FERMANDARÊ CENTCOM’Ê SERDANA ROJAVA KIR
KENNETH MCKENZIE BI FERMANDARÊ QSD’Ê MAZLÛM EBDÎ RE CIVIYA
Beriya bi çend rojan ji rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heyetek payebilin serdana Rojavayê Kurdistanê kir.
Heyeta Amerîkî bi Rêveberiya Xweser, Meclîsa Sûriya Demokratîk, QSD û Meclîsa Sivîl a Reqayê re hevdîtin kir.
Vê carê jî fermandarê Hêzên Navendî yên CENTCOM’ê Kenneth McKenzie û Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî yê Iraq û Sûriyeyê General Paul Calvert bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêk anîn .
Mazlûm Ebdî derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û wiha got:
Ez bi hevdîtina McKenzie û Calvert kêfxweş bûm.
Me astengiyên ewlekarî û aboriyê nîqaş kirin.
Her wiha me peyamên hebûna domdar a hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo parastina herêmê û mîsogerkirina ewlekariyê girtin.