Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji pênûsa Nûrettîn Demîrtaş nivîsa ‘Faşîzma-Erdogan-Bahçelî’ 05.11.2020

 

NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
FAŞÎZMA ERDOGAN-BAHÇELÎ

Êdî dinya hemû dizane ku dema Erdogan û Bahçelî gef li Fransayê dixwin, bombe diteqin û êrişên bi kêr û çekan pêk tên. Li vê derê Fransa jî bûyerê dinixumîne. Li aliyekî dibêje terora îslamê û olekê di bin tohmetê de dihêle, li aliyê din berê
hedefê didin devereke din û destê Erdogan-Bahçelî xurt dikin. Lê di esasê xwe de ev şîddet ji faşîzma Erdogan-Bahçelî tê. Fransa dikarîbû bêje faşîzm an jî terora faşîst. DAIŞ’ê ewqasî êriş bir ser Şengal û Rojava û gelê me rojekê jî negot terora îslamê.

Faşîzma Tirk jî ji DAIŞ’ê bêtir li Kurdan kir û hê jî dike. Hukûmeta Erdogan-Bahçelî bi temamî hukûmetek faşîste û herî zêde nasnameya îslamê bi kar tîne. Lê dîsa jî ji kirinên wan re kesî negotiye terora îslamî. Ji ber ku ne rast e.

Divê neyê ji bîr kirin ev hovîtiya li paytextên Ewrûpayê her roj Erdogan-Bahçelî bi serê Kurdan de tînin. Eger ev hovîtiya li Fransa û Ewrûpayê bi qirkirina Kurdan re têkiliya wê neyê girêdan wê rastî ti carî dernekevin holê.

Yekîtiya Ewrûpa ji ber girtina HDP’yiyan ti helwestek cidî nîşan neda, li Rojava êriş çêbûn dîsa helwestek cidî tinebû. Tecrîdkirina Rêber Apo piştrast kir lê dîsa jî tenê bi daxuyaniyan sînor ma. Ev şîdeta ku ji qirkirina Kurdan tê wê nikaribe asteng bike.

Heta ku Yekîtiya Ewrûpa PKK’ê ji lîsteya terorê dernexîne wê bi faşîzma Dewleta Tirk re rûbirû bimîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv