HILBIJARTINÊN SEROKATIYA AMERÎKA
BIDEN: EM BER BI SERKEFTINÊ VE DIÇIN
Hilbijartina serokatiya Amerîkayê ku mijara sereke a cîhanê ye hê jî zelal nebûye..
Û jimartina dengal li 4 eyaletan dewam dike..
Li gorî encamê heta vê gavê derketine holê, serkeftina namzetê demokratan Joe Biden nîşan dide..
Lewma ji bo hejmara 270 a delegeyên hilbijêr bidest bixe tenê 6 mane..
Di rewşeke wiha de, Trump îşaret bi wê yekê kir ku ew ê li ber encama hin eyaletan rabe..
Amerîka ku di warê aborî, siyasî û leşkerî de xwe weke hêz supper a cîhanê binav dike, lê bendê ye bê wê 4 salên li pêşî ji aliyê kê ve were birêvebirin..
Serokê heyî û namzetê Komargeran Donald Trump, an jî namzetê Demokratan Co Baydin..
Gelê Amerîkayê ji bo diyarkirina serokê xwe ê nû dengê xwe bikar anî..
Li gorî encamên pêşî, namzetê demokratan Joe Biden li pêş xuya dike..
Herî dawî Biden li yek ji eyaletên xwedî roleke kirîtîk Mîşîgan birser ket û 16 delegeyên li wir bûn para wî..
Di rewşa heyî de Biden ji hejmara pêwîst a delegeyên hilbijêr, 264 bidest xistin…
Herdû namzet têkildarî encaman axaftinên xwe ên pêşî kirin..
Joe Biden serkeftina xwe ranegihand lê banga hişyariyê li alîgirên xwe kir û ji wan xwest ku bi sebir bin û wiha axivî:
Ez ne ji bo ragihandina serkeftinê li vir amade me. Tişta dixwazim bêjim ew e li Amerîkayê gel biryarê dide. Divê were zanîn ku dema jimartina dengan bidawî bibe, wê serkeftina me jî derkeve holê. Ti carî em ne dijminên hev in. Em ê bê deng nemînin, teslîm nebin. Ev serkeftin ne tenê ya min, ev wê bibe serkeftina Amerîkayê.
Donlad Trump jî îdîa kir ku hîle têkelî hilbijartinê bûnbe û got, ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.
Namzetê Komergeran Donald Turmp ê doh îdîa kir ku biserketiye, ji nişkê ve anî ziman ku dengên wî ên zêde ji holê radibin..
Trump bi vê yekê xwest bêje, demokrat hîle têkelî hilbijartinê kirine û wiha got:
Li her deverê dengên Biden zêde dibin, Li Pennsylvania, Wisconsin û Michigan. Ev encam ji bo welatê me pir xerab e.
Piştî vê helwestê Trump diyar kir ku ew ê li ber encama jimartinên Michiganê rabin…
Her wiha daxwaz ku jimartina dengan li Pensîlvanya û Georgiayê werin rawestandin..