Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Dadegeha Mêrsînê mêrê tecawuzkar Salih dayan serbest berda

 

Li Mersînê mêrê bi navê Salîh Dayan bi salan 3ê keçên xwe tecawizkir.

Her sê jinên mexûr doz li bavê xwe vekirbûn

Doh runiştina dozê pêk hat.

Dadgeha Tirk biryara serbest-berdana bavê tecawizkar da.

Li Mersînê 3 xwişkên hev bi salan bi tecawiza bavê xwe Salih Dayan re rû bi rû man.

Salîh Dayan bi salan tecawiz û şîdetê li wan dike û bi kuştinê zarokên xwe tehdît dike.

Doh sêyemîn rûniştina dozê li dadgeha Mersînê hat dîtin.

Her sê jinên mexdûr, parezerên wan û rêxistinên jinan jî beşdarî dozê bûn.

Beriya runiştina dozê li ber dadgehê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku heta tecawizkarî bi dawî bibe ewê têbikoşin.

Û hat xwestin Tecawizkar Salîh Dayan bê cezakirin.

Tecawizkar Salîh Dayan ji zindana Mersînê bi dîmen beşdarî rûniştinê bû.

Jinên mexdûr îfadeyên xwe yên berê dûbare kirin û xwestin tecawizkar bê cezakirin.

Mêrê tecawizkar di parastina xwe de diyar kir ku îftira li wî dikin û ew bê sûce.

Lê dadgeha Mersînê jî weke hemû dadgehên dewleta tirk ên din bi hinceta “komkirina delîlan û gomana reşkirina delîlan ji holê rabûye”, biryara serbestberdana tecawizkar Salîh Dayan da.

3ê jinên mexdûr ku nerazîbûn nîşanî biryarê dan, li salona dadgehê krîz derbaskirin.

Parezer Ezgî Şîmşek biryara dadgehê nirxand û diyar kir, ku delîl hemû nehatine komkirin û şahid nehatine gohdarkirin.

Şîmeşk daxuyakirin ku mêrê tecawizkar hertim malbatê û şahidên buyerê tehdît dike û got, tirsa me ya herî mezin ewlekariya canê mexdûran e.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv