Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji rêveberên berê yên PDK’ê Îsmaîl Alî Îsmaîl hişyarî da PDK’ê

 

Ji rêveberên berê yên PDK’ê Îsmaîl Alî Îsmaîl ku sala 2019’an bi rêyên qaçax derbasî Rojava bû, diyar kir ku eger dagirkeriya Tirk temam bibe wê statuya Başûr nemîne.

Ji pêşmerbeyên berê Îsmaîl Alî Îsmaîl anî ziman, PDK tevî ku zane wê zerar li gel bibe bi dijmin re dibe dost û got, divê meclîs, hikumet û gel tavilê pêşî li vê dagirkeriyê bigire.

Îsmaîl Alî Îsmaîl sala 1986’an bû PDK’î, piştî ku demekê pêşmergetî kir li saziyên ser bi PDK’ê ve rêvebertî kir. Li ber polîtîkay PDK’ê ya li dijî Rojava rabû û sala 2019’an hewl da derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Ji ber ku destûr nedan wî, bi rêyên qaçax derbasî Rojava bû.

Rêveberê berê yê PDK’ê Îsmaîl Alî diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dagirkerî ye û got, “Dema ku te referandûma serxwebûnê ragihand, dewleta Tirk a ku tu ji xwe re weke dost dibîne li ber te rabû. Bang li Iraqê kir ku li ber te rabe û dest li te werde. Niha jî tevî ku tu zane wê zerar bigihêje gel, bi dijmin re dibe dost. Ev şaşitiyeke mezin e. Dewleta Tirk ne tenê dijminê gelê Başûr e, di heman demê de dijminê tevahiya gelê Kurd e. Gelê Kurd û gelên cîhanê zane ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e. Xelkê Başûr dewleta Tirk naxwaze. Eger wê derê dagir bike wê te jî ji ser wê kursiyê deyne xwarê.”

‘PÊŞÎ LI ŞER BIGIRIN’

Îsmaîl Alî diyar kir ku Parlamenta Kurdistanê ya ku 5 partî lê ne, ji bo pêşî li vî şerî bigire divê bi berpirsyarî rabin û got, “Şoreşger, welatparêz, mele, zenatkar ênl i Kurdistanê divê bi yek dengî bêjin ‘Bes e ji hevkariya rêveberiya Başûr a bi dijmin re’. Eger Erdogan Başûr dagir bike wê wan jî li nava hikumetê nehêle.”

‘DEWLETA TIRK NABE DOST’

Îsmaîl Alî Îsmaîl nerazîbûn nîşan da ku PDK li şûna bi hêzên Kurd re be, xwe dide aliyê dewleat Tirk û wiha dewam kir, “Dijmin ne dostê te ye, ne jî hevalê te ye. Tu zane ku ew ji bo berjewendiyên xwe vê dike. Yên li dijî dijmin şer dikin, xwişk û birayên te ne û bi te re ne. Dema ku DAÎŞ’ê êriş kir, kî li gel te bû? Kî bi hawara te ve hat? Kî bi te re bû? Ew xwişk û birayên te ne. Ya ku herî zêde mirovan diêşîne jî ew e ku koordînatan dide dijmin. Ev şerm e. Tu koordînatê dide dijmin, jê re dibêje balafirê bişîne û lê bide. Xwişk û birayên te bi te re li dijî DAÎŞ’ê şer dikir. Bi hawara te ve hatibûn. Li gel te şehîd bûn. Çi mafê te heye ku tu dilê dayikeke şoreşgerekî ku ewqasî xizmet kiriye bişewitîne?”

‘DIVÊ FIRSEND JI DEST NEYÊ BERDAN’

Rêveberê berê yê PDK’ê Îsmaîl Alî Îsmaîl banga ‘yekîtiya li dijî dijmin’ li gelên Kurdistanê kir û got, “Hêvî û rica dikim; bila rêveberî û parlamenta Başûr vê dagirkeriyê qebûl nekin. Şoreşa Kurdan mezin dibe û li tevahiya cîhanê belav dibe. Firsend ketiye destê me, lewma em xwe ji nêzîkatiyên bi vî rengî vegirin. Gelên Kurdistanê ji bo parastina destketiyên heyî divê li dijî dijmin bibin yek.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv