JI KCK’Ê PEYAMA MEHA MUHAREMÊ
“LI DIJÎ YEZÎTÊN VÎ ZEMANÎ AKP-MHP’Ê BERXWEDANA HUSEYNÎ LAZIM E”
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCKê bi bîr xist ku meha Mûharremê di baweriya Elewîtiyê de xwedî cihekî girîng e û ev peyman dan:
Mûharrem jibîrnekirina zilma li Kerbelayê ye.
Rojên bibîrxistina cudahiya navbera Îslama desthilatdar û parêzvanên edalet û wekheviyê ye.
Em hêvîdar in meha Mûharremê li ser xeta berxwedanê ya Kerbelayê derbas bibe.
Divê alîgirên heq û heqîqetê li dijî Yezîtên vê demê sekneke Huseyînî ya hemdemî nîşan bidin.
KCK’ê destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn Yezîtî di şexsê dewleta Tirk û desthilatiya AKP-MHP’ê de didome.
Di navbera Enqere ya vê demê û Şam a Yezît de ti cudahî nîne.
Erdogan li qesra xwe ya ji hezar û yek odeyî mîna Yezît ê li qesra xwe ya kesk, planên talan, desteserkirin, fitne û komkujiyan dike.
Çawa Yezît ji bo qetilkirina Îmam Huseyîn kujer amade dikirin, Dewleta Tirk jî jî bi heman rengî kujeran bi rêxistin dike û kurdan û elewiyan dide kuştin.
KOMÎTEYA BAWERÎ Û GELAN A KCK’Ê:
“GER ZILM HEBE WÊ HER TIM BERXWEDANA HUSEYÎNÎ JÎ HEBE”
KCK’ê metirsiya êriş û komkujiyên li ser elewiyan jî bi bîr xist û ev hişyarî kirin:
Niha jî metirsiya komkujiyê li ser Elewiyan heye.
Mûharrem a îsal ji bo Elewiyan ji her demê bêhtir di rewşeke metirsîdar de dest pê kiriye.
Elewî tenê bi têkoşîna wêrek û fedakar a Îmam Huseyîn dikarin vê metirsiyê beralî bikin.
Em bang li her kesî dikin ku li ser xeta Îmam Huseyî bibin xwedî sekna Huseyînî.
Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û dewleta tirk, meşandina têkoşîna demokrasiyê tê wateya nûkirina rastiya Huseyîn.