Meclîsa Medya dîjîtal a Kurdistanê 26’ê Mijdarê kampanyekê dide destpêkirin.
Armaca kampanyayê ew e ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin.
Ji niha de gelek kesayetên navdar û siyasetmedar piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê radigihînin..
Û dibêjin, PKK ji bo mirovahiyê têdikoşe.Divê dawî li vê neheqiyê were anîn.
KAMPANYAYA PIŞTGIRIYA PKK’Ê
DI QADA NAVNETEWÎ DE KESAYETÊN NAVDAR TEVLÎ KAMPANYAYÊ DIBIN
Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê 16’ê Mijdarê bi daxuyanikê ragihandibû ku ew ê ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin dest bi kampanyayekê bikin.
Kampanya wê 26’ê Mijdarê di qada navnetewî de li ser hemû platformên dijîtal bê meşandin.
Gelek kesayetên navnetewî bi daxuyaniyên xwe yên li ser hesabên xwe yên dijîtal ji niha ve tevlî vê kampanyayê dibin.
“PKK’Ê JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÎST DERXIN”
EHMED BEHA EL-DÎN ŞABAN: GIRTINA PKK’Ê DI VÊ LÎSTEYÊ DÊ NEHEQÎ YE
Yek ji van kesan Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Beha El-Dîn Şaban e.
Ehmed Beha îşaret bi têkoşîna PKK’ê kir û got:
“PKK di lîsteya rêxistinên terorîst de girtin zerarek mezin dide têkoşîna rewşa ya gelê Kurd.
Ji bo ev bêedaletî ji holê rabe, divê PKK ji lîsteya rêxistina terorîst bê derxistin.
“PKK’Ê JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÎST DERXIN”
HELENA GRUNFELD: PKK TÊKOŞÎNEKE MAFDAR A AZADIYA GELÊ KURD DIMEŞÎNE
Ji Komîteya Hevgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyêye a Avûsturyayê Helena Grunfeld jî li ser mijarê ev peyam da.
“PKK’ê herdem ji bo parastina gelê Kurd têkoşîne mafdar daye meşandin.
Êdî dem hatiye PKK ji vê lîsteyê bê derxistin.”
ÊDÎ DEM HATIYE “PKK JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÎST DERXIN”
REFÎK GEFUR: PKK REWABÛNA XWE JI GELÊ KURDISTANÊ DIGRE
Endemê Konseya Rêveber a KNK’ê Refîk Gefur jî di peyama xwe de ev bang kir.
“PKK’Ê JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÎST DERXIN”
ZIYAD CEBAR: YNK PIŞTGIRIYA VÊ HEWILDANÊ DIKE
Serokê Koma YNK’ê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ziyad Cebar li ser mijarê ji ajansa Rojnewsê re axivî.
Ziyad Cebar di axaftina xwe de got: “YNK’ê li hemû perçeyên Kurdistanê piştevaniya partiyên Kurd dike.
Hewldanên derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst jî hewildenek rast û di cîh de ye.”
“PKK’Ê JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÎST DERXIN”
SELAM ABDULLAH: DIVÊ YEKÎTIYA EWRÛPA DENGÊ GELÊ KURD BIBÎHIZE
Nivîskar û Aktîvîst komunîst Selam Abdullah jî tevlî kampanyaya Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê bû.
Di peyama xwe de Selam Abdullah bang li Yekîtiya Ewropa kir ku PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derbixe.