DEWLETA TIRK PÊNCWÊN Û ŞARBAJÊR BOMBE KIR
GUNDÊN HERDU NAVÇEYAN HATIN BOMBEKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker serê sibê bi balafirên şer nava navçeya Silêmanî Pêncwên û gundên wê bombe kirin.
Di dîmenan de xuya dike, ku bomberdiman li dijî xelkê herêmê tê kirin.
Yek ji xelkê Pêncwên ê dîmenê êrişê qeyd dike dibêje, qeda bi dewleta Tirk bikeve, ev nava Pêncwêne.
Nava gele, zevî û deşta Pêncwêne.
Bombebaran 100 metro dûrî min pêk hat.
Ev balafirên Tirk in û bomberdimanê dikin.
Balafirên şer ên dagirkeriya Tirk her wiha bi awayekî hemwext navçeya Silêmanî Şarbajêr û gundên wê jî bombe kirin.
Qeymeqamê Şarbajêr Şaho Osman got, balafiran gundê Rengîne û Şêxil Marênî yên bi ser bajarokê Zelanî ve bombe kirin.
Balafiran xaniyekî welatiyan jî bombe kirin.
Heta niha agahiya ziyana canî nîne, lê ziyana madî çêbûye.
Nûçegihanê Rojnewsê jî ji gundên Pêncwên ên hatin bombekirin, encama êrişê ragihand: