Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Jinên Colemêrgê tevlî kampaniya TJA em xwe diparêzin bûn

 

Tevgera Jinên Azad bi daxuyaniyekî kampanya binavê Em diparêzind ragihandibû.

Îro li Colemêrgê jin, bi daxuyaniyekê beşdarî kamapnaya bûn û starta wê dan.

Li bajarê Riha û Îzmîrê jî jinan bi çalakiyan beşdarbûna xwe ya Kampanaya ragihandin.

JINÊN COLEMÊRGÎ BI DAXUYANIYEKÊ BEŞDARÎ KAMPANYA “EM XWE DIPARÊZIN”  BÛN

Tevgera Jinên Azad 15ê Îlonê li Amedê bi daxuyaniyekê li dijî kuştin, destdirêjî û polîtîkayên talanê ên li Kurdistanê kampanya da dest pêkirin.

Jinên Colemêrgê jî îro bi daxuyaniyekê beşdarî kampanya “Em Xwe di Parêzin” bûn.

jin bi cil û bergên xwe yên netewî beşdarî daxuyaniya ku li ber avahiya HDPê pêk hat bûn.

Hevseroka KCDê Leyla Guven jî beşdarî daxuyaniyê bû.

Hevseroka HDPa Şemzînanê Sozdar Atîlla metna daxuyaniyê xwend.

Daxuyanî bi sloganan bi dawî bû.

ÎNÎSIYATÎFA DAYÎKÊN AŞITIYÊ YA AMEDÊ PIŞTGIRÎ DA KAMAPANYA “EM XWE DIPARÊZIN”

Înîsiyatîfa meclîsa Dayikên Aştîyê ên Amedê jî bi daxuyaniyekê piştgirî dan Kampanya TJA.

Li ser navê Înîsiyatîfa Meclîsa Dayikên Aştiyê, Gulîstan Erek û Gurbet Eryilmaz axivîn.

Dayîkan îşaret bi êrişên dewleta tirk kir û gotin,

Ev kampanya jî ji bo pêşîlêgirtina van pêkanînan xirabe.

Em bang li hemû kesan dikin ku piştgiriya vê kampanyayê bê kirin.”

LI RIHA Û ÎZMÎRÊ STARTA KAMPANYA “EM XWE DIPARÊZIN” HAT DAYÎN

Li Riha jî aktivîstên TJA û Endamên Meclîsa Jinan a HDPê bi daxuyaniyekê strata Kampnaya Em xwe diparêzin dan.

Hevseroka HDPê ya Rihayê Emîne Çetîner Daxuyanî xwend.

Çetîner diyar kir, wan li dijî şîdet, kuştin û destdirêjiya li dijî jin û zarokan ev kampanaya dane destpêkirin û got,

Wek jinên Rihayê tevî hemû êriş û zextên desthilatdariyê emê têkoşîna xwe bidomînin.

Li bajarê Îzmîrê jî jinan bi , bi daxuyaniyekê beşadarî kampanaya TJAyê a “Em xwe di Parêzin bûn.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv