Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Partiya Karkirên Kurdistanê

 

Beriya bi 43 salan PKK di kijan şertan de ava bû?
Çi bû sedem ku pêdivî bi avakirina tevgereke Kurdî hat dîtîn ?
Kadroyên ku hatin girtin, li zindana Amedê di şertên çawa de li ber xwe dan?
Vê berxwedana wan, tesîreke çawa li biryarên kadroyên li derve kir?
Ev rêxistina ji 7-8 kesan destpêkir, îro li Rojhilata Navin bi milyonan endam û alîgirên xwe.
Bûye yek ji aktorên herî girîng ên li Rojhilata Navîn.
Em ê her roj bi dosyayên taybet qala avabûna PKK’ê û bandora wî ya li herêmê bikin.
Îro di dosya xwe de em ê cih bidin biryara rêber APO ya avakirina PKK’ê.
Keremkin..

PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊ
43 SAL IN BÊ RAWESTAN MEŞA AZADIYÊ DEWAM DIKE

Salên 70’î, mîna gelek deverên cîhanê, bayê şoreşê li Tirkiyê û Kurdistanê jî da…

Xwendekarê Kurd Abdullah Ocalan ê ji pêşengên şoreşa Tirkiyê, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û hevalan wan bi bandor dibe, biryarê dide ku dawî li xewa dehê salan bîne…

Û bi ketina sala 1973’an Rêber Apo dikeve nava lêgerînekê…

Navenda vê tevgera ku wê bi demê re mohra xwe li dîroka Kurdistan, herêm û cîhanê bidana, paytexta Tirkiyê Enqerê bû…

Her tişt ji civîna Bendava Çubûkê destpê kir…

Sala 1976’an li Dîkmena Enqerê êdî koma ku ji çend şoreşgeran pêk dihat gihişt wê astê ku biryara rêxistinbûyînê bide…

Endamên vê komê gihiştin wê baweriyê ku divê beriya her tiştî tirsa dehê salan ku di serê Kurdan de bicih bûyî jiholê were rakirin..

Lewma yek bi yek berê xwe didin bajarên Dîlok, Amed, Riha, Dêrsim, Batman û Serhedê…

Hêzên ji vê tevgera şoreşgeran haydar bûn, hê di rojên pêşî de ketin nava tirs û xofeke mezin…

Difikirîn ku ew ê bi kuştina çend pêşengan dawî li vê tevgerê bînin..

18’ê Gulana 1977’an li bajarê Dîlokê, yek ji damezrînerên koma Apoyî, şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer di encama êrişeke bêbext de şehîd dibe.

Yên êrişî Hakî kirin her wiha plan dikirin bi kuştina wî ew ê hemû endamên komê nas bikin û yek bi yek wan ji holê rakin..

Abdullah Ocalan ê vê plana dewleta Tirk dibîne, ji bo bîranîna Hakî Karer biryareke dîrokî dide…

Û di nava demeke kurt de, tevger li her devera Kurdistanê belav bû..

Di encama xebatan de, ciwanên Apoyî gihiştin wê qenatekê ku êdî dema partîbûyînê hatiye…

Û roja 27ê mijdara 1978an, 23 kadroyên pêşeng li gundê Fîsê yê navça Amedê Licê kom dibin..

Ev civîn weke kongreya damezrandinê hat lidarxistin…

Tevgera ciwanên Apoyî, di vê kongreyê de xwe weke Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê binav kir…

Piştî 2 sal di ser damezrandinê re derbas bû, cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê pêk hat..

Piraniya pêşengên PKK’ê hatin girtin û di êşkenceyên herî giran re derbas bûn..

Bendewariya cuntayê ew bû ku bi lêdanê ew ê bandorê li biryardariya kadroyên PKK’ê bike û wan mecbûrî teslîmiyetê bike..

Mazlum Dogan, Ferhad, Necmî, Mahmûd, Eşref, Kemal, Xeyrî, Alî û Akif bi gotinên Berxwedan Jiyane û bi qasî ku em ji jiyanê hez dikin em amadene di oxira wê de canê xwe bidin, xewn û xeyalên faşîzmê têk birin..

Rêber Apo berxwedana zîndana Amedê weke bang û fermana bilindkirina têkoşînê binav kir..

Û 15’ê Tebaxa 1984’an bi pêşengiya Mahsum Korkmaz gulleya pêşî li Eruhê hat avêtin..

Êdî çerxa dîroka Kurdistanê hat guhertin…

Partîbûyîn, berxwedan, şerê çekdarî û serhildana gel…

Desthilatdarên Tirk îdîa kirin ku ew di 72 saetan de dawî li vê şoreşê bînin…

Bi hezaran 72 saet derbas bûn, bi dehan desthilatdar û sererkanên dagirker ji holê rabûn..

Lê 44 sal in PKK têdikoşe û îro roj ne bi tenê gelê kurd li Rojhilata Navîn bûye navê azadiya gelan.

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv