Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Ji Zendûra heta Mamreşo destana gerîla

 

JI ZENDÛRA TA MAMREŞO DESTANA GERÎLA
GERÎLA EV BI MEHANE DI TUNELÊN ŞER DE BERXWEDANEKE BÊMÎNAK DIKE

23’yê Nîsanê.

Di navbera saet 18 û 24’an de dewleta Tirk a dagirker yek ji êrişên herî giran bi balafirên şer, helîkopteran û ji qereqolên li ser sînor bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di hedefa wê de dagirkirina Zap, Avaşîn û Metîna hebû.

Ji 24’ê Nîsanê û pê ve jî ji bejahî ve dest bi tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir.

Piştî bomberdimana giran, eskerên xwe danîn ser Girê Zendûra yê Metîna, Girê Mamreşo û Qela Bêdewê ya Zapê.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê di heman kêliyan der li ser sê eniyan bersiveke tund dan dagirkeran.

25’ê Nîsanê li Zagrosan… Avaşîn û Zapê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ragihandin.

26’ê Nîsanê jî li herêma Metîna Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê hat ragihandin.

Di serî de li Girê Mamreşo yê Avaşîn û Girê Zendûra yê Metîna, berxwedaneke mezin ket dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê.

Li Girê Mamreşo bi fermandariya Serhat Giravî, 7 gerîlayan 10 rojan bê navber şer kirin û destaneke lehengiyê li dîroka Kurdistanê zêde kirin.

Artêşa dagirker a nekarî bê berxwedanê bişikîne, weke her carê serî li rê û rêbazên qirêj da.

Her 7 gerîla bi çekên kîmyewî qetil kirin.

Dewleta Tirk a dagirker rojane dehê caran qadên bi ser Avaşîn, Metîna û Zapê ve bombe kirin.

Her cure teknîka şer li dijî gerîla hat bikaranîn.

Balafirên şer, helîkopterên êrişê, qereqolên li ser sînor…

Rojane bi tonan bombe li ser gerîlayan barandin.

Dîsa jî dewleta Tirk dikir û nedikir, nedigihişt armanca xwe.

Gerîla jî li hemberî vê teknîka şer xwe guhertibû û bi vî şerî re gerîlatiya serdema nû ragihand.

Piştî Mamreşo, li Zendûra, Girê Sor, Werxelê berxwedana li tunelên şer dest pê kir.

Heta niha artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî berxwedêrên li van tunelan bi sedan carî çekên kîmyewî, gazên bi jahr bi kar anîne.

Li devê tunelan bi tonan teqemenî teqandine.

Gelek caran bi balafirên şer û helîkopteran ev tunelên şer bombe kirine.

Dîsa jî heta niha ti encamek bi dest nexistiye.

Her roj gerîlayên HPG û YJA-Starê ji van qadên berxwedanê tekmîla rojane didin Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê.

Ev zêdetirî 4 meh in, di serî de li tunelên şer, ku gerîla weke qadên berxwedanê bi nav dike, li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîla derbên giran li artêşa dewleta TIrk a dagirker dixe.

HPG’ê herî dawî 24’ê Tîrmehê bîlançoya şer û berxwedanê ya 3 mehan eşkere kiribû.

Li gorî bîlançoyê di 398 çalakiyên gerîla de 494 dagirker di 3 mehan de hatin kuştin.

Ji 24’ê Tîrmehê heta 24’yê Tebaxê gerîlayan bi dehan çalakî li Zap, Metîna, Avaşîn, Botan, Xerzan, Dersim, Serhed, Mêrdînê li darxistin.

BÎLANÇOYA ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ YA 24’Ê TÎRMEHÊ-23’Ê TEBAXÊ
HPG: DI 60 ÇALAKIYAN DE 85 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir, ku gerîlayan 60 çalakî di nava mehekê de li darxistine.

Di çalakiyan de 85 dagirker hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

7 gerîla jî di şerê li dijî dagirkeriyê de şehîd bûn.

Gerîlayan derb li 6 helîkopterên êrişê û 2 wesaîtên leşkerî dan.

2 wesaîtên zirxî yên bi tîpa kirpî û 2 dron jî hatin îmhakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv