konjonkturî dest nade vê yekê çend roj in mijar cemidandiye.

Weke ku min berê jî got, vana dixwestin li Başûr gavekê biavêjin, şov bikin û piştre hilbijartinê pêk bînin. Ji bo gelê Tirkiyeyê jiyan niha mîna krîzê ye û di nava birçîbûnê de ne. Pêla şovenîzmê tê zêdekirin, bi êrişan dixwaze bêje ‘min serketinek bi dest xist’. Dema ku dît li Başûr nekarî vê bike, vê carê jî xwest li Rojava bike. Eger li Rojava jî bi heman rêbazê li ber bisekinin, wê têk biçin. Yanî berxwedana Rojava jî dikare bibe wesîle ku faşîzma Tirk têk biçe, li Tirkiyeyê demokrasî bi pêş bikeve û firsenda çareseriya pirsgirêka Kurd bê afirandin. Berxwedana li wê derê dikare encamên bi vî rengî girîng bi xwe re bîne. Divê ev were zanîn.

Divê em ji bîr nekin; îradeya herî mezin gel e. Bi rêveberiyeke baş a îradeya gel divê em karibin bikin hêz û bixin dewrê. Eger pêşengên Rojava di vê de serketî bin, wê di encama şer û berxwedanê de jî serketî bin. Hêvî û baweriya di vê mijarê de divê xurt be. Û bi qasî ku di çapemeniyê de tê nîşandan zemîneke xurt a berxwedanê heye. Divê xwînsar bin û bi rastî jî li wir dersekê bidin dewleta Tirk. Pêwîstiya mêtingeriya Tirk bi dersekê heye. Yanî kengî bixwaze divê nikaribe li Kurdan bixe! Divê nîşanî wê bidin ku eger bê wê bimire. Ev peyam divê jê re bê dayin. Divê ev bê gotin û amadekarî jî li gorî vê bê kirin. Ji bo vê jî çek a pêwîst, xak û gel heye. Tenê, eger li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî nêzîkatî bê nîşandan, wê bi ser bikeve. Baweriya me bi vî rengî ye.

 

Wezîrê Parastinê yê Dewleta Tirk a dagirker Hûlûsî Akar got, “Ne li nava Tirkiyeyê ne jî li derveyî Tirkiyeyê cografyayeke bi navê Kurdistanê nîne.” Tevî vê yekê jî PDK hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Gelo ev yek divê çawa bê dîtin? Çêdibe ku rayedarên PDK’ê vê rastiyê nabînin?

 

Vê rastiyê dibînin yan nabînin divê mirov vê ji wan bipirsin. Lê belê ev rastî heye; dewleta Tirk li dijî destketiyên gelê Kurd hemûyan e û naxwaze ku li ti cihî statuya Kurdan hebe. Mînak; Peymana Cezayîr ya sala 1975’an di navbera dewletên Iraq û Îranê de çêbû, lê belê aliyê sêyemîn û veşartî yê vê peymanê dewleta Tirk bû. Ji bîranînên generalên Tirk ên wê demê û belgeyên wê demê tê fêhmkirin ku dewleta Tirk wê çaxê çûye gel herdu delwetan û ji wan re gotiye ‘Divê ev otonomî ji holê bê rakirin’. Yanî rola Tirkiyeyê jî heye, lê belê wê demê PKK hîn ava nebûbû.

Her wiha bi peymanek navbera dewleta Tirk û Saddam re li hev hate kirin ku eger bê xwestin Tirkiye dikare bi 5 kîlometreyan bikeve nava Iraqê. Dema ku ev peyman hate çêkirin jî PKK li Başûr tune bû; pêşmerge hebû.

Sala 1983’an dewleta Tirk êriş bir ser Başûrê Kurdistanê, operasyoneke demkî kir. Wê demê jî PKK’ê li dijî dewleta Tirk şer ranegihandibû. Ev yek li dijî pêşmergeyan kiribû.

Yanî dewleta Tirk li dijî temamiya statuya Kurdan e. Ev rastiyeke. Lê belê di sala 1992’an de dewleta Tirk li hemberî me gelekî tengav bû. Hat radeya ‘Ya lê bide û jê xilas bibe, yan jî bidê û jê xilas bibe’. Di vê nuqteyê de jî bi bûyerên li Başûrê Kurdistanê qewimî re rêveberiyek ava dibû. Dewleta Tirk ragihand ku vê yekê tenê bi şertekî dikare qebûl bike. Ew şert çi bû? Divê li dijî PKK’ê şer bike. DYE kete navberê û bi vî rengî têkildarî di navbera hêzên Başûrî û dewleta Tirk re çêbûn.

Piştî ku Rêber Apo bi komploya navneteweyî dîl hate girtin û me şer rawestand, têkiliyên dewleta Tirk ên bi Başûrê Kurdistanê re lawaz bû û sala 2003’an dema ku hikumeta herêmî ava bû, ev yek li dijî xwe weke xeta sor dît û têkiliya xwe bi temamî birî. Ev yek heta sala 2008’an operasyona Zapê dewam kir. Dema ku bû sala 2009 xeta sor ji nû ve rakir, bi hikumeta herêmî û PDK’ê re têkilî danî. Ev rastî ne. Niha hinek ji rayedarên Başûrî dibêjin, ‘Eger ne ji PKK’ê be, dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê yan jî Rojava nake’. Bêguman ev yek cihê nîqaşê ye. Ji ber ku rastî cuda ye. Li Tirkiyeyê hikumeta heyî ya ku li se bingeha tifaqa AKP-MHP-Ergenekon ava bûye, hikumeteke welê ye ku li ser armanca tunekirina statuya Kurdan ava bûye. Yanî ne tenê li dijî Kurdên li Bakur, li dijî Kurdan bi temamî ava bûye. Tevî vê yekê jî weke ku we jî got, bi taybetî rayedarên PDK’ê vê ji nedîtî ve tên û dibêjin, “PKK nebûya Tirkan êrişî Başûr nedikirin.”

Bûyera ku we qalê kir, aliyên xwe yên balkêş hene. Rast e, Hûlûsî Akar li meclîsa Tirkiyeyê di danûstandinên têkildarî budçeyê de ev gotin bi kar anî. Ji HDP’ê wekîlek qala Kurdistanê kir; ew jî rabû got ku cografyayek bi navê Kurdistanê nîne. Piştre jî parlamenterekî cuda got, “Başûrê Kurdistanê, Kurdistana Iraqê heye; hûn di vê der barê de çi dibêjin?” Wî jî weke bersiv got, “Ne li nava Tirkiyeyê ne jî li derveyî Tirkiyeyê cografyayek bi navê Kurdistanê nîne.”

Balkêş e heman rojê yanî di 16’ê Mijdarê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî li Duhokê di panelekê de axivî û got, “Eger Rojavayê Kurdistanê ji PKK’ê dûr bikeve wê Tirk êriş nekin.” Yanî ev axaftin herdu jî di heman rojê de hatin kirin. Baş e Serokwezîrê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê wê ji van gotinên Hûlûsî Akar re çi bêje? Nakokî ye yanî. Rastî li pêş çavan e. Rastî çi ne? Rastî ew e ku ev hikumeta AKP-MHP’ê li dijî Kurdan e. Bi taybetî, Hûlûsî Akar tevî ku Çerkez e, Çerkeziya xwe jî înkar kiriye û tenê taybetmendiyeke wî heye; ew jî dijminatiya li Kurdan e. Ew dijminekî Kurdan e. Me ev yek li Cizîrê jî li gelek deverên din jî dît. Ev yek eşkere bû. Yanî rastî bi vî rengî ye û divê ev pirs li rayedarên hikumeta herêmê bê kirin. Dewleta Tirk ji bo destketiyên Kurdan ji destê wan bigire niha PKK’ê ji bo xwe dike hincet. Bêguman ji ber ku partiya me di ‘lîsteya terorê’ ya wan û modernîteya kapîtalîst de ye, vê dibêjin. Lê belê bi esasî li dijî Kurdan hemûyan e. Yanî ew niha li dijî statuya li Rojavayê Kurdistanê ne. Ti çepereke PKK’ê li wê derê nîne, lê belê ew dixwazin statuya Kurdan a li wê derê jî ji holê rakin. Meseleya esasî ev e.

Di vê bernameyê de dil dixwest ku li ser vê mijarê bi hêvî bixwazim. Min dixwest bêjim ku ‘Dibe ku pirsgirêkên nava Kurdan ber bi çareserî û başiyê ve diçe’. Lê mixabin tiştek li ber dest nîne ku karibim vê bêjim. Rast e êrişên dewleta Tirk niha hatine şikandin, lê belê hevkariyên ku bi Tirkiyeyê re têne kirin ne yên qebûlkirinê ne; divê êdî dawî li vê bê anîn. Ji ber ku di çarçoveya peymanên bi Tirkan re hatine kirin kemînan datînin pêşiya hêzên me. We dît 2 caran li Xelîfanê kemîn danîn pêşiya komên me ku tenê di rê de diçûn. Di encamê de jî şehadet çêbûn.

Hevalên me yên li wê derê şehîd bûn hemû jî kadroyên bijarte bûn. Mînak; hevala Tolhildan. Hevalek ji Tirbespiyê bû. Xwendekarek bû. Di ciwantiya xwe de tevlî nava refên tevgera me bûbû. 22 salan di nava tevgera me de li gelek cihan tevlî nava şer bûbû, têkoşiya bû. Endameke Hêzên Taybet bû. Her tim ji bo çalakiya fedayî amade bû. Hevalê Serdem jî bi heman rengî bû. Ew jî hevalekî ciwan û bijarte yê endamê Hêzên Taybet bû.

Mesela di nava wan hevalan de hevalê Şoreş Mardîn hebû. Hevalê Şoreş ji Behdînanê çûbû heta Derya Reş. Li Samsûnê li dijî dewleta Tirk şer kiribû. Piştre vegeriya hat; vê carê ji bo karibe lid ijî DAÎŞ’ê şer bike derbasî Rojava bû. Piştre jî dema ku li dijî DAÎŞ’ê şer kir ji çavekî xwe birîndar bû, çavekî xwe winda kir. Çû Ewropayê tedawî bû. Piştî ku tedawiya wî qediya yên li Ewropayê jê re gotin ‘li vir bimîne, li vir bixebite’, lê wî got ‘na, ez ê biçim’ û tê Qendîlê. Dema ku tê Qendîlê hevalên li wir jî dibêje, ‘li vir bimîne, tevlî perwerdeyê bibe’, lê ew dibêje ‘na; li Behdînanê şer heye; ez ê biçim li dijî dewleta tirk şer bikim’ û bi rê dikeve. Di vê rêwîtiyê de li derdora Xelîfanê dikeve kemînê û di wê kemînê şehîd dikeve.

Hevalê Brûsk ji malbateke welatparêz e û 2 birayên wî şehîd ketine. Hevalê Şoreş Hakkarî jî bi heman rengî. Hevala Axîn ciwanek ji eşîra Mixûrî ye. Di nava refên me de xwe bi pêş xist û di bikaranîna çekê de serwer bû. Perwerdeya çekan dide hevalan, dersê dide wan. Lê belê tê warê eşîra xwe û li wir dixwaze Kurdistanê biparêze. Ji bo wê jî ji Xakurkê bi rê dikeve lê ew jî şehîd dikeve.

Yanî ev mirov Kurd in. Tenê armanceke wan heye, ew jî xizmeta ji bo gel e. Gelo ne guneh e ku ev mirov di kemînê de şehîd bêne xistin. Kîjan wijdan dikare vê yekê tehemûl bike! Divê êdî dawî li van kiryaran bê anîn. Tiştên bi vî rengî divê êdî nebin. Ev mirov hemû kadroyên bijarte bûn. Di heman demê de koma hevalên Serwer a berê jî bi vî rengî bûn. Yanî li cihekî ne leşkerî kemîn li pêşiya hevalan tê danîn û şehîd têne xistin. Beriya van jî bûyer hebûn ku qewimîn. Ew bûyer jî li derveyî kontrolê, bi rasthatina ji nişka ve qewimîn. Lê belê ev herdu bûyerên li Xelîfanê bi rengekî plankirî hatin kirin. Lewma nayê qebûlkirin; bi navê Kurdîtiyê nayê qebûlkirin.

Niha li Sêmalkayê dayik çalakiyê dikin û cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Silav û hurmetên xwe ji wan dayikan hemûyan re dişînim. Ya rast ev kêmasiya me ye; yanî diviyabû me rewşa xitimandî ya li nava siyaseta Kurd ji holê rakiribûna, dayik neçar nehiştibûna ku kon vedin û cenazeyên zarokên xwe bixwazin. Yanî di vê mijarê de berpirsyariyên me hene. Em rexnedayina xwe didin wan dayikan. Di şexsê dayikan de yên li Sêmalka û yên li Silopiyayê hatin heta ber sînor, li pêşberî dayikan bi rastî jî berpirsyariyên me hene û em careke din hurmeta xwe pêşkêşî wan dikin.

Bêguman a ji me tê xwestin ew e ku van pirsgirêkan çareser bikin. Heta kengî wê Kurd Kurdan bikuje! Çima bi vî rengî ye? Em di sedsala 21’ê de ne. Di vê sedsalê de dinya alem pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser dikin. Her wiha di navbera me de pirsgirêkeke welê gelekî giran nîne. Pirsgirêk çi ye? Pirsgirêk teşwîqa mêtingeriya Tirk e. Yanî divê em nekevin xefika mêtingeriyê. Divê em dawî li vê bînin. Di vê mijarê de dikarim tenê tiştekî bêjim: di vê sedsalê de şerê Kurdan ê li hemberî Kurdan şerm e. Divê kes nekeve nava vê hewldanê; serî li van rêbazan nede û dawî li vê bîne. Bendewariya me ev e.

Bêguman em nizanin ku ev ê çawa û ber bi ku ve biçe. Ji ber ku niha li gelek deveran kemîn hînê dewam dikin. Di van kemînan de mîna li Xelîfanê li ku derê hevalan bibînin wê guleyan li wan bireşînin. Eger heta niha neqewimî be, ji ber wê yekê ye ku me hevalên xwe sekinandine. Ji ber vê yekê neqewimiye. Yanî rewşeke bi vî rengî ya krîtîk û hesas heye. Ya rast, tehlûke ye. Ji bo ev yek veneguhere şerekî berfireh em hewl didin û em hêvî dikin wê nebe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv