Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di salvegera şoreşa Rojava de civîna Pûtîn-Reîsî-Erdogan

Qesra Qremlînê ragihand ku di 19’ê Tîrmehê de têkildarî Sûriyeyê wê Vladîmîr Pûtîn, Îbrahîm Reîsî û Recep Tayyîp Erdogan di civînekê de li hev kom bibin.

Li gorî daxuyaniya Qremlînê, serokdewletên Rûsya, Tirkiye û Îranê wê hefteya bê di civîneke têkildarî Sûriyeyê de li hev bicivin.

Berdevkê Qremlînê Dmîtrî Peskov daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn xwe amade dike ku 19’ê Tîrmehê biçe Îranê.

Peskov anî ziman ku Pûtîn wê bi hempîşeyên xwe re li ser Sûriyeyê biaxive û bi Erdogan re jî hevdîtineke dualî bike.

Balkêş e ku civîn li salvegera 10’an a şoreşa Rojava rast tê. Çirûska destpêkê ya şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hatibû vêxistin.

Civîn her wiha di atmosfereke welê de tê lidarxistin ku li Ûkraynayê şer dewam dike û dewleta Tirk gefên nû yên dagirkeriyê dixwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv