Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Gerîla Dijraber Amed: ‘Berxwedan bi felsefeya Rêber Apo gihîşt asta herî bilind’

 

Ji gerîlayên HPG’ê yên Cenga Xabûrê Dijraber Amed destnîşan kir ku şerê li herêmê tê meşandin bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye asta lûtkeyê.

Gerîlayê HPG’ê Dijraber Amed êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û têkoşîna gerîla nirxand. Amed ku di nava Berxwedana Cenga Xabûrê de ye wiha axivî: “Li Kurdistanê şerekî giran diqewime û ev şer ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya herêmê û mirovahiyê girîng e. Gelê me û cîhan bi vê yekê zane. Ji bo hin hêzan rasthatina li dijmin dibe ku dibe sedema tirsê, lê belê ji bo me hêzên gerîla ne bi vî rengî ye. Em bi rastiya dijmin zanin. Her wiha em ji têkoşîneke ji çanda berxwedanê û rastiya Rêbertî tên.

Dewleta Tirk li dijî me ketiye nava pêvajoyeke cidî ya şer, em jî bi ruhê fedayî şerekî mezin dimeşînin, li ber xwe didin. Ev ruh li Mamreşo derkete holê. Ruhê şerê fedayî yê Apoyî li vê derê gihîşte asta herî bilind. Li Zendûrayê û herêmên ku li dijî hevalên me çekên kîmyewî têne bikaranîn, hevrêyên me di nava têkoşîn û berxwedaneke mezin de ne. Her kesî ev têkoşîn dît. Dewleta Tirk li hemberî berxwedan û têkoşîna gerîla bêçare maye.”

ŞERÊ DU SÎSTEMAN

Gerîla Amed destnîşa kir ku hêzên leşkerî yên mêtingeriya Tirk newêrin li hemberî gerîla şer bikin û got, “Di hin dîmenan de jî qareqara wan tê bihîstin. Bêguman di navbera hêzên ji bo pereyan şer dikin û hêzên gerîla yên bi rengekî fedayî şer dikin gelekî cudahî hene. Heval her roj li dijî dijmin çalakiyan dikin. Dijmin ji aliyê psîkolojîk ve li ber qedandinê ye. Ev rewş bi berxwedana Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê mezin dibe.

Ev şer ne şerekî demkurt e. Dibe ku bi salan dewam bike. Jİ ber ku ji aliyê cewherî ve şerekî di navbera sîstema kapîtalîst û sîstema azadîxwaziya demokratîk a rêberê me de ye. Ev şer şerê navbera du sîsteman e. Ev şer şerê mirovahiyê, şerê man û nemanê ye. Divê her kes vê yekê baş fêhm bike. Dewleta mêtinger a Tirk nabêje; ev PKK yan jî PDK ye. Bi rêbazên cuda li dijî Kurdan hemûyan şer dike.

Rastî ew e ku dewleta Tirk wê li hemberî me nikaribe bi ser bikeve. Di serî de dewleta Tirk her kes bi vê yekê zane. Moral, coş û kenê gerîla yê di dema şer de radixe pêş çavan ku serketin wê misoger be.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv