JI PADÊ BANGA VEGERA ŞENGALÊ
“VEGERIN SER XAKA XWE YA PÎROZ
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ li Sinûnê bi endam û berpirsên taxan re civiya.
Di civînê de rewşa siyasî, pîlanên li ser Şengalê, peymana 9’ê Cotmehê û vegera welatiyan hat nîqaş kirin.
Endam û berpirsên taxan rcivînê de bi taybetî li ser peymana 9’ê Cotmehê ya dinavber hikmeta Iraq, Hewlêr û dewleta Tirk rawestiyan û got. Iraq bi pêkanîna peymanê dixwaze îradeya Êzidiyan tine bike û naxwaze Êzdî bibin xwedî îrade.
Herwiha hate gotin ku di nava pîlanên li ser Şengalê de hinek aliyên Êzidiyan hene, divê nekevin xizmeta dijmin.
Mijarek din a civînê jî hilbijartinên pêşwext yên Iraqê bû.
Di civînê de hate destnîşankirin ku PADÊ partiyek serbixwe ya Êzidiyane û wê bi xwe bi lîsteyekê biçin hilbijartinê.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ di civînê ji bo vebera li Şengalê jî bang kir û xwest Êzidî yên di nava wargehan div3e vegerin ser axa xwe ya pîroz û got: Civaka Êzidî dikare li Şengalê bi azadî bijî û bibe xwedî îrade.