Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kalkan: Bikaranîna çekên nukleer ên taktîkî tê wateya ku NATO li ser sûc hatiye zeftkirin

Kalkan: Îmrali girtîgeheke Ewropayê. Saziyên ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bi rê ve dibin, bi hev re ne. Bi hiqûqê re dilîzin. Divê parêzer û derdorên hiqûqî baş vê rastiyê bibînin.

Dûran Kalkan diyar kir ku faşîzma AKP û MHP’ê ya ku li hemberî şerê gerîla û berxwedana gel tengijiye ji bo ku tevliheviyê çêbike, ciwanan qir û qels bike, lîstikên şerê psîkolojîk dike û bal kişand ser vî tiştî ku bi cezayên dîsîplînê jî zext û şantaja psîkolojîk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî zêde bûye. Kalkan diyar kir Îmrali girtîgeheke Ewropayê ye û got “Saziyên ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bi rê ve dibin, bi hev re ne. Bi hiqûqê re dilîzin. Divê parêzer û derdorên hiqûqî baş vê rastiyê bibînin.”

Dûran Kalkan şerê ku sê meh in rojê 24 saetan li Herêmên Parastinê yên Medyayê, performansa gerîla û sûcên şer ên dewleta Tirk jî nirxand. Kalkan diyar kir dewleta Tirk çekên nukleer ên taktîkê bi kar tîne û got “Heke derkeve holê, ev tê wateya ku NATO li ser sûc hatiye zeftkirin. Ev belgeya herî şênber e ku NATO yekser vî şerî dike.” Kalkan diyar kir divê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî vî tiştî derxîne holê.

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê tecrîda li ser Îmraliyê, têkoşîna li hemberî tecrîdê, şerê dagirker ên dewleta Tirk, civîna dawîn a NATO’yê, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji Medya Haber Tvyê re axivî.

Tecrîd û berxwedana li hemberî wê didome. Cezayên dîsîplînê di rojevê de ye. Bi taybetî di demên dawîn de cezayên dîsîplînê ji aliyê TC’yê dibin rojev. Sedema vî tiştî ye?

Beriya her tiştî berxwedana Îmrali û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Erê li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Tecrîda 24 salan didome. Ev ne rewşeke nû ye lê rewşa niha bi awayekî girankirî didome. Ji bernameya berê û heta niha, di vî warî de tu guherîn çênebû. Tu bersiv nedan hewldanên hiqûqî yên parêzer û malbatê. Nêzikatiya berê didome. 775 parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kiribûn. Daxuyanî dan, tu bersiv nedane wan. Nêzikatî wekî berê didome. Di eniya hiqûqî de tiştek neguheriye.

Hin derdorên şerê taybet hin nîqaş anîn rojevê. Me jî di civîna berê de gotibû, ev êrîşeke şerê psîkolojîk a taybet e. Faşîzma AKP û MHP’ê li hemberî şerê gerîla û berxwedana gel kete rewşeke zehmet. Ji ber vê dixwaze rewşên ne zelal ava bike, ciwanan qir û qels bike, dixwaze bendewariyê çêbike. Ev lîstik in. Ev lîstikên şerê psîkolojîk e. Divê tu kes nexape. Divê dost û gelê me, di vî warî de nekevin nav xefkekê. Heval Mûstafa Karasû bi zelalî diyar kir, ev êrîşa şerekî psîkolojîk ê taybet e û divê helwesta li hemberî vî tiştî çawa be.

Siyaseta TC’yê tevî desthilatdarî û mûxalefeta wê hişk bûye, êdî nikare tiştekî hilberîne. Ketine rewşeke hejar. A rast ne wisa ye. Hingî rastî ji gel veşartin, ketine halekî wisa. Êdî tu derewên wan nema ku ji civakê re bikin, kes ji wan bawer nakin. Bi van tiştên wisa beredayî dixwazin dîsa xwe bikin rojev. Ev bi zelalî tê dîtin. Divê mirov vî tiştî bibîne, lê divê em nexapin. Hinek derdorên şerê taybet, dibêjin bi Rêber Apo re hevdîtin çêbûye û wê tevger parçe bibe. Kesên dixwazin sûdê ji serkefetina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê werbigirin, divê baş bizanibin wê negihêjin meqseda xwe. Dema ku heyeta HDP’ê diçû bi Rêber Apo re hinek hevdîtin dikir, dema ku hevdîtin hê ne zelal bû, Rêber Apo gotibû ‘Deriyê min vekiriye, hinek kes dikarin werin û ez hevdîtinê bikim. Kesên werin ber deriyê min ez nikarim ji wan re bibêjim biçin. Divê li her hevdîtinê wateyeke siyasî neyê barkirin. Dibe ku hevdîtinên parêzer û malbatê jî bibin. Ev hevdîtin di çarçoveya hiqûqî de tê kirin. Divê wateyek siyasî lê neyê barkirin.’

ÎMRALI GIRTÎGEHEKE EWROPAYÊ YE

Di dawiya meha Gulanê de cezayê dîsîplînê yê ji bo 3 mehan hate dayîn. Di pêvajoyeke wisa de her cure hevdîtin hatine qedexekirin, wekî ku wê hevdîtin were kirin. Balkêş e ku tiştên wisa tînin rojevê. Ev çi fen e, ev çi ben e. Ji aliyê din ve heman rêveberî cezayê dîsîplînê dide û pê re jî gotinên wisa tê kirin. Gelekî eşkere ye ku derew û xapandin heye. Tişta rast ev e ku cezayên dîsîplînê heye. Divê em van daxuyaniyan çawa fêm bikin? Divê em wisa fêm bikin, nexwe li Îmraliyê jî li ser Rêber Apo zext û şantaja psîkolojîk hatiye zêdekirin.

Divê li hemberî vî tiştî helwesta me çawa be? Divê li hemberî pergala qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê divê em têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo geş bikin, xurt bikin. Divê em zêdetir têbikoşin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo encama ku dikare ji vî tiştî were derxistin ev e. Li hemberî faşîzma AKP’ê, pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê tiştekî dîtir nabe.

Derbarê van cezayên dîsîplînê min berê jî hinek daxuyanî dabû. Bi qasî 6 salan me hiqûqa Ewropayê xwend, Îmrali girtîgeheke Ewropayê ye. Erê dewleta Tirk gardiyantiya wê dike lê pergala girtîgehê pergala Ewropayê ye. Ne li derveyî hiqûqa Ewropayê ye. Li gorî hiqûqa Ewropayê rewşa li Îmraliyê tê çi wateyê? Min hinek tişt got, divê mirov nebêje cezayê dîsîplînê û derbas bibe, biçe. Erê aliyekî wê qedexekirina hevdîtinan e. Lê ev ne aliyê wê yê girîng e. Aliyê wê yê girîng ev e, tê wateya ku di warê hiqûqî de bi van cezayên dîsîplînê belge dike. Di demên dawîn de parêzer çûn Ewropayê. Zext kirin ku çima Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 8 sal in pêk nayne. Çima nayê pêkanîn? Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kîngê ew biryar stend? Di sala 15’emîn a pergala Îmraliyê ye. Ji ber ku li gorî hiqûqa Ewropayê piştî tijîbûna 15 salan, divê rewşa girtîbûnê dîsa ji ber çav were derbaskirin. Ev hewce dike. Divê dîsa darizandin pêk were. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir û biryara darizandina ji nû ve da. Wê kesê ku biryara darizandina ji nû ve kî têxe meriyetê? Îradeya siyasî. Yanî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, biryarên DMME’yê pêk tîne. Ji komîteyê hate xwestin ku bila were pêkanîn. Çima nayê pêkanîn? Dixwaze pêk bîne, dema ku ji bo pêkanînê tîne rojevê, gardiyan yanî dewleta TC’yê belgeyeke hiqûqî dişîne. Dibêje ev qas tiştên bêdîsîplînê kiriye, evqas ceza stendiye. Yanî divê ne hewce ye ev kes were darizandin, tiştekî bi navê rewşa aram tune. Ne hewce ye dîsa rewş ji ber çavan were derbaskirin. Van tiştan dibêje û biryar beriya ku were pêkanîn dide sekinandin.

WÊ ÎNFAZEKE BÊYÎ DARIZANDIN PÊK BÎNIN

Piştî Sibata 2023’an wê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbare serlêdanê dîsa biryar were stendin. Wê dîsa bîne rojevê. Ji ber ku sala 25’emîn dest pê dike, di sala 25’emîn de wê biryarê bistîne. Bi îxtîmaleke mezin, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wê di sala 25’emîn de dîsa bixwaze ku darizandin pêk were, wê bixwaze doz dîsa were nirxandin. Wê vî tiştî dîsa bişîne Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Wê komîte jî ji bo pêkanîna vê biryarê ji gardiyan yanî ji TC’yê bipirse.

Wê Tirkiye û dadgeha ku ji Îmraliyê berpirs in, ew ê cezayên dîsîplînê bişîne ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Wê bibêje evqasî sûc kiriye, ceza lê hatiye birîn ango hatiye darizandin, ne hewce ye were darizandin. Nexwe ne hewce ye biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê were pêkanîn. Wê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî qîma xwe bi vî tiştî bîne. Wê wisa bikin wekî ku hatiye darizandin. Wê dîsa înfazeke bêyî darizandin pêk bînin. Ji bo vî tiştî amadekariyê dikin. Divê her kes vî tiştî bibîne. Ev rewşeke cîddî ye. Bêdîsîplîniyeke çawa ye? Heval Karasû jî diyar kir, ka li wir çi dike ku cezayê dîsîplînê were birîn! Wan demên berê gotibûn, ji ber ku pêgermok gerandiye, ceza lê hatiye birîn. Dibe ku ji ber nêrînê jî ceza hatiye dayîn. Ev tişt ne rast in. Gelek tiştên din jî ji ber xwe derdixin derew in. Ji bo ku biryara darizandina ji nû ve ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk neynin, hincetan çêdikin. Rewşa hiqûqî ev e. Ji vî alî ve saziyên ku pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bi rê ve dibin, bi hev re ne. Bi hiqûqê re dilîzin. Ev zelal e. Divê parêzer û derdorên hiqûqî vê rastiyê baş bibînin. Divê bi awayekî cîddî li ser vî tiştî were sekinandin. Ev lîstikek e, nabe ku ev qasî lîstik, dek û dolab hebe. Li cem van Osmaniyan dek û dolab gelek in, dewleta Tirk bi dek û dolaban karê xwe dimeşîne. Divê teqez mirov biçe ser vî tiştî.

Rêber Apo 14 sal berê çû Ewropayê. Çareseriya siyasî ya demokratîk a doza Kurdan pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê kir, got fermo werin çareser bikin. Çi kirin? Komploya navneteweyî kirin. Pergala êşkenceyê ya Îmraliyê derxistin holê. Saziya ku ji Îmraliyê berpirsyar, Yekîtiya Ewropayê ye, CPT ye. 24 sal in ev qasî xwîn rijiya. Kî berpirsyar e? Bêguman kesên ku ev rewş afirandine, berpirsyar in, kesên çareser nekirine berpirsyar in. Wan bi xwe ev pirsgirêk afirandibûn, ne rewşeke wisa bû ku çareser nekin lê çareser nekirin. Evqasî xwîn rijiya, evqasî pirsgirêk çêbû. Çi bû? Çek firotin, ev qasî bazirganiya ekonomîk kirin, qezenc kirin, xwarin û vexwarin. Gel jî dibêje bila li we bibe jehr.

HIQÛQ JI XWE RE KIRINE WEKÎ LÎSTIKEKÊ

Ji ber vê evqasî xwîn rijiya, pirsgirêk evqasî bêçareserî hate hiştin û pirsgirêk aloztir bûn. Niha jî wisa domiya. Dîsa wisa dikin. Heke ev lîstikeke hiqûqî be, ez vî tiştî bibêjim. Rêber Apo ne hemwelatiyê TCyê ye. Cûntaya 12’ê Îlonê Rêber Apo ji hemwelatiyê avêt. Bi salan e, ne hemwelatiyê TC’yê ye. Piştre wan xwe bi xwe biryar dan ku wî dîsa bikin hemwelatî. Her tişt xwe bi xwe kirin.  Rêber Apo tu serlêdan nekir, dewleta TCyê hemû tişt kir. Piştre jî li ser esasê wê biryarê, 24 sal in di nav pergala Îmraliyê de dide ragirtin, li ser navê cezayê dîsîplînê bi hincetên derew dixwaze dîsa mafê darizandina ji nû ve û tiştên hiqûqî ji holê rake. Dixwazin li hev bînin. Hiqûq kirine lîstikek, ev lîstik wisa tê lîstin.

Mirov nikare gardiyan ji van tiştan berpirsyar bibîne. Kesên ev pergal afirandine û bi rê ve dibin berpirs in. Ji ber vê ev cezayên dîsîplînê di rewşeke cîddî de ye. Binihêrin 30 sal ceza dane, girtî maye, divê rewşeke aram tune. Dernaxînin. Bi dehan hevalên me hene. 30 salan di zindanê de mane, dîsa jî wan bernadin. Tiştên wekî dîsîplînê û rewşên wisa tînin rojevê, dibêjin wê ev qasî bimîne, ev qasê din jî maye û hincetên hiqûqî diafirînin. Dewlet û desthilatariya heyî zêdetir vî tiştî dike. Lîstika ku dixwazin li Îmraliyê bikin ev e. Divê em li hemberî van tiştan baldar bin. Çima ceza hatine dayîn, hincet çi ne? Divê parêzer û derdorên hiqûqî li hemberî vî tiştî têbikoşin. Bi rastî jî rewşeke wisa ye ku ceza were dayîn? Çima evqasî ceza tê dayîn, çi bûye? Sermesele rewşa hevalên me yên din ên li wir çi ne? Ceza didin wan jî. Em dixwazin van tiştan bizanibin, divê mirov li ser van tiştan bisekien. Di vî warî de divê mirov biçe ser DMME û Konseya Ewropayê. Divê mirov qet nesekine. Tişta esasî têkoşîn e. Li wir hiqûq tune, exlaq jî tune. Me her carê got, pergaleke dîlgirtinê ya herî giran heye. Awayê herî giran ê pergala qirkirina Tirkan tê meşandin û rêvebirin.

Jixwe çi bibe jî bi tenê bi hewldanên hiqûqî tu encam nayê stendin. Divê mirov vî tiştî ne girîng nebîne lê tişta esasî ev e ku divê têkoşîn were geşkirin. Li her qadê têkoşîn geş dibe, mezin dibe. Di demên dawîn de kûrtir bû. Di derdorên derve de, derdorên karker û kedkaran, rewşenbîr û hunermendan de, daxwazên ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ zêdetir bû. Dibêjin em dixwazin dengê wî bibihîzin û pê re nîqaşan bikin. Gelek rewşenbîran fikra xwe gotin, rexneyên wan heye. Rexneyên Rêber Apo yên ji bo wan jî heye. Mafê wan ê nîqaşê heye, dixwazin wan tiştan bikin. Ev rewşeke herî xwezayî ye, ji mafên wan e. Ji ber vê ji bo hilweşandina pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em têkoşînê geştir bikin û metodên afirîner mezintir bikin.

24 SAETAN ŞER DIDOME

Em werin ser berxwedana gerîlayan… Şer bi kûrahî didome. Di vê qadê de rewş û geşedanên dawîn çi ne?

Derbarê şer mirov dikare gelek tiştan bibêje. Ji ber ku gelekî zêde bûye û piçekî jî êdî belav bûye. Di 3 waran de ez dikarim bi kurtasî qala rewşên nû bikin. Yek jê rewşa şer a pratîk, geşedana wê û rewşa wê ya kûrbûnê…

Rewş wisa ye: Dewleta TC’yê li gelek qadan leşker danî, şer çêbû. Piştî çend rojan wê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bîlançoya 3 mehan eşkere bike. Di encamê de wê were dîtin ku di wan 3 mehan de çi şerekî mezin pêk hatiye. Leşker danîn qadê, 3 meh in li her qadê şer çêbû. Ji aliyê din ve şerekî ji nêz ve. Gerîla li her derê ye, dewleta Tirk jî li her derê hêzên xwe yên leşkerî danî. Her roj şer çêdibe. Her roj 20-25 leşker tên kuştin an jî birîndar dibin. Lê rewşeke zelal tune. Encam wisa ye, di nav hev de ne û şerekî ji nêz ve tê kirin. Şerekî wisa ku 24 saetan heye. Li hemberî gerîla artêşeke wisa heye ku ketiye rewşeke zehmet, asê maye. Bi hêza teknîkî piştgiriyeke xurt distîne. Her cure dek û dolabên şer dike û bi çekên qedexe ev artêş dixwaze xwe li ser lingan bigire, lê dîsa jî nikare xwe biparêze. Çi kir? Hinek metodan diceribîne. Êrîşî derdorên derve dike. Li Bakur, Kurdistanê, Tirkiyeyê êrîşî gel, karker, kedkar, jin û ciwanan dike û wan digire. Êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, êrîşî Mexmûr, Şengal û Rojava dike. Teknîkeke zêde bi kar tîne.

SAZÎ JI BO CENAZEYÊN LEŞKERAN DIKARIN TÊKEVIN DEWRÊ

Dîsa ji nû ve PDK’ê û cerdevanan dixin nav şer. Di demên dawîn de dîsa hêzên PDK’ê anîn Metînayê. Em dikarin vî tiştî bibêjin ne ji piştgiriya PDK’ê bûya artêşa Tirk heta niha qir bûbû. Heke heta îro hene û evqasî li ber xwe didin, ev tişt bi saya PDK’ê ye. Bi alîkarî û piştgiriya PDK’ê tê kirin. Divê ev tişt were zanîn. Pê re jî şer belav kir, li hemberî çalakiyên îmhayê dest û pêyê wan hate girêdan. Vê carê êrîşî Girê Cûdî û Girê Hekkarî kirin. Wan jî xwestin dora wê û Girê Rûbar biparêzin. Me wê demê pirsî, hûn ê Girê Cûdî û Girê FM ji ku biparêzin? Nekarîn biparêzin, çalakiyên îmhayê yên gerîlayan derketin pêşberî wan. Vê carê ji 4’ê Tîrmehê û vir ve êrîşî Girê Amêdiyê û Sêdarê dikin. Qaşo wê ji wê derê leşkerên li Girê Cûdî û Girê FM biparêzin. Baş e, wê niha Girê Amêdiyê çawa biparêzin? Di 5,6,7’ê Tîrmehê de gerîla li Girê Amêdiyê êrîşeke mezin kir. Tê diyarkirin li Girê Cehennem û Girê Cûdî 26 leşker hatine kuştin. Dîmenê bi dehan leşkeran hatine kişandin, cenaze di destê gerîlayan de ye. Saziyên mafên mirovan ji bo cenazeyan dikarin têkevin dewrê. Bi vê wesîleyê ez li ser navê rêveberiya partiya me hemû hêza gerîla ya li Girê Amêdiyê derbên giran li dagirkeran xistine, pîroz dikim. Jixwe wê ev tişt pêk bihata. Jixwe ji bo parastina Girê Amêdiyê wê tiştên din bikin.Rewş di vê çarçoveyê de ye. Rewşeke aloz heye.

VA YE CEJN HAT KA BAHÇELÎ LI KU YE?

Ez cejna gelê me yê Misilman û ya alema Îslamê pîroz dikim. Lê ez dixwazim vî tiştî jî bibêjim, em li bendê ne Devlet Bahçelî yê faşîst daxuyaniyê bide. Digot di navbera du cejnan de, em ê vî karî biqedînin. Wê PKK nemaya. Wê heta Cejna Qurbanê feth bikirina. Va ye cejn hat. Ka li ku ne? Du roj beriya cejnê tiştên li Girê Amêdiyê pêk hat li holê ne. Gerîla her roj li 25-30 leşkeran dixe, hinek jê dimirin û hinek jê jî birîndar dibin. Bîlanço jixwe wisa ne. Gerîla li her derê ye û li ser xwe ye. Wan qir dike. Çeteyên AKP û MHP’ê li Zap, Avaşîn û Metînayê dixe binê erdê. Di van wan de leşkerên ku bi peretî leşkertiyê dikin, cerdevan, çeteyên MHP’ê, çeteyên DAÎŞ’ê, çeteyên El Nusra û El Kaîdeyê jî hene. Gerîla ji xwe di van wan de ne, dibîne û li axaftina wan guhdarî dike, dizane ku kî ne. Li vê derê tê dîtin ku bi tenê bi Tirkî neaxivin. Bi Erebî diaxivin, bi zimanên cihê diaxivin. Kesên li ser navê artêşa Tirk birine wê derê, çeteyên faşîst ên ku her yek ji cihekî anîne, çeteyên qirkirinê yên bi pereyan anîne wir. Lê a niha her roj deh bi deh, bîst bi bîst li wan çeteyan tê xistin. Gerîla jî li ser xwe ye û derbê li wan dixe. Wê Devlet Bahçelî çi bike? Ji ber vê di sala 2008’an de tu gotine nema ji Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg nekirin.  Hinekan ew darizandin. Hinek kes rabin Devlet Bahçelî bidarizînin wê çi bike, gelo difikire ku îstîfa bike? Partiya wî difikire ku wî ji kar dûr bixe? Ji ber ku têk çûye. Wê li xwe mikur were ku bi ser neketiye, têk çûye û li hemberî gerîla tu encamek bi dest nexistiye? Ka ew kesên ku qaşo wê em qir bikirina. Ev kes ketine rewşeke dijwar. Roj bi roj hilweşandina wan kûrtir dibe.

GERÎLA REJÎMÊ HILDIWEŞÎNE

Ya din jî performansa gerîla gelekî bilind e. Li ser wê zemînê gerîla rê û metodên afirîner ava kir. Li hemberî her cure êrîşê, hêza teknîk, alîkariya teknîkî ya ku NATO dide, li hemberî alîkariya PDK’ê, li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, li hemberî bikaranîna çekên nukleer, gerîla dev ji qada xwe bernedaye. Metodên nû yên afirîner geş dike. Bi şerê tunelan, bi şerê tîman, bi koordînekirina van tiştan derbên giran li dagirkeran dixe. Li Zap, Avaşîn û Metînayê gerîla serkeftî ye. Tu kes li vir wekî gerîlayên HPG û YJA Starê nikare şer bike. Tu artêş! Ne artêşa Emerîkayê, ne ya Rûsyayê û ne jî ya Çînê rojekê jî nikare li ber xwe bide. Bila werin rojekê jî di nav şertên gerîla de nikarin li ber xwe bidin. Performansa gerîla di rewşeke bilind de ye. Cesaret, fedakarî, afirînerî di asta herî bilind de ye. Hêzeke gerîla ya li qadekê li hemberî duyemîn artêşa mezin a NATO’yê û li hemberî artêşa ku ji NATO’yê her cure alîkariyê distîne, şer dike. Di destekî xwe de bi tivinga xwe şer dike, bi cesaret û baweriya xwe şer dike û têk naçe, derbê li dijmin dixe, dijmin têk dibe, rejîmê hildiweşîne, rejîm hatiye asta ku bireve.

Heke şaşî û qelsiyên wan hebin, em van tiştan dinirxînin, biryargeha me nîqaş dike, tecrubeyan distîne û wan sererast dike. Ji wêdetir tiştekî din nayê gotin. Di vî warî de alîkariya ji derve qels e. Divê mirov wisa vî tiştî bibîne. Di warê belavbûna şer de qelsî hene. Dewleta Tirk ne bi tenê li Zap, Avaşîn û Metînayê, li bakur û başûrê Kurdistanê, li her dera Tirkiyeyê ye. Her der qada şer bû, li hinek cihan çalakî çêbû. Piçekî belav bû lê qels e. Divê ev tişt pêk werin. Yan na jixwe gerîlayên Zap, Avaşîn û Metînayê bi rastî jî nûbûnên mezin ên di dîroka gerîla de û geşedanên nû derxistin holê. Ez careke din şervanan silav dikim, serkeftina wan pîroz dikim. Ez şehîdên qehreman bi bîr tînim. Bi rastî jî her cure dilpakiya mirovbûnê derdixînin holê. Dersa mirovayetiyê didin hemû kesan. Wekhevî, biratî, afirîneriya mirov, hevgirtin û yekîtî… Hevaltiya şer li ser esasê hevrêtiyê hêzeke çawa derdixe holê, mînaka herî bijarte ya vî tiştî nîşan didin. Bi rastî jî destanên nû yên qehremaniyê dinivîsin. Dîroka azadiyê ya Kurdan gav bi gav ava dikin û dinivîsin. Bi xwînê, cesaret û baweriyê dinivîsin.

DELÎLÊN ŞÊNBER HENE KU 6 CURE MADDEYÊN KÎMYEWÎ HATINE BIKARANÎN

Meseleya sêyemîn sûcên şer ên ku TC’yê kiriye. Divê em li ser wê bisekinin. Yanî çekên kîmyewî û yên taktîk tên bikaranîn.HPG’ê ev tişt eşkere kir, ev qas çekên kîmyewî hatine bikaranîn, bi ev qas teqemeniyan bombebaran hate kirin. Delîlên şênber hene ku 6 çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Dane hene. Herî dawîn Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê dîmenên vî tiştî dan, ango işaretê wan û çekên çawa ne. Bi awayekî eşkere çekên kîmyewî tên bikaranîn. Rojê 15-20 carinan jî dibe 30. Li her qadê belav dibe. Ji tu kesî deng dernakeve. Lê bikaranîna çekên kîmyewî sûc in. Ji aliyê din ve jî bi çekên kîmyewî re, bi teqemeniyan bomberdûmanê dikin.  Lê ew ji çekên kîmyewî cihêtir in. Ji balefiran, balefirên keşfê, obus, tank û hawanan cihêtir e. Ev cureyê cihê bi teqemeniyên bombeyan tê kirin, gerîla tekmîlê dide, di çapemeniyê de jî cih digire. Di çapemeniyê de tê diyarkirin bi teqemeniyan bomberdûman hatiye kirin. Ev teqemeniyên çawa ne? C4 e, TNT ye, dînamît e, teqemeniyeke din e yan jî bombeyeke nukleer a taktîk e? Min cara berê got bombeyên nukleer ên taktîk e. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî bi awayekî teyîd kir. CNN Turkê mikurhatinên ku generalekî teqawitbûyî kir nûçe. Li ser wê nehate sekinandin, çapemeniyê jî lêkolîn nekir. Divê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî li ser wê bisekine. Divê li ser daneyên di destê xwe de lêkolînê bike. Ev rewşeke cîddî ye. Ev tişt ji çekên kîmyewî bi bandortir e. Nexwe li vir rewşek heye. Agahiyên me yên li ser daneyan, vegotinên hevalên me yên ji tunelan derketine, ji sedî 98 îspat dike ku çekên nukleer ên taktîkî ne. Lê ez bi baldarî li ser nesekinîme. Ez nikarim evqasî bikim. Kesên li ser wan daneyan disekinin dikarin lêkolînê bikin. Ji xeynî wê nabe.

Ez li ser çekên nukleer ên taktîkê agahiyan bidim. Ji sê paran envantera çekên nukleer ên NATO’yê çekên nukleer ên taktîkî ne. Evqasî girîng e. Ev çek di tunel û geliyên çiyayan de tê bikaranîn. Ji bo bikaranîna li van deran tên çêkirin. Şer jî jixwe li derên wisa tê kirin. Di esasê xwe de ev çek di bahol û çenteyan de tên hilgirtin. Wisa ye. Ji tiving an jî rampayên biçûk tên avêtin. Taybetiyeke wan a wisa ya zelal heye.

Tiştekî din jî dema bombeyeke 4,5 kîlo were teqandin wekî ku teqemeniyeke 20 ton were teqandin, bandorê dike. Enerjiyeke wisa derdixe. Him deng û him jî bandora wê evqas e. Bi bombeyên 4,5 kîlo bandora bombeyên 20 tonî.

Gerîla agahiyan dide, bi teqemeniyan hate teqandin. Ev ne C4 an jî TNT ye. Ji ber ku bi balefiran bi tonan bombeyan diavêjin wir. Na bi carekê re bombeyên kazanê yên 4 tonî diavêjin. Wê demê tu wateya wê tuneye ku teqemeniyên 5-10 kîlo bibin û biteqînin. Mantiqeke wisa tune.

Di van teqemeniyan de gumanek heye. Bi dehan cureyên ev çekên nukleer ên taktîk hene. Ne wekî çekên kîmyewî ne, cureyên wan tune. Dema ku tê teqandin, di wê kêlîkê de hemû oksîjena li wir diqedîne. Ji ber vê hemû zindiyan, pergala sînîr parçe dike. Hinekan dişewitîne û hildiweşîne. Çekên nukleer ên taktîk hene ku taybetiyên wan ên cihê hene. Yên ku oksîjenê tune dike, bi kar tînin, yên agir ji ber diçe û mirovan gêj dike. Me jî li ser wê lêkolîn kir. Hevalên ku ji tunelên şer ên Girê Sor a Avaşînê derketin ev tişt gotin ‘Herî dawîn teqîneke wisa çêbû, me got qey erd hejiya, ne wekî yên berê bû. Em di cihekî girtî de bûn, em piçekî man û piştre derketin. Me dît ku hevalên li erdê şehîd bûne. Em hatin ber derî, leşker jî ne li wir bûne, em derketin.’ Diyar e ku bi çekên nukleer êrîş kirine, ji bo ku bandorê li wan neke, dûr ketine. Teqez e ku ev ne çekeke kîmyewî ye, ne teqemeniyeke din e, dema ku lêkolîn were kirin wê were dîtin ku ev çekeke nukleer a taktîk e. Em bi zelalî dikarin vî tiştî bibêjin. Nexwe divê ev tişt derkeve holê.

EV TÊ WATEYA KU NATO LI SER SÛC HATIYE ZEFTKIRIN

Dikare wisa were gotin, çima hûn evqasî li ser wê disekinin? Mirov dikare ji hemûyan re bibêje çekên kîmyewî, ma jixwe hemû ne qedexe ne û ne sûc in? Ne wisa ye, di navbera wan de ferq heye. TC çekên kîmyewî hildiberîne, dikire, ji ber vê dewleta TC ji bikaranîna çekên kîmyewî berpirsyar e. Wekî mînak F-16’an dikire, bi kar tîne. Emerîka çêdike. Tu dikarî DYE wekî berpirsê F16an bibînî? Heta cihekî berpirsyar e, parçeyên wê dide, tişt miştên din dide. Bazirganî ye. Kê kirîbe û bi kar anîbe, ew berpirsyar e. Çekên taktîk nayên kirîn û firotin, ev çeka NATO’yê ye. Hinek hêz hene ku di destê wan de çekên nukleer hene, di destê Rûsyayê de heye, di destê Çînê de heye, di destê hêzên din de heye, di destê NATO’yê de gelek heye. Nayê kirîn û firotin. Ji çekên kîmyewî zêdetir texrîbatê çêdike. Ji ber vê sûcê şer çêdike. Li gorî hiqûqa şer sûc e. Niha TC du sal in vî tiştî zêde bi kar tîne. Par jî li Avaşîn, Zap û Metînayê bi kar anî, îsal jî li giran bi kar tîne. Her roj 15-20 heban bi kar tîne. Çeka NATO’yê bi kar tînin. Ne çeka TC’yê ye.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê dixwaze Swêd, Fînlandiya û TC’yê bîne ba hev û li hemberî Kurdan peymanekê çêbike. Em vê pirsê ji Sekreterê Giştî yê NATO’yê dikin. Gelo TC van çekan bêyî agahiya we bi kar tîne yan jî bi destûra we bi kar tîne? Raya giştî li benda bersiva we ye. Heke derkeve holê ev tê wateya ku NATO li ser sûc hatiye zeftkirin. Ev belgeya herî şênber ku NATO yekser vî şerî dike. Îxtîmala ku wisa be jî gelekî zêde ye.

Heman pirs ji DYE’yê ye jî. Ev demek e me didît ku derdorên li DYE bi şer re gelekî ji nêz ve eleqedar dibin, dixwazin agahiyan bistînin û gelekî bi fikar in. Em piçekî şaş diman. DYE cara pêşîn di şerekî de wisa bi fikar e. Gelo ev fikar ji ber vî tiştî ye ku PKK wê agahiyan derxîne holê û ew ê li ser sûc werin girtin? Ev îxtîmal heye. Gelo destûrê didin ku TC çekên nukleer ên taktîk bi kar bîne? Yan jî bi dizî bi kar tîne. Heke bi dizî bi kar tînin nexwe wê çi bikin. Heke destûr dabin, ma nexwe nabin kesên ku qirkirina Kurdan ew bi xwe dikin? Kurdan çi bi DYE’yê kirine? Çi bi NATO’yê kirine? PKK’ê çi kiriye? Ne biryar û ne jî feraseteke me ya wisa tuneye ku em li hemberî DYE û NATO’yê şer bikin. Em alîgirên vî tiştî ne ku  pirsgirêkan bi rêyên siyaseta demokratîk çareser bikin. Heta niha helwesta me her dem wisa bû. Li ser vî esasî me bangên wisa kir. Lê DYE û NATO’yê çi kirin? Komploya navneteweyî kirin, pergala êşkence û tecrîdê derxistin holê. Ji bo ku Rêber Apo îmha bikin û tecrîd bikin, êrîş kirin. Em wekî dijmin îlan kirine, ji me re dibêjin terorîst û dijminên ku li hemberî me çekên nukleer ên taktîk bi kar tînin, dişînin ser me. Wisa nabe. Bi rastî jî divê ev rewş bêtir zelaltir bibe. Ev rewşeke giran e. Ne êdî ew dem e ku bibêjin, em çi bikin wê ji me re bimîne. Êdî her tişt zelal e.  Divê DYE û NATO daxuyaniyan bide. Divê derdorên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî agahiyan zelaltir deynin holê. Malzeme stendibûn, li ser wan ‘Malê Tirkan e’ hatibû nivîsandin, belkî ji bo ku ev tişt veşartî bimîne tiştekî wisa kirine. Divê em ji her tiştî têkevin gumanan. Ji ber ku di nav Osmaniyan de dek û dolab gelek in, li cem dewleta Tirk dek û dolab gelek e. Di tunelan de mirov tên qetilkirin, sûcê şer tê kirin. Qirkirina Kurdan li ser vî esasî tê kirin. Divê em van tiştan baş zelal bikin. Divê em agahiyên di destê xwe de kom bikin û bi awayekî cîddî li ser vî tiştî bisekinin.  Tişta ji çekên kîmyewî girîngtir ev rewş e.

NATO SAZIYA ŞERÊ TAYBET E, GLADYO YE

NATO ya ku ev çek dane, di 28-30’ê  Hezîranê de li Madrîdê kom bû. Bi rastî jî NATO’yê tiştên ku Tirkiyeyê dixwest, da wê?

Vê civîna NATO’yê gelekî hate nîqaşkirin, nîqaş hê jî didomin. Me jî fikra xwe diyar kir. Tiştekî ku were nîqaşkirin tune. Gotin NATO xwe nû dike, li hemberî dîktatorî û terorîstan hedefên nû diyar kirine. Li hemberî dîktatoriyê qaşo Rûsya û Çîn û li hemberî terorîstbûnê jî hêzên li Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur û Îran û yên wekî wan dikin hedef.  Ango NATO li hemû Ewropayê berfireh dibe. Bi rastî di şerê Efganistan û Iraqê de DYE bi tenê ma.  Di nav pergalê de bandora wê heta asta jêr. Dikira seroktiya wê ji destê wê biçûya. Vekişiya, piştre Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir. Niha dîsa DYE pişta xwe dispêre vî tiştî û seroktiya xwe xurt dike. Li Ewropayê endamên nû peyda dike, bi helwesta li hemberî Rûsyayê re li Ewropayê bandora xwe firehtir dike.

Ez dikarim wisa bibêjim dema çû Efganistanê jî hemû NATO bi xwe re bir. Wê demê di destpêkê de xwedî bandor bû lê pirsgirêk ket rewşeke aloz. Dikira ji hemû bandora xwe bibûya. Em nizanin wê Ukrayna çi bibe, aloziya  bi Rûsyayê re biçe ku, aloziya bi Çînê re biçe ku. Lê rewşeke wisa girîng a NATO’yê tune. NATO di esasê xwe de saziyeke şerê taybet e, ev Gladyo ye û didome. Niha jî ya esas rewşa Gladyoyê ye.

Mijareke din jî Swêd û Fînlandiya ne. Min ev fam nekir û hez dikim bipirsim, NATO, 73 sal in bi van dewletan re ye. NATO, sala 1949’an ava bûye; 3 sal bi pişt re jî dewleta Tirk ji bo tevlêbûyînê serî lê daye. Ev dewlet 73 sal in tev li NATO’yê nebûne; çima çi qewimiye ku niha dixwazin tev lê bibin. Ew û faşîzma AKP’ê li hev û din dikin. Divê ew dewlet ta bi derzî ve bikin. Mijara Kurdan pir hat minaqeşekirin, Kurd bi ser ketin- têk çûn, ên dixwazin mirov reşbîn bikin hene. Ev ne tiştine rast in. Tiştekî NATO’yê bi Kurdan re nîn e! Kurdên ku NATO piştgiriya wan dike hene; beriya civînê bi çend hefteyan Barzanî çû Brukselê, Londonê, hevdîtin kir. Jixwe rêxistina 73 sal in pergala Kurdan nas nake û dixwaze biqedîne diparêze, NATO bi xwe ye. Ji sala 1985’an heta bi niha PKK’ê re şer dikin. NATO’yê, Swêd bi kuştina Olof Palme bi kar anî. Ew, li hember PKK’ê li hember Kurdan bi kar anî. Niha jî dixwaze bike endama NATO’yê û bi kar bîne. Xêreke zêde ya Swêde û wekî din li Kurdan nebûye. Helbet li wir, ji Tayyîp Erdogan re malovaniyê bike, piştgiriya wî bike, ev bi neyînî bandorê dike. Dibe ku niqaş li ser Swêdê, Fînlandiyayê û NATO’yê jî bên kirin. Behsa demokrasiyê dikin, dibêjin ku li dijî dîktatorî û terorîzmê ne; lê hevaltiya Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî dikin. Wê xelk bi mirov nekene? Nebêje; ev demokratine çawan in? Berê jî baweriya mirov bi NATO’yê nedihat, niha yekcar mirov pê bawer nabe.

Helbet mirov li ber rabe, helwest nîşanê Tirkiyeyê bihata dayîn dibû ku tiştek bibûya lê nebe jî jixwe heta niha bi her awayî piştgiriya wê dihat kirin. Tiştekî nuh nîn e, wê zext û êrîş berdewam bin. Nexwe, NATO, wê li pergala qirkirina Kurdan dewam bike, piştgiriya şerê qirkirinê bike, tiştê dertê meydanê ev e. Çi dan vî Tayyîp Erdoganî, ji bo Tirkiyeyê mesele tevlihev e.

7 SAL IN BI PIŞTGIRIYÊ NAHÊLIN AKP BIKEVE

Hevalê me Veysî Sarisozen dibêjê ku çû teslîm bû, Tayyîp Erdogan di şerê cîhanê yê sêyemîn de têk çû, lê niha teslîm bû. NATO bibêje çi wê wisa bike. Rast e, berê jî bûbû. Yanê ev nirxandin rast in, rêvebiriya Tayyîp Erdogan di serê meha Hezîranê de têk çû; li Kobaniyê têk çû. Têkçûyîna DAIŞ’ê, têkçûyîna rêvebiriya Tayyîp Erdogan bû, li Enqereyê, li Tirkiyeyê têk çû. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de, desthilatdariya bi tena serê xwe ji dest da. Cara ewil AKP, di hilbijartinekê de têk çû, ji desthilatdariyê ket. Rast e, têk çû. Piştî wê têkçûnê 7 sal in bi xwegirtina li hêzên cuda hewil dide ku li ser xwe be. Bi teslîmbûyînê… Ev hêzên ku xwe disipêre wan kî ne? Yek jê DYE ye. 22’yê Tîrmeha 2015’an bi DYE’yê re li hev kir, hingê xwe da destê DYE’yê. Cara duduyan teslîmê MHP’ê bû; ya sisêyan teslîmê PDK’ê bû. Bûye ku parsê ji Rûsyayê û ji cihên din dike. 7 sal in ku dîktatoriya faşîst a AKP’ê bi piştgiriyê li ser xwe ye. Ev dîktatorî êdî çû.

Helbet di vê civînê ji NATO’yê got; ‘’Min xelas bikin.’’ NATO’yê jê re got: ‘’Merheba.’’ Lê ew xelas kir anku fermana mirinê bi Tayyîp Erdogan da îmzekirin ew ne diyar e. Rewşa Wezîrê Karên Derve yê Îngilizistanê jî li ber çavan e. Kî piştgiriya Tayyîp Erdogan bike wê dawiya wî wisa bibe. Dev ji Tayyîp Erdogan berde, ên piştgiriya wî dikin ji hukum dikevin. Tayyîp Erdogan jî bi dawiya meha Hezîranê re ket rêya bêveger. Tirkiye ket pêvajoyeke wisa. Sala pêşiya me saleke pir krîtîk e. Tayyîp Erdogan xurt nabe, dikeve. Aşkere ye. Ew ê bi her awayî têk biçe. Di şer de têk diçe. Nikare li têkiliyên xwe dewam bike; tifaqên ku kirine bi rê ve bibe. Dilê NATO’yê li bikaranîna Tirkiyeyê ye. Di ber vê bikaranînê de, Tirkiye daxwaza piştgiriyê jê dike di şerê xwe yê li dijî Kurdan de. NATO jî piştgiriyê dike, DYE jî dike û kirine jî. Wê li piştgiriyê dewam bikin. Xwedîgiravî ketine hewila girtin Kurdên azad, berî Kurdan didin.

Bandora NATO’yê li ser Tirkiyeyê heye lê bandora wê ne diyarker e. Wê çi bibe, geşedanên li Tirkiyeyê wê çawa bibin, dawiya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê wê çi bibe, wext e ku em bikevin sala 2023’yan, wê payîza vê salê, zivistana wê, bihara 2023’yan, serê havîna wê çi biqewime? Ne mimkûn e ku mirov ji niha ve bibêje. Dibe ku her tişt bibe, Dibe ku derbe û komplo bikevin rojevê. Careke din mekanîka derbeyê bi rê ve biçe, hêzên dibêjin me bi hev re tifaq kiriye dibe ku bi hev bikevin. Rê li ber hemû îhtimalan vekiriye. Lê îhtimala herî mezin ew e ku wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe. Di şer de têk çû; heta hingê wê hinek bi kar bînin, paşê jî biavêjin. Erê, dibe ku ji bo bikaranînê ji hinek aliyan ve derfet dabin Tayyîp Erdogan, lê bi ya min fermana mirinê pê dan îmzekirin. Gora wî pê dan kolan. NATO’yê, li gelek mensûbên xwe wiha kiriye û hêj jî dike, jixwe dawiya Tayyîp Erdogan jî hatiye.

BERXWEDAN Û SERKEFTINA HERÎ MEZIN DI DÎROKA KURD DE

40’emîn Salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê ku yek ji biryarên herî mezin ên tevgera azadiyê derxist holê, li her derê tê silavkirin. Cihê vê biryarê di berxwedana 40 salan de çi ye û di sala wê ya 41’emîn de dibe ku geşedanên çawa biqewimin?

Em 40’emîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a dîrokî ya 14’ê Tîrmehê dijîn. Em ê bikevin sala xwe ya 41’emîn. Ev biryareke mezin bû, berxwedan bû. Di dîrokê de yek ji berxwedanên herî mezin bû, di dîroka Kurdan de bû berxwedana herî mezin. Ev jî serkeftin bû, ne tenê berxwedan bû. Bi rastî ev tê wateya lûtkeya berxwedana zindanê ya 1982’an. Ev berxwedan bi serê xwe jî nebû. Berxwedana azadiyê ya li dijî rejîma leşkerî ya faşîst bi berxwedana yekemîn a Mazlûm Dogan di sala 82’an de dest pê kir. Bi çalakiya Çar Şoreşgeran a bi pêşengiya Ferhat Kurtay di 17’ê Gulanê de pêş ket. Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê a 14’ê Tîrmehê ev pêvajo derxist asta bilind. Rewşa rast ev e. Bi vî awayî xeta têkoşîna azadiya Kurdistanê derxist holê, ew xet ruhek, felsefeyek, têgihiştinek ava kir. Derbeyek li her cure koletî, îxanet, hevkarî û teslîmiyetê xist, li dijberê wê helwest û jiyana Kurdên azad derxist holê. Biryara jiyanek bi rûmet û azad da û ev yek pêk anî. Berxwedaneke wisa. Ji bo vê jî tevgera me û gelê me navê wê kirin “Roja Rûmeta Neteweyî”. Ez 41’emîn roja rûmeta neteweyî li Rêber Apo, gelê me, hevrê û dostên me pîroz dikim. Em hevrêyên Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên ku ew nirx afirandin û hiştin em bijîn, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Afirînerên jiyana azad in. Her çend bi êş be, giran be, zehmet be jî ew lehengên ku biryara rast dane û berdêla wê çi be dane ber çavan.

Bi rastî şêwazê têkoşîna azadiya Kurdistanê afirandin. Îspat kirin ku ew ê di her şert û mercî de têbikoşin û dikarin bi ser bikevin. Rêber Apo beriya niha gotibû; ‘Bi soza ku me ji bo bîranîna Mazlûm dabû, em vegeriyan welat; Bi soza ku me ji Berxwedana 14’ê Tîrmehê dabû, me Pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin.’ 40 sal in li ser navê azadiya Kurdistanê her tiştê tê kirin, hemû destkeftî û di bin her nirxê hatiye qezenc kirin Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, xeta wê, lehengiya wê heye. Bi vî rengî Kurdan şer kirin, di nava 40 salan de her tişt bi vî rengî derxistin holê. Bi vî rengî vejîna neteweyî, şoreşa azadiya jinê derket holê. Fedaîbûna Zîlan pêş ket, şoreşa azadiyê ya li Rojava li ser vê bingehê pêş ket. Dîsa di xeta Berxwedana 14’ê Tîrmehê de têkoşîna li dijî komploya navneteweyî, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hate meşandin. Qet tiştek kevin nebûye, ji 40 sal berê pir û berfirehtir bandor li tevgera me, gel û dostên me dike, perwerde dike, birêxistin dike, çalakiyan li dar dixe, ruh dide, coş dide, bawerî dide, hêvî û kelecanê dide. Li Avaşîn, Metîna û Zapê bi ruh û xeta 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin. Li çar parçeyên Kurdistanê gelê me bi ruh û xeta 14’ê Tîrmehê li ber xwe dide. Bi hezaran welatparêzên şoreşger û têkoşerên azadiyê yên girtî li hemû zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê ruhê 14’ê Tîrmehê 24 saetan dijîn. Di vî warî de, girîng e ku belavî 40 salan bû. Gelek nirxên mezin di 40 salan de hat bidestxistin.

Helbet rast têgihîştina wê, xwedî hişmendiyeke kûr, hundirîn û pêkanîna pêdiviyên wê pêwîst e. Pîvana şoreşgerî û welatparêziyê ev e, rêyeke din nîne. Di sala 41’an de em çiqasî vê yekê pêş bixin û kûr bikin, em ê ewqasî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşin û bi ser bikevin.

Belkî hinekî bi argoyê be, lê hevalên ku beşdarî berxwedanê bûne û derketine diaxivîn, dinivîsînin jî,em dixwînin. Gava ku Rojiya Mirinê ya Mezin dest pê kir, di demekê de ku êdî serketin misoger bû, hevalê Kemal Pîr rojekê wiha got: “Me singek welê rada dewletê, ku eger jê tê û karibe bila derxîne!” Bi rastî jî ev dewlet 40 sal in li dora xwe digere û zehmetî dikêşe. Ew hewl dide ku vê singê derxe, lê belê ew nikare. Bi dehan hikûmet hatin û çûn. Gelek derbeyên nû pêk hatin. Gelek kes bi îddîa hatin ser erk, lê dema em balê xwe didin, kes nikare xwe ji hêza 14’ê Tîrmehê rizgar bike. Nikare xwe ji gelê Kurd rizgar bike, nikare xwe ji gerîla rizgar bike, nikare xwe ji pergala azadiyê rizgar bike. Niha agir bi lingên AKP-MHP’ê ketiye. Çima? Ji ber ku nikare bi şîdetê bipelçiqîne, nikare gerîla têk bibe. Nikare qirkirina Kurdan bi encam bike. Her wiha nikare guhertina zîhniyet û polîtîkaya ku pirsgirêka Kurd çareser bike di siyaseta demokratîk de pêk bîne. Di ortê de dimîne, diqelişe, disekine, her tim tundiyê hildiberîne, êrîşan dike, derbeyan dike, komployan diafirîne. Yanî belayê serê xwe ye û belayê serê gelên Tirkiyeyê ye. Bû DAIŞ, bû OSO, bû bela serê dinyayê jî. Ji ber vê yekê rejîmek bi bela derket holê.

Ger NATO ji Tayyîp Erdogan re got hinekî din bimeşîne, tu tişt nikare wan xilas bike. Dibêje ezê Mîsak-î Millî vejînim; Ez Rojava, Başûrê Kurdistanê bi dest dixim. Başe lê dema Mîsak-î Millî jixwe derbas bûye, bi qasî ku çêdibe çêbû. Rêber Apo got ku pêwîstî bi Mîsak-i Demokrasiyê heye. Ya ku dê pirsgirêkan çareser bike ev e. Pirsgirêkên Tirkiyeyê bi vî awayî dê bên çareserkirin. Nexwe wê Başûrê Kurdistan, Rojava bidin Tayyîp Erdogan! 100 sal berê vê NATO’yê, Emerîka, Îngilistan, Ewrûpa nedan wan wê niha bidin? Dibêjin mirov nekenîne. Xefikan datînin, ev lîstik e. Ew ê bi xwe bibînin sibê dê çi were serê wan. Li pişt van hemûyan lîstikek heye. Ji ber vê yekê ew ê berdêlên giran bidin. AKP-MHP’ê Tirkiye xistiye nava felaketekê.

DIVÊ TEVGERA DEMOKRASIYÊ WERE GEŞKIRIN

Kongreya HDP’ê hefteya borî pêk hat. Peyamên baş hatin dayîn. Hinekî rehetî çêbû, rûyê mirovan keniya, mirov karîn bêhnê bistînin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê her kesî dît ku mirov dikarin bikenin. Peyamên guhertinê hatin dayîn. Yanî bi guhertina zîhniyet û siyasetê, bi demokratîkbûnê re pirsgirêk çareser dibin. Demokratîkbûn wê çareser bike, demokrasî wê çareser bike, tifaqa demokratîk wê çareser bike. Lewma em dikarin bibêjin ku; Desthilatdariya AKP-MHP’ê ketiye sala xwe ya dawî. Dê hilweşe, wê hilweşe. Yanî muxalefeta din ne di wê rewşê de ye ku vê yekê biguherîne. Tiştekî bi navê tifaqa Netewî û maseya şeş kesî ku ji tifaqa gel wêdetir tune ye. Dixwazin bi heman zîhniyetê, bi heman siyasetê bimeşin. Di vî warî de pêwîst e tifaqa Demokrasiyê bê berfireh kirin û pêş xistin. Di vî warî de berpirsyariya hin derdoran zêdetir in. Mînak kevneşopiyeke TKP’ê ya 100 salî heye. Kevneşopiya THKP-C, THKO ya 50 salî heye, kevneşopiya TÎKKO’yê heye. Kevneşopiya TÎKKO hinek din bi xeta demokratîkbûnê re dibe yek. Mîrateya wan a mezin heye. Heger hemûyan bi têkoşîna azadiya Kurd re yekîtî ava bikin, wê çareseriyeke demokratîk a ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê girîng e, derbikeve holê. Wê tevgera demokratîk pêş bixin. Wê demê ev tabloya maseya şeşkesî dikarîbû ji xetimandinê derbiketa. Bi hevbend bûna wan re hûn nikarin bigêjin cihekê. Jixwe ew di xirecirekê de ne. Hûn dikevin kolanek ku rêya wê girtî ye. Ji bo rêvebirinê jî pêwîstî bi pêşengiyek şoreşgerî û demokratîk ji bo wan heye. Niha ger derdorên bi vî rengî bi tevgera azadiya Kurd re tevbigerin, bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re yekîtiyê ava bikin pirsgirêka Tirkiyeyê çareser bike, pirsgirêka Kurd çareser bike û asta ku Tirkiyeyê ji felaketa AKP’ê rizgar bike ava nekin, wê kengê ava bikin? Ger niha berpirsyariyeke wiha negirin ser milên xwe, wê kengê bigirin? Piştî ku faşîzm her tiştî bi dawî bike? Wê demê dê tiştek nemîne. Bi rastî, her tişt pir hêsan e, pir zelal e. Xeta 14’ê Tîrmehê xeta xurt a serketinê ya bîrdozî bû. Gerîla îro li Zap, Avaşîn û Metîna wê xetê vediguherîne serkeftineke leşkerî û siyaseta demokratîk dikare wê bike serkeftineke siyasî. Têkoşîn û berxwedana gerîla ya 40 salan, zîhniyet û siyaseta vê dewleta Tirk a faşîst, mêtînger, qirker ya artêşa Tirk a ku vê yekê didomîne şikand. 40 caran têk çû. Hê jî mirov li bendê ne ku gerîla vê artêşê têk bibe. Gelek caran têk çû. Pirsgirêk ne li wir e. Pirsgirêk, ew e ku hêza siyasî rewşek wiha derxistine holê. Ew e ku bi veguherandina siyaseteke hevpar a demokratîk a Tirkiyeyê, siyasetê bike. Pirsgirêka siyasetkirina vê yekê heye û ev erk dikeve ser milê hêzên siyasî yên li ser kar. Ev dikeve destê hêzên ku di nav siyaseta demokratîk a ku min behs kir de têne hesibandin. Divê ew bi berpirsyarî tevbigerin. Divê rastiyê bibînin û teqez li ser erk û berpirsyariyên xwe bin. Ger wiha be, sala 41’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê dibe sala serkeftina herî mezin a dîrokê, bibe sala demokratîkbûn û azadiyê. Wê bi vê yekê re were. Îdiaya me ev e, baweriya me ev e. Li ser vî esasî em têdikoşin. Em bang li hemû hêzên demokratîk, welatparêz û azadîxwaz ên Tirkiye û Kurdistanê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin, bi hev re tevbigerin, nirxên ku gerîla afirandiye ji bo berjewendiyên gelên Tirkiyeyê veguherînin siyasetê û pêş bixin.

DI DEH SALA DUYEMÎN DE ŞOREŞA ROJAVA DÊ KÛRTIR BIBE

Piştî 30 sal li ser xeta 14’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava ev 10 sal e ava bû. Êrîş û gef hene. Seferberî hatiye ragihandin. Di munasebeta salvegerê de çi dikare were gotin?

Ez şoreşa azadiya Rojava silav dikim. Ji ber pêş xistina şoreşek wiha bi taybet gelê Kurd û tevahî gelê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikim. Ji ber ev 10 sal in di bin şert û mercên herî dijwar de, di bin êrîş û lîstikan de li ser xeta neteweya demokratîk dijîn, ez wan pîroz dikim. Ez şehîdên mezin ên vê şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Şoreşeke mezin bû. Hîn jî bandora vê mezinbûnê diparêze. 10 salên xwe yên pêşîn temam kirin. Zehmetî hebûn, astengî hebûn, kêmasî hebûn, xeletî jî hebûn, lê ev yek bi berxwedaneke mezin temam bû. Wê bikeve 10 salên xwe yên duyemîn. Tecrubeyên 10 salên pêşîn girîng in. Di 10 salên duyemîn de dê destkeftî pir zêdetir bin. Ez bi tevahî ji vê yekê bawer dikim. Em dikarin wiha bibêjin; 10 salên ewil salên xeşîmî, salên amatorî bûn. Di nav şert û mercên herî dijwar de her çend bi awayekî xeşîmî, amatorî be jî şoreşek mezin pêk anîn û bi rê ve birin. 10 sal temam kirine, lê niha hatine perwerdekirin, bûne hoste. Yanî bi hostatî û bi profesyonelî dikevin 10 salên duyemîn. 10 salên duyemîn êdî wê bibe serdema profesyoneliyê. Lewma di 10 salên duyemîn de wê şoreş kûrtir bibe. Bi rastî jî her ku ev berxwedan li Sûriyeyê belav bibe, li Kurdistana azad û heta ji bo Rojhilata Navîn wê bibe ronahiya pêşeng, wê roleke mezintir bilîze.

Gef heye, êrîş her tim heye. Şoreş hinekî bêxwîn pêk hatibû, lê piştî yekemîn salvegera şoreşê çeteyan êrîş kirin û heta şerê li dijî DAIŞ’ê çû û bû şoreşeke serketî ku DAIŞ têk bir. DAIŞ hêzek bû ku tu kesî nikaribû wan têk bibe. Hêzên şoreşê DAIŞ têk birin. Yanî ew ê her tim vê rûmetê û şerefê hilgire.

Hêzên ku DAIŞ ava kirin, faşîzma AKP’ê ji sala 2018’an ve êrîş dike. Gef cidî ye û ji ber cidî digrin jî li gorî min di cih de ye. Ji ber vê yekê divê bê gotin seferberiya giştî ya awarte ye. Ji ber xwe amade kirine tiştek baş e. Divê teqez bi tecrubeyên ku ji paşerojê hatine girtin, karibin Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji faşîzma AKP’ê re bikin gor. Çawa ku li DAIŞ’ê kirin, divê serkêşa wan AKP’ê jî têkev binê erdê. Em bawer dikin ku dê wisa be. Em ji wan re serkeftinê dixwazin.

Ne bi gotinê, di pratîkê de seferberî pêwîst e. Teqez faşîzma AKP-MHP’ê di serdema xwe ya herî qels de ye. Bi gotineke din dibêje, dibe ku ji vir û wir ew destek girtibe li Zap û Avaşînê têk çûbe, ji bo têk çûna xwe rizgar bike berê xwe dide cihên din. Divê bê zanîn ku dê ew li wir bêtir têk biçe. Hêzên azadiyê yên Rojava, gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dikarin bi ser bikevin. Piştgiriya hemû gelê Kurd û hêzên azadiyê wê bi wan re be. Em di wê baweriyê de ne ku piştgiriya hemû hêzên azadîxwaz, şoreşgerên demokratîk, gelan, jin û ciwanên Rojhilata Navîn û cîhanê wê bi wan re be.

Li dijî dagirkeriyê û êrîşa qirkirinê, ez bang li gelê me, bangî hemû jin, ciwan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, hêzên şoreşger ên pêşverû dikim ku bi hestiyar bin, piştgiriyê bidin şoreşa azadiya Rojava û berxwedana gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv