Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji bo ku bi Kurdî zanîbû Elmanyayê aktivîsta Spanyol dersînor kir

Dewleta Elman ji bo ku xweş bi Kurdî dizanî aktivîsta Spanyol Marîa V. dersînor kir û biryar da ku heta 20 salan nikare were Elmanya.

Dewleta Elman ji bo ku xweş bi Kurdî dizanî aktivîsta Spanyol Marîa V. dersînor kir û biryar da ku heta 20 salan nikare were Elmanya.

Dewleta Elman bi hinceta ku aktivîsta Speanyol Marîa V. li nav saziyên Kurdan xebatan dike ew dersînor kir. Marîa V. 20 salan wê nema bikaribe biçe Elmanyayê.

Balkêş e ku salvegera qedexeya li ser PKK’ê de ku ji 26’ê Mijdara 1993’an ve didome, ev biryar hate standin.

Marîa diyar kir meha Cotmehê dema çû Midûrtiya Emniyetê ya bajarê Halle ya eyaleta Saksenê ji biryarê agahdar bûye, sê polîsên bi kincên sivîl  biryara dersînorkirinê dane wê. Marîa got, ‘’Ji min re gotin, ji bo ku welêt biterikînim 30 rojên te hene, ji bo ku ev dem îro qediya, mecbûr man ku Elmanyayê biterikînim.’’

Marîa wiha got: ‘’Bi hinceta ku xweş bi Kurdî dizanim û diçim saziyên Kurd ev biryar dan. Tevlêbûna min a li çakiyên Kurd û panêlan kirine hincet. Li gel ku li Elmanyayê ji malbata min kes tine û bi salan e liv ir im û ji hêla îdeoloîk ve têr û tije me û ji bo ku min ev ji bo Kurdan bi kar aniye, ev kirine sûc.’’

Marîa bi domdarî got, ‘’Li Elmanya ti xebatên min ên derî yasayan nîne lê li gel vê jî ez dersînor kirim. Ji ber vê biryara der yasayî ez ê têkoşîna hiqûqî bidim, jixwe parêzerên min îtîraz kirin û me pêvajoya yasayî da detpêkirin.’’

Marîa wiha domand: ‘’Ez ji bo Kurdan û gelên din jiyaneke azad û wekhev dixwazim. Li gorî dewleta Elman Spanyoelek ku tiştekî wiha bixwaze û ji bo ku derdê Kurdan xweş fêhm bike xweş bi Kurdî zanibe ev sûc e. Di şexsê min de dewleta Elman dixwaze enternasyonalîstan çavtirsandî bike. Niyeta wan ew e ku aktivîstên ji gelên din ji Kurdan dûr bixin.’’

Marîa her wiha diyar kir ne rasthatine ku biryar anîne ser dema 26’ê Mijdarê ku salvegera qedexekirina PKK’ê ye û got, ‘’Ez dixwazim vê peyamê bidim Kurdan; bi ti rengî kirinên derhiqûqî nikarin min aktivîst /enternasyonalîstan çavtirsandî bikin, em li kûderê jî bin, bi her şertî em ê li gel têkoşîna we bin.’’

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv